řeḧîm qazî
bê cêy nazanim kurtebasêkî řeḧîm qazî bikem:
binamozay pêşewa qazî miḧemmed, biray ḧeme ḧusên xanî seyfî qazîye; le sabłaẍ demnasî. lawêk bû, ewîş degeł çend lawêkî dîke hatbûne bako ke fêrî efserî bin yan bixiwênin. ke sabłaẍ şika zoryan hatnewe. çend kesêkyan wek kerîm eyyûbî, mistefa şiłmaşî û ’elî gelawêj û sułtan wetemîşî û řeḧîm qazî nehatnewe. depał ders xwêndinda be naw ḧîzbî dîmukiratî kurdyan bo saz dawin û řojnameyekî dû peřî be kurdî û azerîyan ḧewtane nûsîwe. nazanim řeḧîm çî xwênduwe; bełam nawî duktur řeḧîm bû.
ber lewe bême mosko nameyekîm pêgeyşit; dełê: «were êre, pûłî tercemey şî’rekanîşt ke nizîkey bîst û heşt hezar řûbłe werdegrî...». bom nûsî: «de’wetêkî seyre! to le ’asman sifre řadexey û nardîwanîşt sûtanduwe, çon detwanim bêm?!».
le asayşga hate lam. paş çarde sał yektirman dîtewe. herdûkman qełewtir bibûyn û ew zigî le min ziltir bû. le qisanî bonî ewe dehat ke lecêy pêşewa bikirête serokî kurd. gutim: «kake! barzanî le mosko bû; le cizîrey sûrya řojêk şwanêkî yezîdî û xawen meřêk çeqqeyan bû ke fiłane meřit dizîwe, diro dekey gurg neyxiwarduwe. şwaneke zor swêndî be şêx hadî û bulqasim xward, behrey nebû, gutî: «swênd be serî mela mistefa barzanî, min nemdizîwe», kabra gutî diłim pa bowe... emřo le seranserî kurdistanda nawî barzanî le serûy hemû nawane, baweř nakem to bitwanî ew şwêne bigrîyewe...».
de’wetî bakoyeşim her ewe pêkî hêna. her geyme bako, azerbaycanî û kurd başyan bas nedekird. deyangut pyawî dewłetî merkezîye û zor kes le hawwiłatîyanî azerbaycanî begirtin dawe ke le ḧebsida fewtawin. sereřay eweş, ew azerbaycanîyaney ke lebarey namûs parêzîyewe zor şêlgîrin deyangut: jinekey cûlekeyekî řûse; abřûbereye. to nisḧetî bike ba dest lew jiney berda. demgut: min ḧeqim çîye? xo min qazî memleket nîm.
paş subḧane xwardinêk, yekê hat gutî: jineřał ẍulam yeḧya deyewê bitbînê. xistimîye tirombîlêkî serdapoşraw. le małêk dabezî. tawêk be dałanêkî tarîkda řoyştim; birdyanme jûrêkî zor tarîk. ẍulam yeḧya lewê bû. gutî: «le tirsî řeḧîm awam to hênawe. her bizanê minit dîwe waweyla be ḧałim!». zorî derdî dił le ḧîzbî tûde hełřişit: «eger carêkî dîke bigemewe êran û çekêkim be destewe bê, her çî biłê tûdem bo babî tenbê dekem...».
çend peyamêkî bo mela mistefa nard.
le utêleke xeberêk le min dirabû ke ewsa baweřim kird řeḧîm çawdêrî bizûtnewî xełkî bakoye û ke lêy detirsin bexořayî nîye. xeberîş ewe bû: paş ewey jinî ’elî gelawêj dilaramî lê tarandim, řojêk telefonî kird:
- diłit lêm řencawe?
- karêkî nalebarit kird...
- desa wa dêm aştit dekemewe.
- kengê?
- se’at çwar dêm, betenyaş dêm.
nehat. şew degeł ’elî hat; zorîş kiz û tûře dyar bû. ḧemed gutî: řeḧîm gwêy le qewl û qerartan girtuwe, heřeşey le sîwîl kirduwe boye neytiwanîwe bête lat.
- çonî zanîwe?
- herkes le telefonî utêleke qise bika debê ew bîzanê.
le yekem dîtneweyda, zanayî û ’îlmêkî wam lê hest nekird ke berçaw bê. bełam ke ’elî gelawêjim dît, way bo çûm ke ’elî wek mewlanay řomî zimanî şemsî tebrêzîye û be derdî beşîr muşîrî beẍdaye gotenî: «to binûse û min te’lîfî dekem!», ’elî hem şa’îr, hem nûser, hem kurdîzanî baş, dukturay le îqtîsadî syasî hebû.
şewêk řeḧîm ta se’at dwazde lam bû. gutî: «eger telefonim bo kira ba le małewe qisem degeł biken». se’at yek, sułtan wetemîşî be telefon gutî:
- hemze ’ebdułła degeł cemal ḧeyderî çûne lay sulsof, zoryan xirapey barzanî kutuwe! mizgênî be řeḧîm bide!!
- her xot be telefon pêy biłê...
le asayşgay gêrtisin namey řeḧîmim bo hat, bîst û heşt hezar řûbłekem bibuwe bîst û dû! le nameyekî dîkeda hejde bû, carî sêhem bibuwe dwazde, tênedegeyştim çîye?! bełam ke le bako dîtim û basyan kird ke çon hemû jyanî serfî jinan û meşrûb deka, pêm seyr bû ke dwazdeke bo neçote jêr sîfrewe!!
min her řoje ḧeqî nûsînî meqal le řojnamey azerî û ermenî dam bo dehat, pûł wek ka wabû. ke dehatmewe bo mosko, şeş hezar řûbiłim daye xizmetî û ewî tirîşim bo ḧemedî mewlûdî becê hêşt, ke řeḧîmîş çend parçe dyarî cwanî da be min û dyar bû be giranî kiřîwin.