řadyoy kurdîy beẍda

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  835 Dîtin

hîç şitêk le řadyo kurdî beẍda tiřkentir nîye. goranîbêj aheng û şî’rîş le xoyetî, ca ba kerî gêjîş bê, hemûy her partî bazî û xizim xizmêne û ewî qedrî nebê ferheng û edebî kurde. meselen nesrîn şêrwan le goranîyekda tenya dełê: «ez dest li narînê xo bernadem - kirasî zerd deber nakem», sed carî dûpate dekatewe. eger kesanêkî wek tahîr tewfîqyan denawda hełkewtuwe, be hełkewte û îwa be qablîyetîş guł naka. demewîst hemû zibił û załekan řamałim û tozêk pak û xawênî kemewe. ça bû şukur qibûłyan nekird.