mamosta goran
her ke taze hatbûynewe beẍda, gutyan mamosta goranî şa’îr lêreye. her dûr be dûr aşnay bûm û nemdîbû. çûme zyaretî le utêl sîrwan. fermûy: «hejar car car dił xeber deda. wa komełî nûseran û şa’îran damezrawe; sed û penca endamin. dawam kirduwe nawî toş nûsrawe. herçend gutyan kes nazanê le kwêye; taze nayetewe; dediłim çeqîbû dêyewe. diłim xoşe ke nawit nûsra.
- mamosta supast dekem; bełam naykem.
- çon ew şanazîye qibûł nakey?
- qurban çîrokman çîrokî musułmananî hînde: bewpeřî azadîş řenî biden, her kemayetîn. pakistan boye dirust bû... no kurd degeł sed û çil ’ereb çon derberê?!
eger biraderan řast deken, ba fer’êkî kurdistan bo ême danên; kitêbî kurdîman bo çap ken. ewan her dełên kurdî be ’arebî terceme ken, botan biław dekeynewe. yanî her debê nokeryan bîn û xizmet be ferhengî ewan bikeyn...
ew zorî fermû, min kemim bîst. lew naw qisanda fermûy:
- zor kes dełên to bo çûye ḧîzbî şyû’î? bewan çî?
- bibexşe! minîş yekêk lewanim. mamosta eger ḧîzbî bûy, yekêkî wek cemal ḧeyderî pêt dełê: şî’rêkman bo biłê! fiłan û fiłan şitî têdabê. eger xoy şa’îr bê be to nałê. toş eger xot boxot fikir nekeyewe, şî’reket fermayştî eḧmeqêke to hondûtewe. debê şa’îr masî bê kêrd bê, boxoy binûsê, ewsa desteyek her lagîrî debin. her le xot depirsim: tuxwa şî’rî(dawetî qeredaẍ),(geştê le hewraman)ke ewsa ciḧêł bûy, degeł şî’rî (bit û bitewan) ke be pîrî fermûte, kamyan baştirin?
- dyare ewanî pêşû.
- emeye te’sîrî ḧîzbayetî leser şa’îr...
her ewcare, mamosta goran ke le pirsî ew, cwabim dawe be mał û mindałewe be dû dînar le telkoçerewe hatûyne mûsił, seyr ma:
- çon wa herzan?
- mamosta mał baweşêk bû; lat waye małe qere tajdînim bar kirduwe?!