degeł zebîḧî le şam

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1228 Dîtin

zorim şî’ir le cizîre nûsîwe le dîwanekemda îşareyan pê kirawe. zor car le cizîrewe deçûme şarî şam.

degeł zebîḧî - ke serkargerî dekird - řamdebward. deçûyne małî «řewşen xanim» bêwejnî «celadet ’alî bedirxan» ke mudîr medrese û jinêkî zor zana û edîb û kuřêkî ciḧêłî be naw «cemşîd bedirxan» û kiçêkî gewrey be nawî «sînem bedirxan» hebû.

carî wabû dû mang le şam demamewe. herga bo mexarîc dademam, be ’ekasanî ermenîyewe degeřam, camim bo řitûş dekirdin, ’eksim bo çap dekirdin û ḧeq destêkim destand. mexarîcim kem bû.

le utêlêk dejyam hîy kurdêkî ’ereb zimanî kurdekanî şam û nawî «ebû eyyûb» bû. şewane lîreyekî sûrîm deda ke debuwe dû timen. berçayî dû nanî gewrey xomałî jine dirûzan ke her nane cwanekanî sabłaẍ bû, demkiřî û deçûme dûkanî «fulî mudemmes» firoş. çendî dexoy be sî fils. baqley kuławî naw mast, řon û pîwaz be serewe, hêndem dexward her dirîngem dehat. îtir ta şew birsî nedebûm. şewaneş çend dane filêfle - ke tozêk hewîre û de tozê bîbarî sûr, le řonda sûr dekirêtewe; xwardinî feqîrane û zor herzane - demkirde şêw. řojê dû timen le serim dehat û le pêm derdeçû; bew şerte pûłî çayîxaneşim deda. çaxaneyek hebû xawenekey nawî «ebul’îz» bû; bibuwe mekoy hemû penaberanî awarey ’êraqî. çayîyek be çarege lîreyek (pênc qiřan). yek çat xwardibawe, taze ew řoje bîst carîş biřoybay û hatbayewe, kes neydegut kerit be çend. řojane lew çayîxane degeł «’usman sebrî» şa’îr - ke be «apo ’usman» demandiwand - texteman bazî dekird. zor car leser fêłkirdin be gijmida dehat û zû aşt debûynewe. pêkenînî xoşman be selîm nawekey koneserokî şyû’îy ’êraq bû ke hemîşe çortî deda û demî awałe dekird û mêş le zarî deçûne jûr û derdekewtin!