tozêk xeyałatî řabirdû

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  887 Dîtin

ba carê bêdeng leser textekem řast řakşêm û tozêk xeyałatî řabirdûm bênmewe berçaw; ewsa bigeřêmewe:

katê le bokanewe hatme silêmanî, ḧîzbî partî be nawî barzanî saz dirabû. hemze ’ebdułła le birîkarî barzanî serok bû. biraym eḧmed ke ewîş wek hemze ḧiqûqî xwêndibû, bibuwe wekîlî dadgusterî; ta komełey ême hebû, liqêkî komełey le silêmanî serperistî dekird. dway têkçûnman ewîş bibuwe partî. hemze tawanêkî çikołey kirdibû: xuşkî biraymî nazanim çi lê kirdibû?! bo dakujanî hera, xuşkî biraym dirabuwe hemze, hemzeş birazayekî xoy dabû be biraym; bûne xizim. bełam leser řyaset zor zû têk çûbûn û her yekey desteyekî boxoy gil dedawe. wek gutim hemû layekîşyan řûy nwêjyan de mosko bû; betaybetî ke barzanî serokî kurdanîş mîwanî moskoye. tenya ferqêkyan degeł ḧîzbî şyû’î ewe bû: partî bo aradî kurdistan le jêr sayey şyû’îyetda ḧewlî deda, ḧîzbî şyû’î bo hemû dinya û le basî kurd û kurdistan řazî nebûn; çunke beranber be pêwdanî sitalîn kurd be mîllet ḧîsab nedekira! minîş herçend wek gutim be bê ’îlim û xeber, sûrî dû ateşe bûm, ḧezim le partî dekird ke basî kurdistanim bo deka û dełê debê kurd azad bê û dewłetî komonîstî damezrênê. le milmilaney dû serokî partîda her care yekêk serdekewt; bełam hîç kamyan le naw dernedawêjran.

le beẍda bo carî dûhem çûme lay hemze û îtir nemdîtewe. degeł şyû’îyan nêwanim xoş bû; degeł partî herdûk bereş řêk bûm. biřyarîşim dabû paş «jê-k» neçme hîç ḧîzbêkewe. katê le kerkûk şagird bûm, celal tałebanî - ke le paş biraym hemekare bû - carê gutî: «be endamim nûsîwî û nawî fer’ît (çelak) bê». bełam ke hîç gwêm be fermanî ḧîzbayetî neda, bêdengey lê kira. şî’rekanim le biłavokî partîda çap dekiran, hemû hawkarîyekim degeł dekirdin. şyû’îş deyanewîst endamyan bim, qibûłim nedekird. le lay herdûk la be pak û bêterefêkî bêẍerez nasrabûm û bewe qazancim kirdû. ca ke partîş xoyan be kilkî şyû’î dezanî û layan wabû wek sofî û derwêş herdûk her bo xwayekî deken, kes giley lê nedekirdim: «bo degeł fiłan şyû’î dostî, yan bo şî’irit bo partî nûsî?!». karî başîşim ewe bû ke çawim le pûłî kes nebû. zeḧmetî zorim dekêşa, be areqî nawçawanî xom dejyam. nedetirsam biłên wa nekey me’aşeket naga. «nokerî bê xełat û berat, tancî serî aẍay xoyetî». lem barewe berhełdayek bûm, kuřî babî xom!

le paş ewe zebîḧî le silêmanî degeł hemze ’ebdułła nêwanî têk çûbû, çûbuwe lay şyû’yan û le kerkûkewe hatbuwe beẍda û pêkewe dejyayn. řojêk hetîwêkî qutim lê peyda bû, beyanêkî çap kirawî damê û nameyekîş. beyaneke be hezar û yek delîl îsbatî dekird ke zebîḧî casûsî îngilîse, nameş deygut: «hejar to nabê dostayetît degeł ew casûse ḧeqîre bê ke ḧîzbekeman keşfî kirduwe!».

gutim: yanî to û ḧîzbitan dezanin ke serî burc zebîḧî le bin dîwarî sefaretî birîtanî hełdelerzê ta ḧiqûqekey dedenê?!

- nexêr nawełła.

- de biço be mamosta biłê min be casûsî nazanim, deşzanim leser areq diłî le zebîḧî êşawe. ḧîzbîş nîm ḧukmim lê bika. ba têr awî sard bixiwatewe...

qiseke le beynî xomanda bê: pêm wabû her kesê dełê komonîstim, melayketêke û ewpeřî exlaq û akarî başî girtote ber û ’eyb deçawî minda hebê le komonîstida nîye. le seferekey buxarêst tozê fikirim gořa: «kuře xo ew komonîstaneş her binyademî xomanen; diro deken; dizî deken; buxtan bo yektir hełdebestin!». dîsan demgut: «na her ewaney ’êraq û sûrye wan; komonîstî dîke zor başin!». betaybetî kîje turkekey le buxarêst dîtim, zorî kar lê kirdim.

leser keştî lîdya bo yekem car be aşkira xom kafir kird û şî’rêkim leser şyû’îyekanî ’êraq dana. le tirbespîş le jêr nawî (şewêk le zîndan) bore gileyyekim le řûsya kird; ewîş zor de perdeda, ke çone hîç le ḧałî tałî kurd napirsin?! le beẍda şî’rekanî ser keştîm bo mamostayanî partî xwêndewe ke çapî biken. qibûłyan nekird. gutyan biveye; bełam hemû řoj deyangut: «dadey, bexwa şitêkî xoşe!». îtir le dîdarî xald bekdaş û lew dû seferey urûpawe diłim le komonîstî ’ereb řeş bibû. her demgut ewane le řêy řast layan dawe. xolase bibûme nîwe «wirdî»yek.

ke barzanî hatewe û partî zîndû bowe, le yekem ko bûnewey partîda, barzanî hemzey wederna û biraym eḧmed kira be řazdarî ḧîzb; wata sikirtêr. hemzeş be panew řegeł şyû’îyan kewt. debê eweş bizanî lew çend sałeda ke min le ’êraq bûm, her kesê leser her karêkî xirap le partî derkiraba, şyû’î be ḧurmetewe weryan degirt. partîş bo şyû’î derkiraw, her wabû. ke le sûrye hatînewe degeł zebîḧî be tewawî karman degeł partî dekird. zebîḧî gutî: «partî dełê hejar dekeyne serperistî lawanî partî». gutim: «naykem; kasbî dekem û yarîdeş dedem...».