seyr û seyaḧetî mosko

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  726 Dîtin

řojanî şemme û yekşemme ke deyan hezar moskoyî dehatne deşt û dem çem, herkes awî sard û nûşabey xoy pê neba debû awî germî çom bixiwatewe. nazanim eger nûşabefroşî lê heba û dewłet be milyonha řûbił qazancî bikirdaye çi deqewma?!

ewî pêm seyr bû, le zistanî sextî moskoda sefî bestenîkiř dûrudrêj bû. çûme qesrî kirmilîn ke êsta mûzeye û hemû kelupelî małe şay lê dandirawe. pyaw serî sûř demênê ke ew şayane çon jyawin...

le dîwarî kirmilînda ke koneqełayek buwe, zor qutûy zerdî beqed xiştêkî tê gîrawin ke xołemêşî pyawe nawdarekanî řûsyay têdaye û leseryan nûsrawe.

çûme gořistanî pyawe gewrekanîş ke beřastî ewîş mûze asayî bû. ’eksî mirduweke le meřmeřî kêl dête berçaw. kotełî maksîm gurgî, kuřêkî beser baweşewe lê bû ke nûsrabû: «çaktirîn talîfatim...».

qebrî lahûtî, şa’îrî kurdî kirmaşanîm dît ke be xetî farsî zor cwan û dirişt pênasekey nûsrabû. degeł sełmasî çûyne małekey. jinekey tatar û zor lay dewłet beqedir bû. deygut: lahûtî eẍłeb goranî be şî’rî luřî degut...

le asayşgawe çûme mûzey arxangilîsk ke małe emîr yûsif nawêk buwe. le ’acbatîyekanî dinya bû. tenanet lew małeda şanoy hunerşandan hebuwe; ke heqî çûne timaşay lîreyekî zêř buwe. xanim duktur gutî: le dinyada take.

gutim: şwênêkî seyrtirim dîwe.

gutî: meger watîkan.

- bełê watîkanim dîwe...

řojêk çûyne şeřgey naplyon û řûs. kołekeyekî berdîn ke naplyon be nîşaney serkewtin çeqandûyetî û hełoyekî be sereweye, her le cêy xoy mawe. kabray şareza way bas bo dekirdîn û wa germ dahatbû, detgut boxoy le şeřekeda buwe. top û gulle û çekî ew řoje řagîrawin. şeř û leşkirî herdûk la be berq nîşan dedrên.

be sedan dastan û dîwanî şî’rî azerî, ke be dyarîm dirabûye, be bar nardimewe. seyrim dekird le herkiwê nawî sitalîn hebû, qełem kêşrabû. ferhengêkî gewrey tacîkî řûsîm hebû; dam be sełmasî bom binêrî; ça bû neynard.

řojî xwaḧafîzîm hat. mîdyof lêy pirsîm: «be giştî şořewît çon dît?»

gutim: «zor şitî baş û kemêk şitî nebaşim dît, bełam ḧałî şořewî ke dewłetî kirêkarane wek modî parîs be řoj û se’at degořê. lewaneye ta degemewe beẍda, zor lew şitaney min dîwme gořabin û le çakewe çaktir bûbin...».

şew ke beřêy dekirdim, kepêkêkî hełda naw befir; gutî: «řûs layan waye kesêk ewe bika dûbare sefer kirduweke debînêtewe».