bonî dîmeşq û beẍda!

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  877 Dîtin

çûyne ewserî şar, daway biłîtî tazeyan kird ke degeřêtewe. yexey biłîtbiřim girt, be tirkî dełêm: «kwa etîna?» tirkîzanêk le koł kabray kirdimewe û qetarî berqî nîşan dayn ke be hasanî çûyne naw şarî atin. le naw qetarî berqîda kwêrêk be kemançe ahengêkî lê deda pyawî serxoş dekird. bîst diraxmem de kiławekey hawîşt. zebîḧî gutî: wełła qerenyaẍa gûy way nexwarduwe!

- kake ew mûzîke pitrîşî dêna...

wek ’aşiqêk çend sał le yarî dûr kewtibê û lepiř çawî pê bikewê, her geşke bûm:

«oxey, biřwanin ew hemû mêşe nazdare leser dûkanî beqałan ḧełway be şeqan deken!». be hezaran mêş pêkewe hełdefřîn. şukur le bêmêşî ełman řizgar bûyn û mêşî atin bonî dîmeşq û beẍday lê dê! ber le hemû şit baqlaweyekî estembûłîman noşî gyan kird.

swênd xwardin, diro kirdinî dûkandaran, dîmeşqî webîr dênawe. bełam hemû şit ewende herzan bû nebêtewe. sînem xan kirasî kiřî û dyarî bo daykî. zebîḧî gîrfanî piř kird le pakete ciẍare. min sebîlêkî be cinciř finciřim be dwazde direxme kiřî. kabra, ke destî biřîbûm, de berde çexmaẍî bexořayî damê. ew sebîle le dîmeşq be penca lîre bû, ke pitir le de qat girantir dekewt. çûyne seyrî (akřopoł). beřastî pyaw serî le şaristanîyet û hunerî çwar hezar sałey yonan gêj debê. leser keştî wekîlêkî dadgusterî ’erebî ’êraqîman bû be aşna. basî yonanî dekird:

- kuře ew etênyane ewende kerin nebêtewe. min le řistûran daway hêlke dekem, mirîşkim bo dênin!

- çon?

- le kaẍezêk ’eksî mirîşkim kêşa, dam be garson.

- dey cenabî mamosta! ’eksî hêlkeşt le bin mirîşkeke kêşa û îşaretit lê da?

- ca emey bo çîye? ew kere nabê bizanê min çim dewê?!

- bełê, kerî seyr le dinya heye!

leser keştî sirûdêkim dirust kirdibû leser weznî: «em cejnî sałî tazeye newroze hatewe» serbendekey eme bû:

řoyîm heta pilîznero, lewla geřamewe

neyhêşt heřim piřagê, şyû’î le şamewe

şeş beyt bû basî ew jyane guwawyey dekird ke lew beyneda řamanbiward. min dane danem dexwêndewe û sînem û zebîḧî kors bûn, serbendekeyan degut. bedaxewe her sê beytîm lebîr mawe; ewîş têkeław, meselen:

birlîn û doşekî le hewa, goşt berazî pîs
awdestî naw qetar û be pêwe siř û qetîs
«dîdî» bexoy û fînf û le řêy godzibîrgewe
małî sefîr û cûte leser textî werkewe
mîlan û cênewa û leser «lîdya», le dêk
řût û řecał û sîs, le berîka nîye dirêk

şew le deryada dîmenî agir piřjênî (sitrumpułî) be lamewe zor cwan û timaşayî bû.