ḧaco’aẍa û binemałey

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1152 Dîtin

ḧaco’aẍa le şořşî şêx se’îdî pîranda bêteref buwe û hêndêkîş yarîdey turkanî kirduwe. bełam turkya lepaş şiksitî şêx se’îd û hewałanî, be aẍawetî kurdewe geřawe, zorî î’dam kirdûn. zorî le şwênî xoyan koç dawin. ḧaco aẍay bêterefîş gîrawe û le zîndanî nuseybîn xizênrawe. dadgay turkan gutûyane: to yezîdî û şeytan depiristî!

- nexêr musułmanim û dinya ewe dezanê.

- de eger yezîdî nît biłê neḧlet le şeytan.

- nayłêm.

- ewe derdekewê ke şeytanperistî.

- min nwêj dekem; ewî êweş dełên min le hemû nwêjêkda deyłêm; bełam bo êwey nałêm.

yezîdîyekanî xizmî le berî depařênewe: biłê neḧlet le şeytan! ba toman bimênî.

- na kuřim! hergîz namewê ser bo załim danewênim. bo kewçke xwênêk napařêmewe...

le zîndanda çawenořî î’dame. şew hewêrkî yezîdî û musułman pelamarî zîndan deden û deynêrne sûryay ber ḧukmî feřanse. ew deşteyan pê despêrin ke leser sinûrî turkyaye. mistefa kemał dawayan dekatewe, jinerałêkî feřansî dête cizîre ke teḧwîlî turkanyan bidatewe. ḧaco aẍa deçête dîdenî jinerał; le meclîsda ber demançey deda. hewêrkî ke le dewrî şwênekeda damezrawin; deykene teqe û ḧaco deparêzin. feřanse le teslîmkirdinyan waz dênê û xoyan tê nageyenê û deyankate dostî xoy. dełên jinerałêkî feřansî hatote cizîre, ’eşayrî kurd û ’erebî têgeyanduwe ke xoyan řanên û řêje biřon. bêwejnî jinerałe kujraweke demançeyekî de kîfe destîyekeyda buwe, biřyarî dawe ke tołey mêrdekey bikatewe. depirsê: kame ḧaco aẍaye? katê ke ḧaco debînê ew şořesware esmere çaw û biro cwaney be şan û bahoy merdane û beheybet, sard debêtewe, dełê: ḧeyfe pyawî wa bikujrê...

ḧaco’aẍa ke le şořşî şêx se’îd beşdar nebuwe, peşîmane; ḧewl deda le cizîre emaretêk bo kurdekanî cizîr damezrênê; bełam kurdî tir hawkarî degeł naken. ewaney be nawî ře’îyet lew nawe bûn, hemû xizim û le ’eşîretêk bûn. lepaş ḧaco, ḧesenaẍay kuřî serok ’eşîret bû. pênc kuřî ḧaco le gundî tirbespî dejyan ke binkey çekdaranî feřansî buwe û êstaş qişłekeyan mawe. kuřêkî yûsif ke bas kira le gundêkî ser lêwarî sinûrî turkan û dû kuř le şarî ḧeseke dejyan. aẍa û ře’îyet her naw bû, nawerok nebû. gawanêk be kesî nedegut aẍa, ḧesen, cemîl, ḧemeşerîf, çeçan û hîçî tir. tenanet hełbijardinî şwan û gawanîş be bîrî hemû xełkî gund bû. aẍaş taqe ře’yekî hebû. ře’îyet lîngyan řadekêşa. îwa hebû pirxey xewî dehat û aẍaş le dîwexan danîştuwe. ermenî û kildanî û aşûrî zor bûn; cûlekeyekîş hebû. çendim pê cwan bû: le dîwexanêkda mela, keşîş, feqîrî yezîdî degeł musułman, mesîḧî, cûleke û yezîdî debînra ke hemû wek bira yektiryan dedwand û kes derbarey dînewe qet şitêkî way nedekird û nedegut ke diłî kes bêşênê. qet nemdî musłiman tif řoka yan nawî şeytan le meclîs bênê; newek diłî yezîdî lê bimênê.

řojêk le qawexane bûm, kabrayek be yekêkî gut: biřu bêçûy şeytan! yezîdîyeke diłî êşa û dengî nekird. kabraş hewêrkî nebû. bangim kird: bira! ewe kurde û birate. dezanî be nawî şeytan deyřencênî; ḧeyfe diłî feqîrêkî wa bişkênî. cinêwî tir zorin! kabra peşîman bowe; hat ’uzrî le yezîdî xwastewe. paş çend řoj le małewe bûm, gutyan mîwan hatin. feqîrêkî yezîdî (feqîr řoḧanîye) degeł çwar kesan çwar bar kołuyan hênawe. feqîr wîstî destim maç ka: «seyda to nahêłî musłiman xełetan biken; zor minetbartîn». îtir ewe seretay dostayeytim degeł yezîdîyekan bû; ke zor xest bibû; zoryan xoş dewîstim.

małe ḧaco zoryan ḧurmetî şa’îr û nûserî kurd le ber bû. sałeha jyanî «cigerxiwên» le ser ewan bû; ke çî bibuwe çepî û cinêwî pê dedan û heřeşey komonîstaney lê dekirdin! bełam dîsan her zor ḧurmetyan degirt. jyanyan wek ’eşayrî ’erebe. tenya beyanîyan çay dirust deken; dena her qawey tałe. êwaran qaweçî debê qawey xiř û kał leser sac bo bida, le deskawnigda bîkutê, dengî deskawing bigate małanî dê, yanê werin qawe bixonewe. debê her car beşî řojêk saz da. êwarey tirîş dûpate dekirêtewe. cige le qawey êware, şew le meclîsda qaweçî be fîncanî çikołewe be xełkewe degerê û berî lê degrê. bo her kes çend diłopêk têdeka û her tawnatawêk tazey dekatewe. min ke taze çûbûm, qawey tał le demim jehrî mar bû. herga qaweçî degeyşte min, demgut naxomewe. ḧesenaẍa - ke be tenya bûyn - gutî: seyda nazanim to bo le ême ’aczî?!

- min? xwa neka. bo çî defermûy?

- pyawê le dîwexan qawe wernegrê, yanî dujminayetîm degeł xawen dîwexane.

- bimbexşe bełam zor tałe! be qaweçî biłê fîncanî bê qawem bidatê; we bizanin deyxomewe!

keçî bo xom way fêr bibûm, tenya daway qawey tałim dekird. şî’rêkim ke bo celal tałebanî nûsîwe û le «bo kurdistan»da çap kirawe, basêkim lew barewe kirduwe.

turk lew mełbende, xetî sinûryan dûrudrêj mîn çandibû; ke le qaçaẍçî biteqê. zor car kurdî bestezman bew mînane dekujran. bełam zorbey qaçaẍçî - ke serbazî turk yan kurd bûn - mînekanyan ko dekirdewe. berdî dûkandaranî tirbespî, beşî zorî qapořemîn bû. bertîlîş zorî kar dekird. cendirme meřyan bo qaçaẍçî lêdexuřî! tifengyan dedanê; le ’erzî sûrya tifengyan werdegirtewe.

mela zubêr nawêk, lawêkî xełkî dewrî şarî «mîdyad» dehate cizîre, kitêb û şî’rî kurdî ko dekirdewe. carêk direngitir le pêşu hat; boy gêřamewe: le şarî nuseybîn pişkinyanim. dîwanî cigerxiwên û çend şitêkî dîkeyan lê girtim. bêsîmyan bo dyarbekir lêda. efserêkî derece serwan hat, kelebçey kirdim û xistimye naw cîp bo dyarbekir. le řê zor giryam; pařamewe. lenaw şîwêk demançe be destewe daybezandim. gutim demkujê. tawêkî baş ber şeq û zilley dam. be kirmancî gutî: sey kuřî sey! kerêkî wek to małî hezar kurd wêran deka. kitêbî kurdî le postî sinûrewe dênye jûr?! biřo řake! xoy berew nuseybîn geřawe. ke le mîdyad lepaş serdanî małewe be nuseybînda hatmewe, cendirmekan destyan maç kirdim: xoce toman girt ’efûman bike! cenab serwan hatewe fermûy kitêbekanit hemû manay qur’an û ḧedîs bûn!