geřanewe paş yazde mang û nîw

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  711 Dîtin

le paş yazde mang û nîw, moskom becê hêşt le fiřgey şarî (řîga). le patextî lîtunî nîweřojim xward û be fiřokeyekî elyoşnî 24 nefere hatme sitokhołim, patetxitî swêd. le fiřge kewçkî zîwim dîtin; sewdam kird. jineke şitêkî gut, gutim: be kiřon tênagem, çend dolare?

- dû dolar

- şeşî be dû dolar?!

zimanêkî lê derhênam û lasay dekirdimewe:

- şeşî be dû dolar!

ew baş bû tozêk řûsî dezanî. şew çûyne kopnihag. le utêlêk damezram. lał û keřî tewaw. şew le jûrî qawexwardinewe kabrayek be îngilîsî dwandimî; minîş letupet cwabêkim dedawe. basî seyaḧetî swîs û qumarxaney monako û ew şitaney dekird. gutim: min pyawêkî feqîrim; lew şitane nagem.

gutî: minîş zor feqîrim; hemû daraym nagate bîst milyon dolar!!

- ey bestezman, ca çon jyawî?!

- çibkeyn, jyan eweye!

be fiřokey (key. êł. êm - K.L.M.) hatme wiyen. le utêl dwazde beẍdaym dîtewe ke le bułẍaryawe degeřanewe. dwanyan her aşnay qedîmim bûn; hemûyan ’ereb, îtir hawzimanim bo peyda bû. lewêwe geyne bêrût. gutyan çunke musafîr kemin, debê şew lêre bin, beyanî be fiřokeyekî dî deřonewe. ca were be ’erebî bîke be hera: «her dizîne! hey destibiř! ême karî tîcaretman dwa bikewê çend zerer dekeyn...». be hezar zimanlûsî gutyan: detanbeyne çaktirîn utêl û be keyfî xotan bileweřên. êmeş kêşeman her boye bû! çûyne utêl řîvîra leser beḧir. emîrêkî si’ûdî lewê bû; hêndey siłsiłe û piłpiłe pêwe bû her birîqey dehat, detgut tawsekanî baxçey buxaraye! miftî felestînîş(şîx ḧusênî)ke teşrîfî lewê bu, hemîşe dû pasdarî dest leser demançe le xizmetîda bûn.

çûme têlgirafxane gutim: bira min beyanî zû degemewe beẍda, eger têlgiraf pêş min dega, başe; dena ba pûłêk xerc nekem.

ay bêqeza bî! paş de deqîqe têlgiraf le małe xotane.

nwêjî sibeyne geyme fiřgey beẍda. be taksîyek hatmewe mał. paş ’esir têlgirafîyekeyan daye dest xom!

katê ke le řûsya bûm xeberyan damê xwa kuřêkî dawe; nawî «zagros»m lê na. şîrînîm bo mîdyof û çend hewałêkî kiřî. gutyan: çend sałe lêrey wa kuřit buwe?!

gutim: lenaw kurd eger le no mang têpeřî qibûł nîye.

pêkenî gutî: peyamnêrêkî parîsî řojêk şîrnî daynê; gutî: min sê sałe le mał nîm; xeberim bo hatuwe kiçêkman buwe!

řûbił zor û le derewe hîç naka. zebtî sewtêkim pê kiřî degeł yexçałêk nardimewe. le mosko, le lînîngirad, le bako, le buxara û semerqend, le numayşgay sin’atî mosko, herçî cwan û şyawî dyarî bû kiřîbûm, be dû çemedanî gewrewe hatmewe. řojêk miḧemmed geřabû deste ’eksêkî peyda kirdibû, gutbûy: «daye were, babim degeł ew hemû jine řûtaney mayo deberane le dem çom ’eksî girtuwe!». daykî gutbûy: «her nîşanim mede, min babit baş denasim, herçî bika her dêtewe lay xoman û namewê lomey bikem...». le hemû dyarîyekanim benirxtir, ’eksî çend kesêkî dostî bakoyî, ’eksî «nazim ḧîkmet», «bulbul» û hî tir bû ke be xetî xoyan boyan nûsîbûm: «dyarî bo hejar».

ew beyne ke le řûsya bûm, qizłicî le cêgey min karî le sitodyo dekird û bibuwe hawkarî biray şerîkekem. řast çûmewe ser pet û singî pêşûm û milim le ’ekasî nayewe. maweyek qizłicî her degeł xom karî kird. kabrayekî qereqşiłaẍî ke nawî eḧmed bû, le ertişî êranewe be jinewe le taranewe hełatbû; pûłêkî degeł xoy hênabû, gutî: «hîç kasbîm nîye û pûłîşim sed û penca dînar mawe, çibkem?». sitodyoyekî řûtekem be sed û çil dînar bo kiřî. qizłicîş bibête şerîkî; fêrî ’ekasî bikat. karêkî terceme le ’erebî bo farsîşî le řadyo beẍda peyda kird.