awiřdaneweyek le şyû’îyekanî zemanî padşayî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  825 Dîtin

lêreda demewê berew paş awiř demewe û basî şyû’îyekanî zemanî padşayî bikem:

hemû xełkî şaristanî ’êraq, betaybetî řoşnibîran, zoryan řiq le îngilîsî dagîrker bû. ewanîş wek ême le êran le dijî îngilîs şeytanîşyan pê baş bû. le zemanî hîtlerda hezaran lawî ’êraqî leser nazîyetî gîran û xirane bendîxanewe. tenanet mamosta mela cemîl řojbeyanîş be tometî nazîyetî sałêk pitir le girtûxaney ’emareda mayewe. le sayey ew girtinewe twanî şerefnamey bidlîsî le farsîyewe bikate ’erebî. supas bo ew zîndane...

ke hîtler nema, îtir lafawî diłan řûy kirde mosko. ḧîzbî şyû’î nihênî bû; nedenasran. leber ew nenasîne wek endamanî «jê-k» xełk be pîroz û pyawçakî dezanîn. nek her xełkî řemekî û bazařî, tenanet dewłemende here zilekanîş xoşyan dewîstin. eger şyû’îyek le dest polîsî nûrî se’îd hełatba, xoy be her małêkda kirdiba deyanşardewe; bexêwyan dekird. kes diłî biřway nededa byandate dest dewłet. endamyan lewpeřî fîdakarî û nedarî û bênazîda dejyan. be cilî şiř û nanî wişk qinyatyan dekird û şukirî sitalînyan debjard. bełam hestim dekird ke le axir oxrîyekanî zemanî nûrî se’îda, zor pyawî dewłetyan de pał hełkêşrabû. car car řefîq çalakim le dûkanî beşîr muşîr dedî û tirsim lêy beser çûbû. meselen deygut: «fiłan řoj, se’at ewende, şyû’î le fiłan û fiłan şwênewe tezahurat deken». řast derdeçû.

bełam axo mamosta payeberzekanîşyan le jyanda wek borepyawekan bûn? deyangut ewan zor xoş dejîn. çend kesêkyan ke debwaye xo weşêrin, małêkyan bo degîra. herçî pêdawîstî jyane dehate ber destyan. çend kiç û jinêkî şyû’îş xizmetyan dekirdin û degełyan dejyan; ke nawyan lê nabûn: «mayey xoşî mamostayan». ew xuşke şyû’îyane mułkî ḧîzb bûn; deyantiwanî byanbexşin. bo qedir girtinî «mamosta miḧemmed tewfîq wirdî» ke hem şa’îr, hem nûser û pitir le penca namîlkey nûsîwe û zor kurte bałayekî naḧez û bêfesał bû, yekêk lew jinaneyan pê bexşîbû, detgut ḧorî beheşte. jineke xuşkî ew ’usman mecîde bû ke basim kirduwe.

carêk mamosta tewfîq widrî nardirawete taran ke peyam û kelamî ḧîzb be tûde bigeyenê û şityan lê fêr bê.

- birakan ew jinem be tenya le beẍda çon bijî?

- xemit nebê, birayekî ḧîzbî denêrîn agay lê bê û jyanîşî dabîne.

wirdî paş dû mang degeřêtewe. le dirga deda. jin ser derdênê:

- ẍerîbe to kêy?

- çon kêy?! hatûmewe małe xom!

- pyaweke were dû şeq dew řûte pûte hełde!

biray ḧîzbî be darewe boy dê! jin nema, wirdî wext bû şêt û har bê; milî le qesîde hondinewe na, basî hîcran û fîraq û em qise qořane. bełam diłî biřway nededa biłê şyû’î xirapeyan degeł kirdûm. deygut: «î wayan têda heye zor baş le lênîn û lîwşawşî negeyştuwe». kabray jinekey wirdî berkewtibû, nawî ’umer ḧem şîn, xełkî koye bû; demnasî, lomem kird ke ew zułmey bo kirduwe. gutî: «kake! xot terḧ û dîdarî wirdît dîwe, le meymûn naḧeztire. ḧîzb ew jiney pê bexşîwe û naçar buwe mêrdî pê bika. ḧîzb qerarî dawe lewî bistênêtewe û bîda be min, zułmî çî û ḧeq û ḧîsabî çî?!».

min lam wabû zor lew qisane ke be şyû’îyanî ’êraqî dełên, le řûy ẍerezêkeweye; zyadyan bo weser dexen. paş çend sałêk, le şořşê barzanîda, ke le gundî (lêwje) bûm; ḧemîd ’usman ke maweyekî zor ři’îsî ḧîzbî şyû’î bibû, lê kewtibû; degełim hawmenził bû. şewêk zorî xwardewe, tewaw serxoş bibû, nihênî û syasetî lebîr nemabû. girêy zimanî kirawe û basî řojanî sełtenetî xoy dekird ke ewsa le serokîda, ke be nihênî le xanûyekî kerkûk jyawe, deygêřawe, gutî: her şew hewałan kîjêkyan bo dênam. şewêk taze kîj hatbû, birakey hat: «mamosta ême le řêgey êweda serman pêwe nîye; bełam dayk û babim kone peristin. bizanin ew kîje deskarî kirawe, serî debiřn. çakem degeł bike, xom lecyatî xuşkim lat demênmewe». dîtim kuřeke zor lûs û cwantire le xuşkî, qibûłim kird. însanîyet hełînam ke tikay bigirim û xuşkî le bełayek necat dem!!». ca ke dełên qisey řast yan le şêt bibîse yan le mindał, debû byangutaye: «yan le serxoş!». lêm řûne êsta eme be ḧemîd biłên (eger mabê), hezar tełaq dexwa, ke nemgutuwe.