seyrêkî cêjwanî mem û zînan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  938 Dîtin

xerîkî nan xwardin bûyn, miḧêdîn ḧaco (kuřî yûsif ḧaco) hate mał.

- seyda! nayey biçîne geřanêk? beharêkî zor xoşe.

- bo kwê?

- deçîne «’ên dîwer».

degeł miḧêdîn û dû lawî tirî małe ḧaco, lenaw cîpda bîrim dekirdewe: heyaran! le hawînî penca û şeşewe lêrem. çone zyad le hemû deman, emřo dembene seyranê?! ’ên dîwer beřastî şwênêkî xoşe. le ser çyayekî nermî zor berzewe deřwanête řûbarî decle û piře le baẍ û baẍat. şew ta paş nîweřoy beyanî lewê mayn. gutyan ba biçîne şarî cizîr û botan.

- çî? ca řêman deden?

- bełê, hatuçoy sûryekan bo naw şar azade, şitî xoyan le bazařî ewê dekiřn.

mudîrî postî polîsî ’ên dîwer gutî: minîş berin! dûrbînim heye seyrî çyay botanî pê biken! geyne bestênî şarî cizîr. leber ewe polîsman degełe řêgey çûne naw şaryan nedayn; bełam hemû małî şar û dewruberî, wek hêlke lîmanewe dyar bû. kurdêkî temen çil çil û pênc sałî hate laman; xełkî şar û zor şareza bû. be îşaretewe boy gutîn:

- ewe koşkî bełeke ke małî mîranî cizîr buwe û êstaş serbazxaney turkane. ew kanî û awe le qedî girdî pişt małane, «kanî qestelê»ye; ke cêjwanî mem û zînan buwe.

be howe diłên «nêzgizan», ew deştoke «westan». how nêwan girdaneş ke decley be nawda têdepeřê «derwaze» û ew aqare «homeran» û ewlatrî «meydan»y nawe...

lepiř dełim germ dahat; řamkird û dûr kewtimewe. çûme naw kone qebiristanêkewe, serim be kêlêkewe na û giryam, emma giryan... serim be henîskanewe hełdegîra. lam waye pitir le de deqîqe kułî giryanim le coş nekewt. hêdî hêdî aram bûmewe û çawim siřî. řwanîm hawřêkanim lêm dûr wêstawin û le ’anî giryanda nehatûn sebebim lê pirsin. lew demeda ke pyawe cizîrîyeke nawî şwênekanî degut, kewte diłmewe: min dwênê le tercememî mem û zîn bûmewe. to biłêy xanî le tercemekem řazî bûbê û lê padaşta ew seferey bo řêk dabim? ke şare xoşewîstekey, lankî diłdarîy mem û zînanim nîşan da? řenge wa bê... îtir giryan milî girtim û aram û oqrey pê nehêştim. wata wek derwêş cezme girtimî.