nirxî wext le moskoda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  709 Dîtin

eger dełên wext le zêře, le mosko wext le xołemêş bû. be sef řawestan be ber dûkananewe, meḧtel bûn le řistûran ta xwardinit bo dênin, taqetî fîlî dewîst. le utêl deyangut: «nîweřo çi dexoy? le beyanîyewe bîłê». goya to herçî dawa dekey betaybetî bot lê denên. řojêk degeł çend kuřêkî ’êraqî danişcûda le řistûranî utêl ukirayna zor çawenoř bûyn; nan her nehat. her deşyangut êste. yek lew kuřane gutî: «xetay mine. min daway goşt kewm kirduwe ke le mînotekeda nûsrabû, ta deçin le çyay qefqaz řawî deken, debê çawenoř bîn!». paş sê se’at çawenořî nanman xward; bełam goşt kew her nehat!