cigerxiwên

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1744 Dîtin

bo yekem car ke çûme qamîşlîCih, zor be tasewe çûme dîdenî «cigerxiwênKes». ře’îsî fer’îy ḧîzbî komonîstî cizîre - ke nawî «řemo» bû - le lay bû. seyda cigerxiwên fermûy: emřo zor tarîxîye; hejar û cigerxiwên yektir debînin. řûy kirde řemo: hewał hejarîş le xomane û le ser fikirî mine. gutim: îwa heye xoy le bîr deçêtewe le řêgey komonîstida. min boye komonîstim xoş dewê ke qazancî bo kurd bibê. ca nazanim fikirman yeke ya lêk cudaye?... lew sawe degeł cigerxiwên tewaw bûyne aşna.

cigerxiwên xełkî gundêk be nawî «hesar»y berdestî turkan û ta gewre buwe her şwan û nexwêndewar buwe. be gewreyî çote naw feqêyan; bote melay mizgewt. le melayetîy bêzare; cibe û şaşkî fiřê dawe û milî le kurdayetî nawe. şî’rî le «runahî» û «hawar»da çap kirawe û bote xoşewîstî kurdanî tînûy azadî le sûrye û turkyeda. dîwanî - ke bo yekem car çap kirawe - wa nadir buwe le dêhatî naw kurdanda, dêyek dîwanêkî ber kewtuwe. peř peř beşyan kirduwe û bo pîrozî wek nuşte le serî mindałanyan diruwe. kemkem le kurdayetî paşekşey kirduwe, bote hewałî komonîstan û şî’rekanî sûr hełgeřawin! min ke dîtim, hawkarîy lêjney nawçey şyû’î qamîşlî dekird; bełam be endam qibûł nekirabû. le jyanîda zorî çermeserî dîbû; çend car ḧebis kirabû; cezrebe dirabû. mindałî zor û nanî kem, lewpeřî nedarîda dejya. xorakî xoy û mindałî aẍłeb nanî wişk û ça bû. carî wa bû çaş nebû...

řemoy ře’îsî lêjne, keçe sîwatêkî hebû. hawkarêkî hebû nawekeym le bîr nemawe (pêm waye nawî biro bû); řeş û sipî lêk nedekirdewe; bełam zor wişk û dû’ateşe bû. her deygut: min be delîlî ’îlmî pêtan îspat dekem! řojêkî cum’e dawî nwêj, gele sofîyekî řîşdar, tesbîḧ be destewe, be du’a xwêndin deçne małe řemo. daykî řemo dełê: le mał nîye; kartan çîye?

- xudê, xuha me, em şu’îne! hatîne cem řemo, jime ra bêjê!

- ay bełam bem lew ser û sekutane! le nwêjî cum’ewe hatûne şyû’î fêr bûn?

řîş seg! řemoy min hezar cinêw be xuda deda!

katê ke le qamîşlî dejyam, zor kes dehatne lam. kurdî zor tox, komonîst, mela, ḧacî û hemû babetêk; meclîsî êwaranman xoş bû. carêk yekêkî zor germ le kurdayetîda - ke nawî «’ebdê têlo» bû - gutî: her kwê denêwan decle û furatdaye le ser kurdistan ḧîsabe û dagîr kirawe. seyda cigerxiwên fermûy: nexêr! em cizîreş małî ’erebe û ême be nařewa tya dejîn. ’ebdê çawî peřye piştî serî, kirawatekey girt û ber mist û zilley da. hey neken! seydaman le dest derêna û be ’ebdêm gut carêkî tir nayewe dîdenîm; derimkird. paş ewe be maweyek, kurdêkî dewłemendî ḧesekeyî be nawî se’îd, be maşênî xoy seyda û minî birde geřan bo naw ’eşayrî ’erebî şemmeř. şewêk mîwanî şêx ’ubêd naw bûyn ke şêxî berebabêkî şemmeř bû. řeşmał û qesrî le seḧra û çendîn kadîlakî le dewrî řeşmał bû. şêx diłxoşî dedamewe ke sikirtêrî bim, jinim bo bênê û dewłemendim ka; dyare nemdekird. şew tûtnim pê nema, bew şewe nardî le şarokeyekî turkyay nizîk sinûr, hemû core ciẍare û tûtin û peřyan bo hênam. ’erebêkî şaristanî lewê bû qedrêk le qamîşlî ḧakim û êstaş le ḧeseke merkezî estanî cizîre debête «mudde’îl’am», gutî minîş degełtan dêm. baran û lengêze bû. şewêk le seḧra maynewe. řojî dwayî mîwanî řeşmałî şêxêkî ’erebî kone kurd be nawî şêx miḧemmed bûyn. zimanî bedewyane bû; deygut; kurdim; le pestaş cinêwî be nesłî ’ereb deda. le ber pîrîyan her çingêkî lê mabowe. boy gêřaynewe: jenerałî feřansî hate ḧeseke, le ’eşayrî gêřawe: her serokêk nesebî ’esłe ’ereb bê, ḧiqûqî bo debřêtewe. norem hat, çûme jûr, xencerekem leser mêz dana, gutim: ewe nesebme û xencerî kurd nawî bapîrme. ḧiqûqî zyatrî bo biřîmewe. wa dyar bû ’eşayrî cîranî zorî lê detirsan.

le dewrî çyay ’ebdul’ezîz mîwanî ’eşayrêk bûyn, ’erebî seḧranşîn. dyangut: ême ekirad beggařeyn (yanî kurdî gawanî). bibûne ’ereb û bibûne seḧranşîn. kabray şamîy hawřêman zor pyawêkî řûxoş, zimanxoş û leserxo bû. lem sefereda le her kwê bayn, deygut minîş kurdim. zorî hogir bibûyn. dwamîn řojî seferman bû; lenaw maşênda gutî: ustad cigerxiwên! dezanim to şa’îrêkî gewrey kurdî. ḧez dekem şî’rêkî xot bixwênyewe. seyda sirûdêkî xwêndewe: «bê decle, bê furat, em çino, kurdino»y têdabû. kabra pêkenî, gutî: eger min pyawêkî bedfeř bûmaye, êsta be î’damkirdinim deday. to ’erzî sûrya hemû be małî kurdan dezanî! ’erzî seydam kird: be naşkurî nebê to kunî du’at win kirduwe! eger emet be ’ebdê têlo bigutaye û qisey bewt gut be mudde’î ’amî ’erebit bifermuyaye, herdûk aferîmyan lê dekirdî!

degeł şêxî here gewrey ’eşayrî şemmeř: «deham elhadî» bibûme aşna. le çend car hatuço kirdinîda zor baş şarezay dam û destûrî ’eşayrî ’ereb bibûm.