taney qedrî can

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  998 Dîtin

ke le atîn weřê kewtîn fetasîyekman pê nebû. keştî le benderî eskenderîye řawesta. xełkêkî zor hatbûne benderga. le serbanewe sînem destî bo kabrayekî zelamî, ser bê tûkî, zigzil řadaşt: ewe apo ḧîlmî xomane. apo ḧîlmî! apo ḧîlmî!

apo awřî dayewe, daybezandîn; birdînîye řistûranêkî dem beḧir. bê to naxoş ewendey jambirî (qirjałî beḧrî) û abco daynê, hełmisayn. sînem têlgirafî bo daykî kird, ke pûłî taksîman pê nemawe le benderî bêrûtewe bêyne nawşar. be gumanim no řoj û heşt şew le beḧirda bûyn. nwêjî xewtinanêk geyştînewe benderî bêrût. tayekî sextim hebû. řewşen xanim be taksîyekewe çawenořman bû. řast birdînîyewe şam û emin le nwênda kirdime nałenał. le şam, qedrî canî şa’îr dîtmî, pêm pêkenî, gutî: «to û zebîḧî her mil le xeter denên! kwa çîtan kird?!». lewe zor pest bûm; bełam cwabêkim nedawe.

paş sê řoj berew mał hatmewe; geyme ḧełeb. mîwanî utêl yermûk bûm ke xawenekey -mecîd aẍa- kurdêkî xełkî ’îfrîn bû. meḧmûdî feqê miḧemmedî hemewendîş lewê bû; ke zor basî kurdayetî be diłsozî dekird. le geştêkî estembûł geřabowe. ke le dwayî heweł kesê bû be caş le silêmanî, ew hemewende bû; heweł kesîş bû ke pêşmerge le naw şarda tîroryan kird.

çêştengaw le sałonî utêl danîştibûm şitêkim dexwêndewe; ew se’îdey basim kird, ke min û seyda cigerxiwênî geřand, hate jûr û lewlawe danîşt. gutî: «hejar degeł xalîd bekdaş çonî? ew neyhêşt be mirad bigey, wa nîye?», pêkenî. gutim: bira! minî awarey bêkes, hîç huner nîye gałtey xot be min bikey. karêk bû, boy çûm; serî negirt. xetaş le kes nîye, wîzeman natewaw bû!

- pêt waye gałtet pê dekem?

- bełê qedrî canîş teşerî lêdam...

kursîyekey hêna beranberim, gutî:

- ta êsta sał nebuwe de hezar lîre kemtir barbûy ḧîzbî şyû’î bikem. laqî espekem dexeme kwêy daykî xalîd bekdaşewe. ca bizane çon abřûy xoy û segelekey debem. to çûbûy leser kurd wecwab bêy, eger ême wîcdanman bê, debê eweman deçawda bê û dost û dujminî xoman binasîn...

hatmewe tirbespî û kiruşmem kirdewe.

duktur nafîz, bira gewrey duktur nûreddîn zaza, le paş şořşî şêx se’îd le turkyawe awarey sûrya bibû; le qamîşlî pizşikî dekird. her kurdêkî gundî û feqîr biçuwaye lay, dermanîşî bo dekřî û beřastî zor be behre bû. gêřayewe: «carêk çûme gundêk ke gutyan nexoşêkî feqîrî lêye û cewanêke. qutûyek şukułatîşim bo bird. daykî gutî: kuřî min řabe! duktur cuklêtî bo hênawî.

- heyhû heyhû! ewe dêm naçête pîwazan dełên cuklat bixo!».

gutim: ḧeqî hebuwe, minîş pîwazim pê le cuklêt xoştire.