çend kesêk û çend qisey xoş le dîwexanî ḧesenaẍay ḧaco

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  1150 Dîtin

ḧesenaẍay ḧaco - ke meznî ’aşîret bû - be ciḧêłî tenbûrjenêkî zana buwe. gutim: birya minîş bimzanîba. tenbûrêkyan hêna; aẍa ḧewlî da fêrim ka, bełam herçî kirdî û kiřandî nemtiwanî qamkî herdûk destim wêkřa kar bika! naçar wazim lê hêna û zorim zig be nazîrekîy xom sûta.

zor le qedîmewe yekê lew małe her nawî «ḧaco» buwe; ḧacoy nazanim çend pişt pêşû; ’ebdî řeşî hebuwe û qaweçî dîwanê buwe. piştawpişt ew řeşaneş bibûne kurd; her řeş bûn û her qaweçî; bełam ’ebid nebûn.

tayefeyek le naw hewêrkan hen dełên qedîm le hîndûstanewe hatûyn. bewane dełên mutrîb yanî bezmigêř. lenaw xoyanda zimanêkî taybetyan heye. hemûyan zuřna û dinbekjenin û eger dengixoş bin, goranîbêjîşin. yek lewane nawî «şêxo nado» bû; nexwêndiwar; qet neçûbuwe şaran. cige le zuřna û dehołjenî, qisexoşêk bû eger le wiłatanî lawekî bwaye, nawbangî dinyay dadegirt. lasay hemû canewerêkî dekirdewe û debû be hew. çend nukteyekim lê kirdote şî’ir û le dîwanekemdaye. şewane ke dehate dîwexan, mirdûy dênaye pêkenîn. ke min demdî: keçeł, pîr, bor, demuçaw dirêj, be koxekox bû. numayşinamey pêkenînî way dirust kirdibû ke leber deygutin; her debû aferînî lê pikey. şewêk zor koxî, yekêk gutî: şêxo! mirdinit hatuwe. gutî: demit bibře! nîşaney mirdinî min zorin; hêşta peyda nebûn. ke mirdinim nizîk bêtewe, seg naweřn, ker nazeřn, bizin natiřn, qel naqiřn, zor ’elamatî dîş peyda debin ke pêt nałêm!

lasay keşey kildanîyanî dekirdewe, le xowe şitêkî be mîngewe degut. kildanîyekan swêndyan dexward deyangut tewaw keşeye; bełam le qisekanî tênageyn!

- bo tênagen? dełêm: ey kildanîye xoşewîstekan! eger pîremêrdêkî lawazî bêhêzî ḧefta sałe, le awda qum biken û be pêlaqe biçne serî, lewaneye nefesî teng bibê; amîn!

- şêxo qet naçûye hîç şarêk?

- bełê, carêk birdyanme qamîşlî zuřna bo dawet lêdem. karî awim hebû. birdyanme jûrêk gutyan awdeste. mîzêkim kird, le qapêkda suřî xward û çingêk bogenî ko kird û be lûtmida da! le tawan gûm le bîr çowe! hatmewe dawet; tengetaw bûm. kuřîne! min her le deşt řyawim; be xêrî xotan bimgeyenne çołêk! lawêk pêşim kewt. destim leser şanî bû ke win nebim. le بازاڕاەûە têpeřîn, lewber deyanirsî: erê ewe şêxo nîye? be dest îşarem dekird na!

- ca bo be qise netdegut na?

- detirsam her le bizin bigeřê le xwarewe hełřijê!

deygut şewêkî mangeşew, le ser girdêk çûbûme ser pêşawê. xeyałat birdibûmyewe.

lepiř dîtim jûjkêk le pêşmewe deřwa, kewtime serî: bo kwê deçê? ez bavê (le to) me; her dibê bitgirim! her pelim bo debird û destim nedehat û serberejêr pel bibû. le xwar girdî piřim pêda kird. bedaxewe silegûy nanî herzinî xom bû!

çîrokî şêxo nabřênewe, yekcar zorin. zorbey xełkî cizîr le beryanin û bo yektirî degêřnewe û diłxoşkerey şewnşînin.

şewêk şêxêkî hemû gyan keskî mil be mitumurwî řîş sipî û ’asa be dest, be çwar mirîdewe dabezîn; ke nenas bûn. şêx letenîşt ḧesenaẍa le lay serû danîştibû. her yek dû deqîqe şûşeyekî tenkełey le baxełî sełte derdêna, qumêkî lê dexwardewe. bonî ’areqî zeḧlawî dîwexanî dedagirt. şêx demîşî le du’a xwêndin nedewesta!

- qurban ewe çîye deyxoyewe?

- wełła min nexoşîy diłme; derman dexom. êwe namnasin, min şêxî şebekanim; daykim xizmî hewêrkan bû; hatûm serî xizman bidem.

kuř û kałî małe ḧaco - cige le pyawe pîrekan - hemû şew areqyan dexwardewe; bełam le şwênêkî nedyarî dîwexan. bo şêw gutyan: ya şêx fermû! hênayane jûrêk, pitir le bîst butrîy ’areq leser mêz řîz kirabû.

- fermû ya şêx! êmeş hemû nexoşîy diłmane!

şêx ke zanîbûy areq denasin û firêwyan nexward, her nîweşew řoyştibû.

şêx biraym ḧeqqî şêxî heregewrey cizîrê bû; hatbuwe dîdenî ḧesenaẍa; le lay serûy meclîs danîştibû. gutî: bedaxewe xesenaẍa pîr bûy!

- bełê ya şêx! toş pîr bûy; zemaneye.

- erê bira! pîrî le kengêwe dest pêdeka?

- le penca! le şêst, le ḧefta... her yeke qiseyekyan dekird. gutim: îcaze heye min kêşe bibřimewe? şêx neydenasîm. ḧesenaẍa gutî: biłê!

- pyaw her wext ke le xew hesta û espabekey pêş xoy hełnestabû, ewe pîrî geywetê! îtir ne be ’umre, ne be mû sipî bûne!

şêx xoy be wîqar kird û tozêk nêw çawanî têk na. lepiř le piřmey pêkenînî da û gutî: xeberî wiye; ew çi kese?! ew car bibuwe mêjû dîtnewe: «to le kam sałewe milit le pîrî nawe?!».

kabrayek bû: «’ebdikê», kerdar û nexwêndewar; bełam le dim be demda zor zîrek. şewêk le dîwexan, mela ’ebbas - ke be qewlî xoy hem seyîd, hem xelîfe, hem heşt car çote ḧec, melayşe - gutî: ’ebdikê to nwêj nakey, kafrî!

- mamosta eger şadew’îman bênim musułmanim?

- bełê.

- le behişt, ḧefta ḧorîy cwanim dedenê?

- bełê, eger nwêj bikey.

- xizmîne le ser destî êwe, cige le şadew’îman hênan wa dekem yek nwêjim neçê. ba mamosta sewdayekim degeł bika; jinêkî heye le tepałe pîstir, ḧefta xorîy xomî nezir dekem, ew jineym bidatê! mela be goçanewe boy çû. ’ebdikê le pencerewe derçû! deygut: ewîş baweř naka ḧorî heye; dena kam bêselîqe sewday wa be qazanc naka?!

be řwałet seyîdêkî řidên zerd le turkyewe hatbuwe cizîre. deyanbirde ser qebran, bizanê mirduwekeyan çone! tawêk çawî lêk dena û lepiř yahûy dekêşa: mirdût ḧałî xoşe; mizgênîm deye! mirdût le ’ezabdaye; xêrî bo bike! be herdûk baranda her qazancî xoy bû. řojêk ’ebdikê be sê barewe le řêgey qamîşlî tûşî seyîdî mirdûnas dê; dawên û destî maç deka.

- qurban fermû swar be!

- ne! ḧerame, kerit bebare.

- qurban to bereketî; kerekem behêztir debê!

şêx le ser barewe sware, ’ebdikê kerî bo lê dexuřê.

- qurban ba girêwêk bikeyn.

- girêw? ḧerame!

na na, ḧeram nîye. pirsyarêkit lê dekem, eger zanît kełeşêrêkim heye bot serdebiřim.

- başe.

- ew barey swarî bûy çî têdaye?

- destî lêdem?

- bełê.

- paş hełgiłofînî cewał, dełê:

- genmeşamî.

- nexêr, netzanî! ewcarîş xatirit.

- ha, zanîm coye.

- ew carîş qanit bê.

- ha têgeyştim. herzine

’ebdikê bew kutekey bo ker lêxuřînî pêye, yekê be nawşanî gořnasda dekêşê. seyîd berdebêtewe; bukte kwênderêt dêşê!

xeber hat seyîd bêhoş le qeraẍ řê denaw gyada dîtrawetewe; pûłekeşyan nebirduwe. cemîl ḧaco gutî: ’ebdikê karte! eger cige le to ba, pûłekeyan debird. deygut: gutim ḧîzbab! to lebin dû mîtir giłewe dezanî mirdû ḧałî çîye; lew dîw cewałêkewe nazanî be ẍełetîş biłêy genme! axir le cizîrey dêm, herzin û co û genmeşamî çi deka?!».

komonîstî «xalîd bekdaş» gałey dekird. be hezaran le kurdî cizîre bibûne şyû’î û her be qed zemanî mindałîy min û nemazîyekey le tewrêz lêy ḧałî bibûn. debwaye le ser xerman çwar telîs genim abûney řojnamey «nûr»y ’erebî biden û boyan dehat; bebê ewe kesyan ’erebî bizanê! her xopêşandanê le şam bikiraye, kurdekanyan be gopał debird; le begjidaçûnî polîs û serişkanda her ewan bin.

wekîlyan le tirbespî, «eḧmed ’enteř» nawêk bû. le qawexane koy dekirdinewe û řojnamey nûrî bo dexwêndinewe. le serî řûpeř berî lê degirt, sitûn mitûnî nedezanî;

řast heta ew ser deçû; gałtecařêkî wa bû, pyaw le pêkenînan demird! carêk gutim wa nabê, nîşanim da ke her sitûne serbexoye: biřwane le hêndêkyan nûsrawe: paşmawey le fiłan řûpeř... gutî: heho, to minit gêj kird! min her wek xomî dexwênmewe, kêye pêm biłê xełete?!

le mosko em qisem bo pyawêkî zor zil be nawî «wiloşîn» ke endamî sêka bû, gêřawe, zor pêkenî; bełam gutî: to le nukte dirust kirdinda westay!

řojêk pênc kes gundî û melayek be nawî mela suleyman le gundêkî tirewe hatbûne lam:

- seyday hejar kêşemane, sitalîn nwêjî be cema’et dekird yan na?!

- kake ewe debê hewał xalîd bekdaş bîzanê!