le qamîşlî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  886 Dîtin

şewêk le qamîşlî mîwanî ḧacî mîrza bûm; eḧmedaẍayekî kone efserî ’usmanî zor qise xoşîş mîwan bû. şew cêgeyan leber heywan bo řaxsitîn û zor direng nustîn. tewaw çawim germ nekirdibû, be zîřey çwar mîkirofonî mizgewt řapeřîm. eḧmedaẍa danîştibû cigerey dekêşa, gutî: «ba çîrokêkit bo bêjim: małim le gundêk bû. micêwrî mizgewt seyd bû; kerêkî hebû kołûy lê bar dekird, her le êwarewe yek bîn deyzeřand ta beyanî. cîranêkim hat gutî: to pyawêkî dinya dîdey, leber zeřey kerî seyd xewm lê ḧerame, çarêk bike, diłî seydîş neyeşê.

- be dizîyewe serî şew hêndêk řonî kere bixe naw qingî nêrekerewe; ḧeqit nebê.

byan zû, seyd hat: eḧmedaẍa kerekem mayey jyanme, dengî nûsawe, dexoy denûsê bizeřê, lepiř nûzeyekî dê û peşîman debêtewe; çim lê dekey?

- mam seyd, sałêk le lay qars û bayezîdan keran tûşî ew nexoşîye bûn; qiřanyan kird. awî em dêye bo nêreker des nada, makerêk bikře û eme bifroşe ta netopîwe!

îtir xełkî dêm le zeřey ker necat da!».

penca kesêk le kurde şyû’îyekanî cizîre, seru şeşsed lîreyan dabû, degeł karwan xirabûn û çûbûne mosko. her řojî heweł le mosko qiseyan bo kirdibûn:

- fermanî hewałî xalîde: hîçkes nabê biłê kurdim. debê êweş bergî ’arebî be ’egał û kirasî şořewe deber ken û biłên ’erebî sûryayn. herkes xîlaf bika derî dekeyn.

ewane ke geřabûnewe be tałî û qełsîyewe gileyyan le ḧîzb dekird. ke xeberî seferekey zebîḧî û minîşyan zanîbû, gileyî bin lêwan teqîbû; bibuwe hera û lomey be aşkira. ḧîzbîş wek zorbey ḧîzbe şyû’yekanî tir, le her kesê gileyî bibîstaye kiłîşey casûsî pêwe denûsand û deygut pyawî îstî’mare; dolarî de baxełdaye. des kira be pa kirdinewey ḧîzb le endamanî gileker. zoryan derkird. tenanet arakêle ermenîye quřbeserekeş weber kewt. derkirawîş wexo kewtin. lew dişteda řawyan le şyû’yan dabeşî. le herkiwê byangirtiban dûçerxeyan lê destandin û têrî zigyan pêlaqe dekirdin. le dêhat nanyan nededanê. xulase bibuwe řawe beraz.

êwareyek le qamîşlî remoy berpirsî lêjney qamîşlî be tika birdimîyewe mał ke şîw bixom. destî kird be cinêwdan bewaney degij ḧîzb řaçûn:

- ne hîç deden, ne dehêłn genim bo abûne ko keynewe.

- hewał řemo! eger kwanêk le pêst bêt, duktur xwênî nexoş dezmiwê, bizanê le derûnîda çî heye ke bote mayey kwan û zîpke. ewaney dertan kirdûn hemûyan endamî xoşewîstî xotan bûn. qet bîrtan nekirdewe kam sehuman heye? nexoşîyeke le kwêweye? keçî her maksyetekey xotan dełê qeza û qeder diroye; herkes be ẍełet neçî, tûşî beła nabê. êwe hezar kestan kirde pyawî îstî’mar, eger her yekey dû xizmyan hebê ewe bûne sê hezar. sê hezar derkirawî dolar wergir ḧîzbêkî behêze û berbest nakirê.

- zorbeyan leser to be kijmanda hatûn. layan waye xetay êmeye negeyştûye mosko.

- min derbarey êwe hîçim be kes negutuwe. her gutûme wîzekeman tewaw nebû. eger ewan emeşyan kirdote mayey gileyî xetayekim nîye.

- deca çarêk bike!

aẍa qoç beg deygut degeł yekêk şeřman kird; şeqêkim deber zigî hełda. şew daykî hatbû;

- qoç beg gyan! kuřekem tiřî pêwe bend nabê, ’îlacêkî bike!

- bo daykim min du’am lê kirduwe? cê şeq çon be min çare dekirê?!