şeř hełgirsa

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  745 Dîtin

şeř hełgîrsa. min her le beẍda mamewe û karî nihênîm bo partî dekird. yek lew karanem: gutyan dewrî sefaretî mîsir hemûy be casûs gîrawe; demanewê sefîr bibînîn û řêge nîye. gutim min deçim. ’erîzeyekim nûsî ke: «bîstûme řadyo qahîre guwîndey farsî dewê; eger ḧiqûqêkî başim bidenê amadem». namem na naw pûşeyekewe. le dergay sefaret pirsyan: bo deçî? ’erîzem nîşan da. sikirtêrî yekemî sefîrîm dît. le ziman barzanîyewe řamgeyand: «eger nasir karêkî wa bika şeřî qasmiman le koł katewe, tozêkîş çekî dijî tank û fiřokeman bidatê, degeł êran şeř dekeyn û ew beşeş le peymanî beẍda tûşî serêşe dekeyn..». çwar carî tirîş hatuçom kird. her gutyan: «be nasrî řadegeyenîn, daway tewfîqtan bo dekeyn». hîçî lê şîn nebû.

carêk lew carane debû biçme małî wabestey nîzamî; le ’îmaretêk bû. demzanî seraydareke casûsî qasme. çûme lay seraydar: «selam mame! segbabêkî mîsrî dełên lêreye. min feqîrim; ’eksim bo şitotewe pûłekey nedawmê. bom bistêne!». seraydarîş çend cinêwêkî teř û tazey be mîsir û nasir da, řoyşit û hatewe gutî: « abřûm bird, biřo pûłî xotî lê wergire!». kabra pêy seyr bû! carêk lew caraney sefaretî mîsir, eḧmed ewfîqîşim degeł bû ke dwaye basî dekem.

le îdarekeda be’sî, şyû’î û partî hebûn; bełam kes xeberî le yektir nededa. neşrey hersêk la dedra be hemuwan, hemû pêkewe nêwanman xoş bû; şeře çeqqeşman nedekird. fermanî girtinî «fwad ’eskerî» nawî be’sî derçûbû; xoy şardibowe. dawam le biraderêkî kird bîbînim. baweřî pêm hatbû, çûm le małêk dîtim, gutim: «fwad to be’sî, kes bîr naba le małe kurd xot şardibêtewe; were małe min». zor supasî kird; gutî êreşim başe.

’ubeydułła, kuře gewrey mela mistefa xoy şardibowe. tûşî kabrayekî hewlêrî bûm ke małî le beẍda û karmendî îdarey małîye bû; be nawî ’ebdulwaḧîd, zor diłgerm le kurdayetîda. gutî: «ḧez dekem ’ubeyd bête małe min; kes fikirî naka; dûre le hemû şitêk». be seyd ’ezîzim gut, ’ubeyd gutî: «min nayem; dû hewałim heye ba ewan biçin». çûyne lay kabra. ke zanî ’ubeyd naye gutî: «małe min le hemû şwênan xirabtire, hemîşe polîsî nihênî le kołanekemandaye; řêw nadem!!».

şewêk dûrbîn û filaşim hełgirt, degeł seyd ’ezîz şemzînî çûyne małekey ’ubeyd le (midîne alsilam), ke ’eksî bo bigirim û kartêkî saxtey bo saz keyn û le beẍda derçê.

’eksim girt; hatim biřom, řwanîm serêk leser dîwarekewe deřwanête ḧesar. geřamewe:

- pêtan zanrawe, xo xelas ken!

bêne ber çawit: dwanî zigzil, bitirsin, be dîwarêkî berzî ḧesar hełgeřên, yek biçte ser şanî ewî tir û lepiř berbinewe; be hanke hank çing le dîwar qaym kenewe. bezmî wam qet nedîwe! leber pêkenîn hoşim nemabû. be nahumêdî manewe. gutim: «kar hasane. min deçme der, behaneyek degirim û degeł kabra beşeř dêm û tund milî degirim. êwe lew derfeteda řaken». bo ew şeře çûme der. sere polîs, pişîleyekî řeş bû leser dîwar matey dabû! hatmewe gutim «nexêr zorin; çaryan naye!». dîsan nîw se’atêk ew meşqem pê kirdin û pêm gutin!

be’sî zor şiř û diř bûn. zoryan şyû’î tîror dekird; zoryan řiq le kurdan bû. dewłet pêy berbest nedekiran. şewane serderkî małe kurdanyan sûr dekird; yanî debê bikujrên. derkî êmeş sûrî berkewtibû. çendîn şew zor be tirsewe pasî małim degirt û leser hest bûm. tifengêkî řawim le duktur mirad řezmawerî wergirtibû; lebin serî xom dadena.

řojêk lawêkim lê peyda bû gutî: «xełkî turkyem. le małe ḧaco kuřêk adrêsî toy dawmê ke bimnêrîye kerkûk». řêge zor sext bû. herkes le beẍda berew kurdistan řoyba le çend cê deyanpişkinî. kartî şinasayî debû pê bê. ’eksim bo girt. be xetî xom kartî şinasayîm bo nûsî; morî karxaney xişt sazîm ke le la bû lêda; îmzay ře’îsî karxanem kird û damê. řoyşit.

- er bêçare! xo min her be xetêk îmzay xoy û îmzay ře’îsî karxanem nûsîwe, ke debû îmzay ře’îs be merekebî kesk bê û le xetî naw karit cyawaz bê. yeqîn deygirin...

paş maweyek kuř ke nawî yûsif bû, hatewe gutî:

- hwîf lew kartey to, bexwa şitî çake; her dîtûyane gutûyane biřo! le kerkûkewe çûme lay barzanî. gutim: tifengim bidenê.

gutî: eger hejar bot binûsê detdemê. dey bom binûse ba biçmewe!

- kake min natnasim; natwanim. ha ewe sê dînar û biçowe sûrye.

le sûryewe namey supasî nûsîbû bo ew karte başet!