laqe ewlyay «eyyûbî ekirad»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  911 Dîtin

le kurdistan bîstibûm merqedî ewlyayek be nawî «eyyûbî ekirad» le şam heye; laqêkî le qebrekey derênawe û her heftey laqewlaq deka. babim ke le řêy ḧec çûbuwe zyaretî; deygut: ew laqe be fêł dezanim, řenge mom bê. çûme zyaretî. le ser dergay merqedî le berd hełqendirabû: «punbuẍ baba ekiradî eyîwbîyen ewlya’ełłasî bîrî dir»: babeloke yekêke le mişayxî kurdî eyûbî bełê laqêkî sipî û cwan û qełew denaw lokeda le şibakewe dyare. nahêłn destî lêdey. be xawen utêlim gut:

- ebû eyyûb! em laqet pê řaste?

- bełê moczate.

- ca bo çî le qebrewe derîhênawe?

dełê: em laqe be hînî jinî ew ’erebaney layan waye kurd ewlyay nîye!