kar le îdarey mebanî ’am

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  747 Dîtin

wek de pêşda basim kird, biray celalî şerîkim milî le teşqełe û fêł û ferec na. beşe dûkanî xom be pûłêkî herzan pê firoşt. le îdarey (mebanî ’am) řojê be dînarêk damezram. karekem le se’atî heştî beyanewe ta dûy paş nîweřo bû, řojê ewpeřî karekem se’atêk bû. namey ward û sadirim le mil bû. debwaye ta se’at dû bêkar danîşim. milim le kitêb xwêndinewe na. řojê be lanîkem dastanêkim dexwêndewe. řojêk gutyan mudîrkul dê. karmendan ke qet karyan nedekird wexo kewtin; her kese perwende le pêş û çawyan beserda girtuwe; min nebê. mudîrkul hat, geyşte min. gutî: «to karit çîye?».

- řojê nîw se’at nûsîn û pênc se’at û nîw wêjing dan bo dewłet!

pêkenî û řoyşit.

hêşta le dûkanekem bûm, pyawêk be nawî ’ebdulkerîm ke zor sał karmendî şirketî neft bû, îngilîsî zor baş dezanî hatuçoy dekirdim û dersî pê degutim. carê gutî:

- ḧez dekey kitêbî dînî behayî bixiwênîyewe?

- bełê, hemû şitêk dexwênmewe.

zorî kitêb bo hênam. tewaw şarezaym lew barewe bo peyda bû. řojêk gutî:

- êsta ’eqîdet peyda kirduwe ke dînêkî başe?

- mamosta min eger dest le îslamekem hełgirim û lam wabê betałe, çon ’eqiłit baweř deka lam wabê řojî qyamet ’ebbas efendî şefa’etim bo deka?! na, firîwit nadem. memnûntim ke şarezat kirdûm; bełam wek dîn qibûłim nîye.

mamosta lêm řenca; îtir hatuçoy nedekirdim. çend mangêkî pê çûbû, řojê le małewe gutyan pyawêkî dirêj, kałekêkî ałtûn koprî bo hênawî û le mał nebûy. be nîşane mamostake bû. êwareyek le çaxaneyekî ebûnewas yekêk bangî kirdim; xoy bû. gutî: fiłanî min behayî bûm; bexwa minîş wazim lê hênawe, ba aşt bînewe!