şêx ’abîd

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1187 Dîtin

şêx ’abîd: be xeyał bêne ber çawî xot: dirêjêkî barîkî naqołay şan datepîw! milêkî sîsî çiłkin, demuçawêkî dirêjoke, dû çawî pirûş, lût dirêjî dendûke dałaşî, serêkî dirêjî keçeł ke yek tûkî pêwe bê, le xene dirabê, şiłeyek bê piř le pełey sipî û xeneyî, ewe şêx ’abîd bû! kuřî melayekî zaxoyî, le êran degeł mela mistefa buwe, le geřanewey berew ’êraq, le ser birîndarêkyan becê hêştuwe ke le befirda gîrî xwarduwe; tifengekey řifanduwe! le hewlêr mał û mindałî pêkewe nawe, çwar kuř û kiçî heye. lat û serserî û gellayî řaydebwêrê. qederêk le sûrye małyat kokerewe buwe; dizî kirduwe û nawêrê biçête sûrye. kuřêkî danişcû bû; ta xwa ḧezka necîb û be’exlaq. lewewe bawkîm nasî ke kuř řojî cum’an karî neqqaşîy małanî dekird û bawkî lêy dedzî! şikatî lay min dekird. řojêk le cizîre peyda bû:

- seyda çibkem? le beẍda be tometî bêkarî çil řojyan girtim. hatûme êre, lêreş pêm bizanin qaçaẍim...

namem bo ekiremî ḧaco le ḧeseke nûsî: «to detwanî pênasêkî sûrî degeł ře’îyete ’erebekanit bo wergirî, tikaye yarîdey bide!». têmgeyand řast biço małî ekirem; le hîç kwê la mede! teşrîfî le řêwe çûbuwe qawexane, be ’arebîy ’êraqîyane milî şat û şut nabû: sêsed serbaz û efserî êranîm be esîrî girt û bo mela mistefam bird; tankêkim şikand; çîm kird û çîm kird! polîs qiř girtûye. xeberî bo ekirem narduwe, ekirem le zîndanî derênawe; cilî bo kiřîwe û hatote şam, bote penahendey ’êraqî. le ulêleke dîtmewe:

- dey çonî?

- xudê mangê de dînar werdegirim, têra areqim naka!

- mał û mindał çî?

- gelek başin!

řojane kitêbêkî - ke piştekey çekiç û das yan ’eksî şyû’îye zilekanî pêwe ba - debirde qawexaney komonîstan, le ser la řadekşa ke hemû piştî kitêb bibînin; yanê ha minîş şitim! mamosta, mamosta kerî nêr neydekêşa. nameyekî le beẍdawe bo hat; hełmipçiřî, kuřekey nûsîbûy: bîstûmane ḧiqûq werdegrî. to lewê areq dexoyewe, êmeyan leser kirê nedan derkirduwe. lenaw kawlêkdayn; ca wa debê? şêx ’abîdim lome kird: namerd wa debê?!

- seyda min sed lîrey sûrî werdegirim; çî binêrim?

- eger wek min bikey, řojê be utêlewe be dû lîre beřê deçî. çil lîreş bo mindałekanit binêre!

- tobe le ser destit: bo xot pûłî min wergire, çî dełêy wa dekem, demîş le areq nadem. serî mang heşta lîrey hêna û mestîş bû:

- be xwa bîstekem le qerz dayewe!

- emcar qanit bê; îtir bese.

- tobe le ser destit...

gutim: bo ’erîze nadey be dewłet ke min bawkim hezar tifengiçî heye; le zaxoye. nûrî se’îd lêy detirsê. şîle wa bîle wa. ’ereb kerin; lêkî nadenewe; lewaneye ḧiqûqit zyad ken.

- de bom binûse deyxeme postewe.

- dway çend řojêk be pele hat: seyda! sebrî ’eselî serok wezîr daway kirdûm.

- biço!

- qet wezîrim nedîtûn; sam demgirê. fêrim ke!

- biço jûr, kiławit dagre, sertî bo danewêne, biłê ew serem le řêdaye! eger gutî çit dewê. biłê qurban areq û qeḧbe zor girane, bo penahendan koponman denê ba le ser ḧîsabî dewłet bê!

- seyda to gałtem pê meke!

gutim: her çî le ’erîzekeda nûsrawe bîłê û biłê parey babim namgatê, ḧiqûqim bo zyad ken; biřayewe.

şêx le wetaẍî çawenořî çawenoře.

- fermû biço jûr.

gutî: her we jûr kewtim, basî kiław dagirtinekem hate bîr, le piřmey pêkenînim da. serokwezîr tirsa, gutî: çîye? şête?!

- na qurban, hełametme.

- çay bo bênin.

çam be demeweye deyxomewe. pirsî: dey detewê çit bo bikeyn? neqłî koponem we bîr hatewe, le piřmem da, lîk û çiłmim degeł çayî têkeł bû! bangî kird: bîbene der! ewe şête! deryankirdim. eweş bezmî to!

paş ḧewteyek be pêkenîn hat: seyda! heşta lîrem ḧiqûq bo zyad kirawe; zorit memnûnim. emcar heştam deda be xoy, setim bo mindałekanî denard.

şêx ẍeyb bû; nehatewe. utûçî û xawen utêl gutyan pûłî êmey le sere. gutim le ser min. paş pazde řoj şêx hatewe. le dûrewe deygut: betałim kird! namewê! segî segbab!

- were serserî! le kwê bûy? řastî biłê!

- kuře degeł pîrêjnêkî heşta sałey řûs, ke le şořşî oktobir hełatuwe, bûme dost; çûme małî. zor xoş dejyam. şewane leber řadyogram řeqsiman dekird. çawêkî deskird bû; memkî peřo bû; serî keçeł bû - wek xom - pirçî le bazař kiřîbû; didanî taqim bû. keçî dwênêşew le řeqsa qingî lê kewt! ewîşî nebû! betałim kird û hatûmewe utêl!

- dey sindan le serit da bo ew diłdarîyet!

***