taktîkî ’îlmî û îctîma’îy mu’esse’!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1169 Dîtin

şêx řeşîdî lolan le ḧikûmet řapeřî. şyû’î kurdistan desteyekî sî kesîyan be serkirdayetî ’elî sewzefroş saz kirdibû, ke be qewlî xoyan pirolîtar em agire dakujênin. leser daway qasim, mela mistefaş çûbuwe berayî şêx řeşîd. şyû’îyekan be bask biłind kirdin û bijî bijî degene cebhe, leser çemêk ke mela mistefa û barzanî lewên.

- ême taktîkî ’îlmî bekar debeyn û dujmin wa řaw denêyn be dastanî bigêřnewe. sovyat le sitalîngirad çyan kird, ewe dekeyn. bijî ’elî sewzeçî!

lew demeda, dû kelake polîs le çem depeřênniwe.

- ewe çin? bo mirdûn?

- kake şeře, pyawî têda dekujrê, polîsin û pyawî şêx řeşîd kuştûyanin.

- ha! ke waye debê ême (îctîma’î mwesse’) bikeyn (yanî be firawanî ko bînewe).

paş tawêk dênewe lay mela mistefa:

- îctîma’man qerarî da tifengekanman bideyn be to, toş sî pyawman řegeł xe ta le řêge řûtman neken!

- zorim pê xoşe, bełam dû kestan degeł denêrim û xatircem kes nawêrê bête ser řêgatan!

mela mistefa tifengekan deda be barzanîyekanî xoy:

- bo her çwartan yekêk. eger xawen tifeng kujra, yekî dî hełîgrê.

- gutyan barzanî tifengekeyan maç dekird û nêwçawanyan řê dexist.

mela mistefa fermûy: «ze’îm qasim gutûye: dełên řadyo kurdîyekeman zor bêtame, kesî wat pê şik naye pêy řabga û çaktirî bika?! gutûme yekêk heye eger ew bîka, min zamin be keyfî toy saz deda. des becê fermanî beser řageyştinî beşî kurdî be nawî to nûsî û xeberî le wezîrî řoşnibîrî dawe ke çît dewê pêkî bênê. eger îşkalêkit bû, be fu’ad ’arfî wezîrî dewłet biłê!».

çûme lay wezîrî řoşnibîrî; ke nawî «fîseł samir» bû. zennun eyyûbî çîrok nûsî le la bû. wezîr pirsî:

- beşî kurdî řadyokeman çone?

- lewe baştir çon debê?!

- xo na, dełên zor xirape. dey deçîye serî û çaktirî key?

- bew şertey desełatim hebê be keyfî xom řagirim û derkem.

- başe tenya nabê ze’îm weḧîd derkirê, çunke ze’îm qasim kirdûyete karbedest û çawdêr.

- cenab! eger de pêş hemû kesda ze’îm weḧîd bameřnî dernekirê, naykem. efserêkî bêsewad, xwêřî, kurdî nezan, birakey xoy -fexrî bameřnî- ke her dû çawî kwêre û dengîşî zor naxoşe, hem qur’an xwên, hem goranîbêj, hem tar zenî řadyoye û mindałekanîşî korsin. ze’îm weḧîdîş, dûr le řûy to, be gewad nawbangî derçuwe.

- axir qasim daynawe, dernakirê.

- minîş naykem!

hatme lay fu’ad ’arf bom gêřawe. ’ewnî yûsif ke wezîrî îskan bû lewê bû, gutî: to mangî çend le ’ekasî peyda dekey?

- nizîkey pazde dînar.

- de beşerefim le řadyo mangê dûsed dînar pitir peyda dekey. tuxwa ewe ’eqłe to hete?!

- kake ’ewnî! eger netwanim be keyfî xom kar bikem, her be mangêk dûsed dînar û abřû çûnim des dekewê, dełên ewîş lew diz û ḧîzaneye.

wam xeyał kirdibû, her ke bûme berpirsî řadyo, ew hemû goranîbêje mimbareke bang kem: «herkes biçê kelîmatî goranîyekanîm leser kaẍez bo binûsêtewe». demzanî çend gûkarî kirawe. be qewlî zebîḧî deygut: «eger destim řoyba, ew goranîbêjane û qisekeraney řadyo kurdî beẍdam de jûrêkda ḧebis dekird; hemû řoj le kulankewe be seryanda deřyam ta dexnikan! xo ewan zor sałe be ser êmeda deřîn!».