wergêřanî mem û zînî xanî be mukiryanî
minîş wek hemû kurdêk zor ’aşiqî mem û zînî xanî bûm. le êran dîbûm, her farsîyekanîm dezanî. ke ’arebî fêr bûm kirmancîyekem nedezanî. bełam be kirmancî fêrbûn ew girê kwêreşim bo řeha bû. melayanî cizîrî - ke farsîyekanyan nedezanî - zorî têda koł bûn. «bo neykeme soranî?» şanim lê daxist. şewane paş mindał nûstin, çend beytêkî mem û zînim be pexşanêkî sade werdegêřa. kitêbim wela dena, pexşanekem be şî’ir dehondewe, ta qafye û deqî şî’ran dûpate nebnewe. gundeke berqî hebû; ke małe ḧaco matořekeyan kiřîbû. be asayî se’at yazde, paş dîwexan çoł bûn dekujawe, debwaye le ber çiray newt binûsim. bełam eger lawan xerîkî řabwardin û areq xwardin bûnaye, nî’met bû; berq ta direnganî şew hebû.
nexoş bûm; zor dekoxîm. şewane le nûsînda zorim sîẍar dekêşa. me’sûm be kizêkewe depařawe: řuḧim be xot bike! hênde mekêşe! naçar zû zû quniçke ciẍarekanim deşardewe ta wa bizanê kemim kêşawe!
de pêşda, pêşekîyekanî - ke sofyayetîye - leber giranî bom nekira. katê xelasim kird, bamdayewe ser ’îrfane pêşekîyekan.
wek le çapî mem û zînekemda nûsîwme, le bîst û dûy befranbarewe ta banemeřî 1958 werimgêřa. zistan ke şewane le mał demnûsî, le beharda řojane deçûme baẍî gund ke zor şwênêkî wek dełên şa’îrane bû. se’at nîwî paş nîweřo řeşnûsekem tewaw kird. le xoşîyan detgut fiřîm. hatmewe mał, her le derkî ḧesarewe qîjandim: «tewawim kird!». ay lew xoşîye!