dîdarî ze’îm qasim

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  767 Dîtin

řojêk celal tałebanî gutî: «tomarêkî dirêjman saz kirduwe; piřî le îmzay kurdekanî sûrye. zebîḧî û toman kirdote wekîlyan. dawaman le qasim kirduwe boy berîn. xo saz ken biřoyn!». gutim: «minî wa şiř û şiřoł bexwa nayeme lay ze’îm». naçar kirasêkî zor baş û pantołêkî ḧazirim pê kiřîn. de kesî tirîş, ke celal û xuşke zekyey feylîman degeł bû, çûyne wezaretî dîfa’. zebîḧî tomare dirêjî řaxist; be ’arebî sûryayyaneş fermayşatêkî fermû. îtir qasim milî lê na, se’atêk leser yek nutqî kird; gêjî kirdîn. fermûy ba ’eksê pêkewe bigrîn. îtir bê ewe kesî tir zimanî bigeřê, wext nema hatîne der. daway kiras û pantołekeyan lê kirdimewe, cwabim nedanewe!

le şořşî kurdistanda ke dewłet bibuwe dujminman, kabrayekî tukmanî hewlêrî degirin. ’eksekey nîşan deden; dełên to hejarî! çend çîn darkarî deken. ta şayet peyda debê ke ew kabraye bê’agaye; ewsa berî deden.