dîsan sê tifengidar
Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
1080 Dîtin
degeł zebîḧî kewtîne nîgeranî: xwaye qizłicî le mawey em sê sałeda çî beser hat? deyangut bote fałçî le kirmaşan, tûr û gêzer defroşê. soraẍman her nekird. dway dû mang ke hatînewe beẍda, qizłicî peyda bû. ke degeł zebîḧî lêk hełbiřabûn, bibuwe mîwanî ḧafîdî amozay û xoy geyandibuwe hełebce. ew hemû mabeyne bote sofîyekî řîş dirêj le tekyey şêxêk û nuştey lebatî şêx nûsîwe û nan û doy tekyey xwarduwe. ta kûdetay qasim çend mangî beserda têpeřîwe, taze wêrawîye derkewê. dîsan sê tifengidar geyştînewe yek!