me’şûqe agay le meḧmûdî bêzewad nebuwe!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  928 Dîtin

boyan gêřamewe ke pîşewerî le êran řewîwe, řêgey nedrawe biçête mosko. nameyekî geyandote sitalîn, basî şikanî azerbaycanî êranî bo nûsîwe. sitalîn pirsîwye: «neqłî azerbaycan çîye? min qet nembîstuwe, bo çî lewê çî řûy dawe?! ba ew pîşewerîye bête lam; zor bêxeberim». pîşewerî ke saz buwe biřwa, be fermanî baẍrof kamyonêk le řêgey fiřgeda xoy le tirombîlekey dawe û kujrawe û êstaş sitalîn her be bêxeberî mawe ta mirduwe. ay be kilkî xêwîyewe! wa dyare min û mam hêmin kerî tewaw bûyn: ne sitalîn zanîwye çîye ḧałman û ne fermûyetî: «yeman pirsîskî, kurdîskî xereşo: fars xirape û kurd başe!» ême le ’îşqa sûtawîn û me’şûqe agay le meḧmûdî bêzewad nebuwe...

wek basî baẍrofyan dekird, qet çengîz hênde xwênřêj nebuwe. goya le miḧakemeda bêperwa gutûye: «penca û sê hezar kesim be dizîyewe be destî xom kuştuwe û be şufêrekem naştuwe». her jinêk ke ew wîstibêtî û neçûbête lay, be mêrd û mindałewe ḧewałey sîbrya kirawe û fewtawin. ew zułim û zełałetey le dezgay baẍrof û yaranîda kirawe, sed kitêbî dewê. ca eger kiłfet wa cwan bûbê, debê xanim çon bê?! dibê fezayḧî zemanî sitalîn geybête kwê?!...

carêk le asayşga, naybêkî şûray ’alî şukiraney azadî zemanî xiroşofî dekird. deygut: «êsta name bo bako binûsim cwabim bo dêtewe. êsta detwanîn şewane biçîne małî dostan. qedîm nemandewêra name binûsîn ke sed car timaşay dekira. her êware se’at pênc, her kes neçûbayewe małe xoy, degîra û şirit û gum dekira...».

çend kesêk le nûseranî bako deyangut ême kurdîn û kurdî nazanîn. ke yekyan «řeḧîmof» şa’îrêkî beqedir bû. řojêk le małî mîzra biraymof bûyn, gutyan: «êsta «bulbul» (ew goranîbêje benawbangeke) dête êre. îstake leqebî pirofsorî dirawetê. goranî nałê; daway goranî lê meke». bulbul hat. pîremêrdêkî ḧefta sałey zor cwan û bałaberz bû.

gutim: ustad eger minîş dawa bikem goranîyek nałêy?

- hejar min daykim kurde û kurdim zor xoş dewê. dadey defêkim bo bênin!

beřastî diłî sîsî têraw dekird... mîrza biraymof gutî: hejar leweta hatûy, nîwey nûseranit lê kirdûyne kurd, tenanet nîzamîşt lê sandûyn. tikaye zû biřowe ta minîşt nekirdote kurd!

lew meclîseda qise kira; yekê gutî: kurdistan azad debê; řeḧîm qazî ře’îse û hejar wezîrî ferhenge.

gutim: řenge řeḧîm bewe diłî xoş bê; bełam min dezanim ta çînî min û dway minîş lem řêgeyeda nemrîn ew xewne wedî naye. herga kurdistan azad bê, pyawî wekû min û řeḧîmî be pûşêk nawê. ême xoman kirdote butî zemanî cahlî. wa min her le êstawe îstî’fam le wezaret da...