şî’rî kawey mezin

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  988 Dîtin

gutyan kobûneweyekî gewre le deşt dekirê be munasebey cêjnî newrozewe. şî’rêkim be nawî «kawey mezin» nûsî ke le dîwanekmida çap kirawe. le ḧemamok bo barzanîm xwêndewe. betûřeyî gutî: řazî nîym bîxwênyewe! nabê kes tarîfî min bika; bîdřêne!

gutim: baş gwê bigre! bîşîdřênim leberim kirduwe. neşhêłn bîxwênmewe, řojî cum’e deçim le ser mîkirofonî mizgewtî gewre bo xełkî dełêm. ew dem detwanî derimkey! detwanî ber gullem dey!

zorî gut û hîçim negut. kobûnewe kira. mela mistefa nehatbû; bełam tewaw xełkî mîwan û ḧeşamatî şarî koye û çekdaran le deştî lay «gêst hawis» (mîhmansera) ko bibûnewe. sekoyek le dar û texte berzewe kirabû. hemû seranî ḧîzb kursî û nîmketyan bo dandirabû; be nîwdayrekey pan řonîştibûn. xełkîş lew nîwdayre zileda lepşityanewe be çendîn sef řawestabûn. min le gêst hawis bûm. yekêk gutî: to hîçit nîye bîxwênyewe?

- nexêr, bedaxewe.

çunke debû her kes çî dełê, nusxey bida kontiřoł bikirê; beranber be syasetî ḧîzb bêtewe; ewsa îcaze bidrê. witarî ḧîzb xwêndirayewe. çend witarêkî dîkey be şwênda hat. ew deme ke hemû kes bibûne gwê û dinyayekî kiř û mat bû, sebrêk berew xełk çûm û be kak biraymim gutik erê boçî şî’rêkî xom nexwênmewe? ne lay wabû şî’rî tazeye, ne wextî eweş mabû biłê ta kontiřoł kirê. îşarey da be kemal miḧêdîn ke bigêřî cêjneke bû. ewîş le ser mîkirofonewe be dengî berz gutî: îsta kak hejar le şî’re başekanî xoy şitêkman bo dexwênêtewe. fermû kak hejar!

ser le hewwełewe her beytêkim ke dexwêndewe, dengî aferîm û barekełłay mamostayan berz debû: «dey tuxwa dûpatey kewe...», ta geyştime bendî sêhem û geyme ew dû beyte:

«’ereb ḧezyan xwardinman bû
dawakarî mirdinman bû
leser xakî kurdewarî
řeş û papetî dabarî»

wek «bisim alle» le cindoke bikey, qet taqe mamostayek nema, kursî û nîmket betałuḧetał manewe. nazanim ’asman hełîkêşan? ’erz qûtî dan? çon wa lepiř ẍeyb bûn?! bełam çepłeřêzan û hûray ḧeşameteke ḧeşrî dekird. hemûy dax le dił le ’ereb, le bomba û teyarey řûs, neşyanwêrabû gileş biken; ewa min be zimanî diłî ewan dełêm. her deyangut: bîłêwe; ey řeḧmet le babit! dîsan bîłê!... zorî kêşa ta şî’irim xelas kird. kemał miḧêdîn ke depêşda zorî tarîf kirdibûm: «mamostay hełkewte û şa’îrî bêwêne...», çuwe pişt mîkřofon gutî:

- birayanî ’ezîz! ew qisaney hejar bîrubřiway ḧîzbiman dernabřê. ew bo xoy mes’ûlî ew qisaney xoyetî.

hemû bîserêkî zor diłxoş kirdibû. be deyan kes çûbûne małî mam qadir gutbûyan: şî’rî kuřekey toman pê xoş bû! emeş bibuwe gałtey xêzanî mam qadir, deygut: hejar kuřî to bê, dyare zor pîrî!

îtir bû be sirte û xurtî ḧîzb ke hejar têkder û gêreşêwêne û zyanî bo pez heye. barzanîş lewe ke dîbûy xełk begşitî le şî’rekanim řazî buwe, le lome destî hełgirt û be řûyda nedamewe.

şewêk le topzawa gutim: ḧezim dekird betenê bitbînim. çûyne jûrêkî çikołey xołî tendûre şikawêk û lank û cil û coř têda, leser beřeyek danîştîn. gutim: bira! lemêj sałe her awatim buwe le nizîktewe bijîm. demîşim şiře; natwanim bêdeng bim. ba qerarêk bideyn:

eger be xeyałî xom ’eybêkim dîtewe û gutim, be hasanî û bêdeng biłê berin dû gulley pêwe nên! bełam be hîç cor derim meke. peşîmanim ke ew řoje gutim detwanî derim key. «ba le ser zwêłe çerim bê», be qisem meke û derim meke! gutî: başe qerar bê. îtir lew sawe ewendey sałey degełya bûm, her ke dehat lêm tûře bê, demgut: «ha, le ser zwêłe çerme!», naçar pêdekenî û ewpeřî deygut: axir to bo karî wa dekey?!