fendeł-fêłanî qasim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  884 Dîtin

çend meqalêkim têda nûsî dengî biław bowe. ewî lebîrim mawe meqalêkî dirêjim leser ’ereb û turk û êranî nûsîbû ke hersêkyan dełên kurd le xomane û têrim gałtey seyr pê kirdibûn. meqalêkim leser bernamey řadyo kurdî beẍda hebû; ze’îm weḧîdî hełtozandibû. lew serubendaneda ’ebdulkerîm qasim lêman kewtibuwe fendeł fêłan: diney řojnamey (alsure)y deda îsbatî bika kurd binîçe ’areb bin, pîsî begjida çûm û demeteqekanim qasmî degirtewe. paş pênc jimare daxra.

řojê ke çûme baregay xebat, zebîḧî le derga gutî: «mela bo hatûy? xo řojnameket nemawe!».

tasêk birdimîyewe: ca bes nebû cemal baban neyhêşt îstî’fa bidem, êsta çîm bikirdaye? sibey çûme îdare. se’at çwarî paş nîweřo her lewê mam. cemal baban hat:

- ewe bo nařoy?

bom gêřawe. gutî: min xom destim be kar û ḧiqûqî ḧîzbanewe sûtawe, çakit necat bû...

bedaxewe jimarekanî kurdistanekem nîye; bełam demeteqekanî le bo kurdistanda çap kirawe. dû beste şî’rîşim le řojnamey (dengî kurd)biław kirdewe ke yekêkyan be nawî (xalîde)destim nekewtewe û fewta.

leser daway yekyetî fêrkaranî silêmanî, meqalêkî şazde řûpeřîm leser barî edebî kurdî û şî’rî kon û taze nûsî. le layen hêndêk le şa’îranî tazewe çend cinêwêkî cananem bo hat. ewîşim le mecelley řûnahîda ke xom beserî řadegeyştim çap kird. bełam meqal herayekî nayewe, řojnamey jîn û qanî’ û zor kesî tir leser minyan kirdewe, cinêwderekanyan kirde kerî nîwezeř.

bo mangî řemezan barzanî çûbowe barzan. qasim zorî bo ḧîzb hêna; neydehêşt řojnamey xebat le wiłatekanî cenûbda biław bêtewe. endamanî partî le řêgewbanan ezyet dekiran. řojnamey xebat şikatî denûsî, kemtirî gwê dedraye. ḧîzb qerarî dabû be hîç corêk degeł dewłetî têk neda û ta zor teyar û saz û amadey kar nebê, pişûy swar nebê. ḧîzbî şyû’îş le beẍda ew kuł û kefey nemabû. be’sî lêy wexo kewtibûn, řoj nebû yek û dwanyan lê tiror neken. her ewendeyan be destewe mabû le řojnamekeyanda deyannusî: «çon wa debê? hemû řoj şehîd dedeyn, syasetî ême markisîstan pyaw kuştinî têda nîye!».

wek lebîryan çûbêtewe le wextî desełatdaryanda çîyan dekird...

leser xopêşandanî xełk le dêhat, be dinedanî şyû’îyekan ke le kurdistanda her xoyan ḧîsab bûn û partî zor kem hêz bû, zoryan le xełkî seydisadiq girt ke şêx qani’îş berkewt û xeberyan damê le beẍda gîrawe. barzanî le mał nebû. řojê ke hatewe, her selamî kird û danîşt, gutim qanî’ gîrawe; dest becê hesta, çûbuwe lay sałḧ ’ebdî ře’îsî sitad gutbûy yan êsta minîş ḧebis deken yan qanî’ berdeden. qani’yan hênawe. le cyatî supas dełê:

- bexwa lem ḧebse hemû řoj lawekan pirteqał û mozyan dedamê, to nethêşt têr bixom!

qasim le lasare seyrekanî dinya bû; bibuwe teyrêkî ’ecayb. diłî hełînedegirt nawî hîç kes be hunermend û aza bênin. bo nimûne: mindałêkî polî pêncî seretayî be nawî feyseł şe’lan, xełkî şarî kût leser telefzyon nîşan dira; ke mêşkî wek kampyoter jimarey lêk dedanewe. zor tacir be telefon dyarîyan bo nard; ke kuře bêwejnêkî feqîr bû. qerar wabû çend şewî tirîş le telefzyonewe îmtîḧan bikirê. le sibey ew řojewe nawî nema. qasim beẍîlî pê birdibû.

barzanî ke hatewe gutî min be serbazêkî xot ḧîsab ke; qasim sûr deyzanî barzanî diro naka û hawkarêkî pałewanî bêwêney debê; her wek şeřî şêx řeşîd û heray şewwafî bo lenaw bird. bełam îḧsasatî xełk beranber be barzanî û bijî bijî destecem’î, qasmî piř kirdibû le řik û kîne, bo derfet degeřa ke ew diřke leser řêy xoy laberê. barzanî zor xakî û bêde’ye bû; xoperistî řûy tê nekirdibû. her lew řojewe ke hatewe, le hemû kobûneweyekda zor lewane qełs bû ke tarîfî deken. carêk le cêjnêkda ke be hoy hatnewey le sałonî gel (qa’ey şe’b) gîrabû, celal tałebanî be witarêk û min be şî’rêk basî hatnewey ewman kirdibû; be tarîfewe. gutyan barzanî gutûye herdûkyan tenbê dekem; xotanî nîşan meden. řast çûyne berdestî, zorî lome kirdîn û bexêr guzera...

’eşayrî zêbarî zor lemêj sałe dujminî sersextî barzanin. herçend kiçî meḧmûdaẍay meznyan jinî barzanî û daykî kak mes’ûd barzanîye, bełam dîsan hemîşe dijayetî her hebuwe. le şeřî barzan û dewłet le 1945da, barzanî hewałyan be dujmin firoşt. qasim le binewe çek û pûłî bo zêbarîyekan nard ke be barzan hełřoşên. bo cêjnî oktobir, barzanî degeł çend wezîr û pyawmaqûłî ’êraqî bo mosko de’wet kira. le hatneweda qasim gutbûy: «bîstûme ẍeybetî minit kirduwe», barzanî gutbûy: «ḧez dekem ewî boy gêřayewe bête řûbeřûm; çunke min lebîrim nebuwe be çakeş bast bikem. her nawî tom webîr nehatewe...». carêk be qasmî gutbû: «to le xotewe dû milyon û nîw dînar be şêxî zufar debexşî, gelî ’êraq řazîye?...». ew terze řeftare û qisane qasmî tewaw şêt û har kirdibû, çonî le koł xoy katewe?!

zêbarî wek ’eşayr milyan le şiřexorî û destidrêjî bo barzan dekird. mela mistefa maweyek bû le barzan bû. lem beyneda dezgay dewłet zorî teşqełe bo partî nayewe. řojname daxran; biraym û celal xoyan le beẍdada şardewe; bełam karî ḧîzb pek nekewt.

ḧîzbî şyû’î diney felaḧanî silêmanî da ke dijî małyatî zewî xopêşandanêk řêk xen. zanîmanewe ke ḧîzbî partî le silêmanî serokayetî xopêşanderanî kirduwe û hatûn řêgey derbendîxanyan girtuwe û bote teqe û pyaw kujrawe û ḧîzb û xopêşander şikawin. qedrêk paş ew şikane, nûrî şaweys hate beẍda ke le layen ḧîzbewe wituwêj degeł qasim bika. degeł ’ebdułła kanî maranî çûyne lay. çonman lê bîst, puxtekey degêřmewe:

«be hezaran werzêr û xawen mułk be çekewe ko bûnewe, dijî bacî zewî şî’aryan deda. ḧîzb herçend biřyarî dabû xoy tûşî şeř neka, mela mistefaş hergîz be şeř dest pêkirdin řazî nebuwe, bełam dîtman eger ême serkirdayetî ew gele komegîye nekeyn, ḧîzbî şyû’î deybatewe û ême be yekcarî şikist dexoyn. naçar xoman lê kird be saḧîb. keçî her degeł teqe qewma û pyaw kujra, herçî aẍa û ře’yetin, her kese bûne dizî gay xoyan û ẍeyb bûn. ḧefta kes endamî partî nebê ke le meydan çeqîn û le tarîkayî şewda sengeryan çoł nekird. şeřêkî xotřên bû, be zor be milmanda hat...».

bîstimewe ke şewî şikaneke, celal tałebanî û nûrî eḧmed teha, be swarî cîp be deştî silêmanîda geřabûn, cwênyan be mela mistefa dabû: «xoy le barzan mangê pêncised dînar werdegrê û êmey firoşt, edî boçî naye şeř bikat?!».

qasim helî be derfet zanî û le naxafił barzanî bombaran kird. be emrî şêx eḧmed, barzanî le dewłet řapeřî, hemebahem sêset û penca parçe çekî konî le sê tîr û pênc tîr û kewkujî jengawî be dest barzanîyanewe bû; bełam wek agirî be qudretê kewte gyanî dujmin. řoj nebû mełbendêk azad neka, řoj nebû setan esîr û tifeng û top negrê. herkî şêx řeşîd û ’eşayrî zêbarî le wiłat tere kird, wiłatî zaxo û dihok û biradost û bałekayetî û deştî bêtwênî xiste dest. herçî polîsî kurde lew kurdistane, be hezaran be çek û hemû kelupelewe řayan kird û çûne penay barzanî. le hemû kurdistanda hemîşe dûkeł dawestan bû; topbaran bû; tankişkan bû; bombaranî teyaran bû. tenanet řojêk qasim daway corê mûşekî le řûsya kirdibû ke eger be çwar se’at nemgatê ḧałim şiře. le ermenistanewe be ’asmanî turkyeda boyan nard û le beranber tûřeyî turkyeda ’uzryan xwastewe.