be kurtî ḧał û bałî xełk

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  875 Dîtin

dyare min natwanim wek pêwîste basî ḧał xoşî û naxoşî xełkî ew dewłete gewreye bikem. ca meger diro dirust kem; yan bêxeber wek şyû’îyekanî ’êraq mil le fiř û fîşał nêm û kêç bikem be ga; yan wek amrîka peristekan be başekeşyan biłêm xirap. tenya nyazim waye min ew řoje ke debête bîst û pênc sał lemewber (ke sałî 1959), ew kemey dîwme basî bikem. ḧezîş dekem wek kabra nebîn ke deygut: «le wiłatî komonîstî hemû hefte baran bo tûtin debarê», yan laman wabê her ê’lanî dewłetî komonîstî kira, des becê şîr û hengiwîn le ’asman řodeřjê. debê bizanîn wiłatêkî feqîr ke řijîmî gořa, debê ew feqîrane zor mandû bin, wirde wirde ḧałî xoyan xoş ken. «kes le piřê nabête kuřê»...

mela mistefa ke taze le řûsya hatbowe, derbarey jyanî wiłatî řûsyan lê depirsî. carêk gutî: «ḧałî gundinşînekanî deştî hewlêr le ḧałî gundinşînekanî řûsye xoştire». dyar bû neydewîst diro bika. şyû’î û partî lîçyan hełdeqirçand û deyangut heřey le biře nekirdotewe; hîçî lê tênaga.

biznegelêkî kem û gařanêkî zor le kełxozewe derdeçû. boyan gêřamewe ke her gundîyek byewê manga řagrê debê le dewłet wergirê; řojê ewende şîr, ewende řon bida. manga û gwêlk saẍ bin, eger bimirin debê şayetî dukturyan leser bê ke be fiłan nexoşî fewtawin. debê sałê ewendeş goşt bida. eger manga û gwêlk ser nebřê, goşt le çî bida? debê le bazař bîkřê û bîda be karbedestî kełxoz. em qisanem le ẍeyr bîst; řast yan diro webał bestoyan. bełam xom řojêk leser golawêk şeş mirawîm dît, pyawêkyan be dyarewe bû. gutim: «to kasb nît, mirawî hîç zeḧmetî nîye. eger zortirit řagirtiba baştir bû». serêkî lê řaweşandim: «bira, be dest ewaneş pêwe bûm. ewende hêlkey lêm destênin hîçim bo namênê». ca eger ew şitane řû biden, dyare ḧałî ewaney le kurdistan ḧeywan be doxe werdegirin, xoştire. dûkanêk le nizîk derwazey asayşga bû; xełkî kełxozeke dehatin, sefyan dekêşa, ta maşîn le moskowe nanî dehêna; esa be nore nanî xoyan dekřî. dyar bû xełkî gund boxoyan ard nakene nan. řojêk le yekêkim pirsî: «zewî eger teřî û quřî bê, lewaneye maşîn biçeqê. ew xełke bo nan çi deken?» gutî: «qet maşîn naçeqê û nan her dêt!».

řojnamem le beẍdawe bo hatbûn. le (atḧadalşi’b) organî ḧîzbî komonîstî ’êraqda le şwênêkda nûsrabû: «xanewadey werzêřan le zeḧmetî çêşt û nan kirdin û qap şitin řizgar bûn. hemû şit otomatîke: zengêk lê deda, fiłan xwardin binêre, sifreyek dête ser mêz řadexrê, qape şêwekan be şwên yekda řîz debin. paş nan xwardin, zeng lê dedrêtewe, sifre û zerf serbexo deçnewe midbeqî merkezî gund, lewê deşorên». baweř ke lew demeda ke emem dexwêndewe, sefî nan kiřan sedan mîtir le dyarî dûkan wêstabûn; ta maşên dêt û nan dekiřn!!

řojêk degeł kîjêkda «nataşa» naw, le derî cengeł leber hetaw le şwênêk danîştibûyn, ew řûsî fêr dekirdim; min azerbaycanîm bew degut. kabrayek hat, wek cerîmey muxalefey maşên binûsê, defterêkî derêna:

- nawit?

nataşa zor tirsa, nawêkî tirî gut.

- le kwê dejî?

şwênêkî nenasrawî gut.

řûy kirde min.

- nawim hejar, xełkî ’êraq, le gêrtisnim.

- êre kempî mindałane, nazanin memnû’e zelamî bênê?

- nemanzanîwe.

kabra řoyşit. nataşa her deygut: «lewaneye le asayşga derimken. to bo cêge û nawî xot gut?» êwarey ew řoje, xanim duktu lêy pirsîm: kêt degeł bû?

- namewê dirot bo bikem; bełam pêt nałêm.

- pêm biłê, şerte hîç nałêm.

- nataşa bû.

- çunke to dyare pyawêkî řast bêjî, ewa ewîşim bexşî.

řojêk xanim duktur gutî:

- yonanî zimanêkî qubrusî hatuwe, kes têy naga. ḧewlim dawe, ferhengî řûsî yonanîş nîye. were bizane dełê çî?

- xanim, min û yonanî? bew hemû çermesere ew denke řûsîye fêr bûm; ewîş diłêy ermenîm ’arebî daxêwim!

- te her were...

fikirim kirdewe lewaneye le turkî serî derçê. bełê elḧemlay tirkîye kêwîlkeyekî dezanî, wek melay xoman ke farsî dełên wabû. duktur gutî: «min demzanî to hemû şitêk dezanî!». îtir zorî ’aqîde be min peyda kirdibû, ḧurmetî zor degirtim. kabrayekî le qîr řeştir, didan û çaw zerd, barîk û dirêj, sernûserî řojnameyekî (kulkute) be zimanî bengałî, «nîpal» naw, hate wetaẍî tenîştim. zor řûḧ sûk û xwên şîrîn bû. zor baş hogrî yektir bûyn. îngilîsî be lehcey hîndyane dezanî; xud’amûzî řûsîşî hemîşe be destewe bû. pêkewe degeřayn; şew ta demî xew le lay yektir bûyn. ciẍarekêşêkî lezebir bû; lêy men’ kirabû. řojêk le xanim dukturî pirsî:

- min heqim heye degeł kiçan biçme geřan?

- nek heqit heye, zorîş başe. be keyfî xot bigeřê.

- desa duktur min ’aşiqî şazade xanim nîkotînim; ba degełya řabwêrim!

- şazade le řûsya cêgey nîye. nabê bikêşî!