wixtanî dewłet bo min û çend kesêkî tir

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  759 Dîtin

ke barzanî le şeřekanîda serkewt, endaman û lagranî ḧîzb le lêwarî silêmanî û hewlêrîş bûjanewe û be çekewe dayane çya û şeř hemû wiłatî girtewe. kesanê ke nenasrabûn, le beẍda mabûnewe û kar le beẍdaş zor baş beřêwe deçû. min manganem le kurdekanî îdare ko dekirdewe; xeberêkim heba demnard. carêk gutyan komełêk le konejnerał û pyawmaqûłanî beẍda peyamêkî girîngyan bo ḧîzb heye; nawêrin be name bînûsin. debê yekêk tewawî qisekanî bê zyad û kem lebîr bê û be şwênî xoy bigeyenê, to bo ew kare başî. peyamim wergirt û çûme kerkûk. zebîḧî mes’ûlî kerkûk bû, lewê nûsîmanewe û nardîye çemî řêzan bo mektebî syasî. bo sibey êware cwabî hatewe, hatmewe beẍda. her geymewe gutyan: řojnamet nexwêndotewe?

- na, çî tîdaye?

- le ziman towe nûsrawe: «barzanîm pê پیاûەێکی xirape, partî pyawî îstî’marin û dijî cimhûrîn, min ḧaşayan lê dekem».

- hey nebê!

sibey biraderanim dîtewe; cwabekem geyand. gutyan: «ew buxtane bo çend kesêkî dîke nûsrawe; detwanî înkarî bikey». çûyne řojnameyek. gutî: «bełê bot denûsîn. bełam debê binûsî min muxalîfî cimhûrî qasmim». gutim: «buxtanêkim pê kirawe, wîcdanim nařazîye. bełam eger ew diroye binûsim, hemîşe wîcdanim ’ezabim deda, înkarî nakem...».

dûbeyanî, beyanêkî çap kirawî ḧîzbî partîm nîşan dira ke nusîbûy: «dewłet be ḧîlesazî deyewê pyawe çakekanman lekedar bika, nûsrawî derbarey hejar řast nîye û lew demeda ew le seferda buwe û karî ḧîzbî řapeřanduwe...». gutyan biławî dekeynewe.

- ay deẍîle! eger detanewê le beẍda bimênim û faydeyekim hebê, ewe meken. çunke her emřo demgirin!