çend şa’îr û nûserêk ke le bako dîtmin

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  810 Dîtin

lew şa’îraney le bako dîtmin, «’usman sarwîllî» zor şa’îrêkî berz bû. şî’rî ew de qatî şî’rî «semed wirgun» behêz û cwan bûn; bełam çunke semed dostî nizîkî sitalîn bû, nawî şa’îrî here gewrey lê nirabû.

çawim be «medîne gulgûn» kewt ke le tewrêz kîjołeyekî cwankełe û şa’îr bû; min û hêmin demannasî. bibuwe řeşêkî zor dizêwî gincawî. yekêkî ser tewaw sipîm dît nemnasîyewe. gutî: «min şa’îr ’ereb oẍłîm. her çunke le tewrêz řêgem neda yek lew kîje sirûdxiwênane bo etakşyof (fermandey hêzekanî şorewî le azerbaycan) berin, her ke hatme bako girtyanim û çarde sał le ḧebsida mam. paş nemanî sitalîn û baẍrof û deste û dayereyan hatûme der».