çapî mem û zîn

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  778 Dîtin

ke min řoybûm bo řûsye, barzanî be qizłicî gutbû: «ḧîsabî bike çapî mem û zîn çendî tê deçê bitdemê». ḧîsabî kirdibû; sed û bîst dînarî wergirtibû. ta min hatmewe şêst û çwar sefḧe le çap dirabû; pûłîş xelas bibû. pêşekîyekî bo nûsîbû zor cwan bû; bełam nûsîbûy xanî lasay mecnûn û leylay nîzamî kirdotewe, bewe řazî nebûm. leyl û mecnûnim leserřa xwêndewe. her kes herdûkyan leberyek řagrê dezanê xanî zor behêztir le nîzamî ew beytey gutuwe. dyare xanî ḧewsed sał le dway nîzamî hatote dinya û edebyat řêgeyekî zorî berew çak bûn biřîwe.

mem û zînim çap kird û şêst dînarim leser dana. çwarsed daneyekim be dyarî da be aşnayan; dûsedêkim da bew êranîyane ke le silêmanî komoneyan hebû (ke gutyan le řojêkî tirs û lerizda ḧemamyan pê germ kirdibû!!) ewî tirîş le seda ḧeftay kitêbfiroşan xwardyan û le ’esłî maye çil dînarî xoşim zerer kird!

celîl nawêk xełkî pîrolî baẍî nizîk sabłaẍ, efserî mixaberat û baznişeste kirabû; bisaz bifruş bû. be zimanêkî zor lûs pûłekey dam be xanûyek. paş maweyek ke firoştimewe, têgeyştim dûset dînarêkî lê dizîwim. destî zor kesî dîkeşî be zimanî xoş biřîbû ke yek lewane ’ela’eddîn seccadî bû. bełam paşe řojêk dîtmewe jinekey ředû kewtibû; mał û zêřî birdibû, boxoşî lerz bibû; bezeyîm pêda dehatewe. destî zemane tołey xwar û xêçî lê kirdibowe...

barzanî gutî: «dême małeket», gutim: «řastî min taqetî ḧelo û celoy tom nîye; be çil penca ḧerestewe dêye kwê!?», gutî her dêm. şew hate małewe. dîtî cêgakem tengebere. paş çend řoj xanûyekî dewłetî le sî xanûy ke bo parêzeranî ew dyarî kirabû damê û gwêstimewe geřekî (îskan) le derewey şarî beẍda. xanûyekî çil û no mîtrî, çwar wetaẍ leser yek, wetaẍêkî gewre û dirêj bo nişîmen û mîwan têdabû; ḧesarokêkî çikołeşî hebû. debû ta bîst sał, sałê sed dînar bidem û bibête mułkim, wetaẍêkîşim lê dirust kird. qîstî pênc sałim mabû ke be’sî dagîryan kird.