le asayşgay gêrtisin

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  841 Dîtin

cige le dû dukturî pyaw, hemû duktu û peristar û xizmetkarî tir jin bûn. dukturêkî jin be nawî «nîkoła yevna» beser çend wetaẍêk řadegeyşit ke min yekêk le nexoşekanî bûm. se’at şeş û sê çaregî beyanî deçûyne werziş, se’at ḧewt berçayî, se’at dwazde nîweřoj, se’at şeş şêw, îtir tenbeł û bereła... destim kird be řûsî xwêndin le kitêbî mindałan. jinêk ke dukturî mindałan bû, bo îstiraḧet hatbuwe asayşga; xoy kirde mamostam û be hezar zeḧmet şitêkî têdegeyandim. řojane pitir le dû se’at xoy degeł mandû dekirdim. deygut: «dû kuřim hebû; xuşkim kuřî le şeřda kujra û tenya mayewe; kuřêkî xom da bew. êsta kuřêkim heye û mêrd».

telefzyon û pyano degeł ’eksêkî gewrey bałanumay «marşał kotuzof» le sałon bû. sînemaş hebû; ḧewtey çwar fîlmî nîşan deda. ta zistan bû, werzişî zor xoşyan semay ser sehoł bû. le paş berçayî ta şil debûn leber dengî sefḧe mûzîkî xoş sergermî em bazye bûn. boye dełêm «bûn» û nałêm «bûyn», çunke heweł car kewşî bin çerxim saz kird û çûme ser meydanî sehoł, textî piştim ’erzî maç kird û dirînge le sermewe hat! îtir taze her le dûrewe timaşam dekirdin. her ew řoje ke geyme gêrtisin, bałtoyekî taybetî dûber, kewşêkî naw be kułkem pê bû ke le beẍda bo sermay sextim kiřîbûn. gutyan ewane bekar nayen. potînêkyan damê, lekin xuda diro nebê le çwar û pênc kîlo quristir, bałtoyek êstir hełî nedegirt. kuřêkî ’erebî beẍdayşî lê bû be nawî «’esker il ’êbî», řojêk pêkewe le seyrî semay ser sehoł wêstabûyn. hewa be řwałet zor xoş bû. dîtim her dû gwêçkey ’esker wek be gwêzan çurtimîşt kirdibê xwênyan lê hatuwe.

- ’esker gwêt bo birîndare?

destî lê da û řaykird. deygut hîç nedêşa. gutyan: «heho! ewe sermay řûsyaye, pyaw le derewe debê her dest be gwê û lûtî dabênê; dena bê ewe aga bika, xwênyan wişk debê û hełdewerin».

her ke zistan û befir nema, deştî dewruberman ke hemûşî cengełî çuẍur bû, beheştêk bû be hemû mana. dar hemû seryan le ’asmanê, der û deşt darmał le wenewşe û swêsnî zerd û sûr û gułî heme řenge. bełam pêm seyr bû: ew hemû gułe cwanane cige le yasemene û tenya gułêkî topî sûrî agirî řeng, ke ewîş desçên bû, bonyan nededa. îtir ser le beyan û êwaran û paş şêw xwardin ta demî nustinan, le naw cengeł û deşt degeřayn û xoşman řadebward. zorbey ewaney le asayşga bûn - ke lam waye nizîk be sed û penca kesêk kîj û law, nêwan sał û pîr bûn - hemû zor teyar û saz û cilk cwan bûn. wa debû be maşênî xoyanewe dehatne dûyan byanbenewe serdanî mał. řojêk le kuřêk «şuřa» nawim pirsî: «êre cêgey borjiwazî moskoyane?», pêkenî, gutî: «na, bełam kes û karî muḧteremekan lêren».

le nizîkmanewe kempêkî mindałanî pêşeng hebû. nizîkey dûsed mindałî le nêwan heşt sałe û de sałey têda bû. çend mamostayekî jinyan beser řadegeyşit; bełam hemû kar debwaye be destî mindałan pêk bêt; ewîş be nore. her dû se’atî şew yan řoj, dû mindał leber derke pasewan, bo le xew hestan û çûne werziş û ceme nan û xewtin, minałî şeypûr jen şeypûrî lê deda. çend mindałêk wiłatyan xawên dekirdewe, kewşî hemuwanyan wakis dekird, çêştyan lê dena. hemû mindał fêrî hemû karêk debûn. jinekan her amojgarî kirdin û fêr kirdinî karyan leser bû. cimhûrîyetêkî çikołe be destî mindałanî çikołe beřêwe deçû. be nore le meclîsî serokayetîda beşdar debûn. ewpeřî tekûzî û nezim û tertîbyan hebû. le se’at yazdey řojewe deyanbirdine mele. cêgey xoyan le çom dyarî bû. řojê dîm kiçołeyek demeqałey degeł kurîjgeyekî hawkempî bû. deygut:  «topekem to be awit dada û çom birdî». ewîş ḧaşay dekird. ke zorî bo hat gutî: «be şerefî pêşengîm swênd dexom min xetam nebuwe». kîjołe gutî: «besye! baweřim kird». destyan kirde milî yekewe û aşt bûnewe.

le wiçanî hawîneda minałanî pêşeng awayan řadebward û dehatne kempî hawînî le deşt. dûrtirêk le ême çendîn qesrî hawîne hewarî kirêkaran hebûn; ke mangî merexesî le deştyan řadebward. sê yekî mixarc leser kirêkar û dû beş le sê beşî, yekyetîyekeyan deyda.

şîr û goşt ga û masî zor bû; ke deyan daynê. xwardin zor le xwardinî başî kurdistan deçû. boqyan pê pîs bû; bełam deyangut zor le goşt kîseł ḧez deken. cigere û meşrûb le naw asayşga memnû’, bełam le derî asayşga meşrûb qeydî nebû. naw nawe îcaze dedra şew le cengeł ta direngê deste cem’î bîguzerênîn. bîst ya sî kes, her kese pareyekî deda, xwardin û xwardinewey pê dekřidira. le cengełda awryan dekirdewe û le dewrî řayan debward. le xwar asayşgawe çemî mosko bû. kełxozêkî qewẍa, ke sed małêk debû, lewberî çem bû. şewî wa hebû komełêk deçûyne ewê. lebîrme şewêk dû kîj çûne ber derkî małêk gutyan yasemenman pê bifroşe, pîremêrdêkî řîş dirêj be darewe řawî nan ke nafroşim. be minyan gut to biço boman bikře. be řûsîye let û petekey xom daway yasemenim kird. kabra baweşêkî bo hênam. herçî kirdim pûłî newîst.

- to ẍerîbî, mîwanî, min yasemen nafroşim; pêm cwane. bełam bo to deybexşim.

pyaw heq biłê ewendey min řûsim dîtin, hîç wek xełkî urûpa û betaybetî ełmanî û feransî naçin, ke le řast ẍerîban zor be de’ye û lût berzin. ladêy řûs wek ladêy kurdistan mîwan řadegirin; ba neşînasin. exlaqyanim zor keyf girtibûy. zor diłřeḧim û be řuḧim bûn. řojêk heşt jin û kîj le dewrî darêk hałabûn. deyan řwanîye hêlaneyek.

- xeber çîye?

- ew cûçke le hêlanewe kewtuwe. dar zor berze, çonî berînewe lay daykî?

-cûçkî qele sabûney bedfeřî sabûn diz! fiřêy den!

têkřa be tûřeyî gileyan kird:

- to însanî, deşłên şa’îrî, çon detwanî hênde załim bî?

gutim: biçin telefonçî bang ken, botan serdexatewe.

- aferîm! fikirî çake, tołey qise naxoşeket kirdewe!

le naw lêrewarda zor lode gyay zor zilim dedît. pirsîm: «bo nayan kêşnewe mał?», gutyan: «xełk be zyade deydirûn û cêy dêłn ta zistanan ask û mangay cengeł lêy bileweřên û le serman nemirin».

řojêk le zistanda, hemû xełkî kełxozeke, pîr û lawyan, her yeke hêlaneyekî le texte dirûs kirawyan dêna, le serûy daranyan dadekuta; ta eger bałdar le germên hatnewe hêlaneyan saz bê. ewe zor ferqî degeł xełkî ladêy lubnan hebû ke lew hemû baẍ û daristaneda qet dengî teyrêk nedehat; hemûyan dekuştin. tenanet carêk yaddaştî lubnanîyekî baẍewanim le řujnameda dexwêndewe ke çûbû le swartukey ’êraq be baẍî padşa řabga; nûsîbûy: «ew ’êraqyane ewende eḧmeqin, lege leg le serbanî małan hêlaney kirduwe, nayxon!!».

min mîwanêk bûm, le xarcî mosko, tenya kełxozêkim dedî ke pajêkî zor biçûk le gelêkî dûsed û penca ملێۆنی bû. deşzanîn ke pêş înqîlab, řûsya le ḧand dewłetanî urûpa û emrîkawe zor le paş bû. tazeş be birîndarî le şeřî hîtler řizgarî bibû; xerîkî saz kirdinewey wêranî û mełḧem danan leser bînekanî bû. ew kełxozeş, ełman cige le cê naqûsî kilîsakey xapûryan kirdibû; ser le nwê dirûs kirabowe. sengerî ełmananî her lê mabû.