lepenay małe ḧaco

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  950 Dîtin

lepena dîwexanî małe ḧaco wetaẍêkim bo terxan kira. sałêk mamewe. le mał û mindałim hîç xeberim nebû, ḧacî mela sałḧêkyan řaspard ke mindałekanim bo bênê. mela le beẍda dîbûnyewe û hênabûnye mûsił û lewêwe be qaçaẍ bo sûrye. le řêge, şew polîs tifengyan pêwe nabûn; bełam derbaz bibûn. be naw ’eşîretî koçerda têpeřîbû; ke me’sûm gotenî: jinekanyan ’egałyan be serewe bû!

ke min le sûrya û mał le beẍda bû, wehabî bilûrî û mîney şerefî hatbûne beẍda û le minyan pirsîbû. webał bestoy xełk, gutyan lelayen êranîyanewe hatbûn bitbînnewe! le zemanî qasmida nameyekî şerefîm bo hat. swêndî xwardibû ke lew tomete dûre û pakaney xoy kirdibû. carêk me’sûm gutî: be mindałî bîstûme kabrayek çend sał dyar nebuwe, geybuwe wiłatî şeytanperistan; erê le kwêye? gutim: ême sê řoje řê wiłatî şeytanperistanman becê hêştuwe!

řojêk zor be sebroke pirsî: erê ême ta key małewmał û aware debîn? gutim: to çawit berewjûr deřwanê. le małe doman biřmane! her ḧewtey le dêyekin, zorîş be jyanî xoyan řazîn. webzane małe domîn... îtir nemdîtewe hergîz gile le bextî xoy bika.

lem beyneda min le weřezîyan çûbûme şarî qamîşlî, wetaẍêkim girtibû. sûke nawmałêkim bo pyawêkî řeben hebû. êwareyek kuřêkî małe ḧaco hat: heste małit bipêçewe! mał û mindałit hatûn û le małe miḧêddîn ḧacon. çon małêk? dayk û dû mindał wek xo mawin. bełam mał? kwa mał! herçî hatbû barî kerêk nedebû! bîstimewe ke degeł ’ebdułła ’elî biray ’ezîz geřawnewe; ’ebdułła espabî małe xoy cêbecê kirduwe û nawmałekey êmey le ḧesar hełřişituwe.

- kake! edî ême?

- detwanin çawe xanûyêk bo xotan peyda ken!

çarî naçar penayan be kak miḧemmedî îmamî birduwe. le ḧesarêkda - ke xoy îcarey kirduwe û sê wetaẍe, witaẍêkî dawnetê - xoy û jinekey wek xuşkî dayk û babî le me’sûm agadarîyan kirduwe û çawyan le mindałekan buwe. kak miḧemmed le zemanî ’urusî hewwełyewe kewtibuwe wiłatî turkan.cendirmeyî, qaweçîyetî, fe’leyî û zor karî dîkey feqîraney kirduwe. le şořşî şêx meḧmûdda beşdar buwe. bote kirêkar le benzînxane û bazxirîd kirawe û dûkanî danawe û dûkan dizrawe û lewpeřî destengîdaye; bełam le pyawetî û şeref zor bałaye û kemtir wêney û dîtrawe. wa bizanim şiksipîr dełê: «ey şeref! toş wek pêẍemberan her le cêgey newî û koxî wêraneda dejî!». jinekeyşî xełkî «xeftexarî» dewrî kerkûk bû; be bêwejnî mêrdî be îmamî kirdibû. dû mindałî le mêrdî pêşû hebû; îmamî bexêwî dekirdin. nawî jineke «behye» bû; pêyan degut «daykî kerîm».

daykî kerîm, mistefay wek ’ewladî xoy û zyatrîş dezanî. katê îmamî leber kirê giranî û destengî le xanuwekey gwêstibowe, mindałî minîşî birdibuwe małî taze bekirêgîraw, le wetaẍêk daymezrandûn ke hemîşe agay lê bin.

- edî ḧîzbî partî û dwazde dînarî?!

- partî çî û dînarî çî?! tenanet neyanzanîwe le kiwêyn û çiman be ser hatuwe! lem sałeda, wirdewrde naw małman firoştuwe û jyanêkî nemir nejî guzerandûmane û ewendeman mawe ke hênawmane...

lenaw gundî tirbespî - ke nîmçe şarokeyek bû - jûrêkman le małe kildanîyek be kirê girt û ḧesîr mesîrman lê řaxist û dîsan lêk ko bûynewe. mistefam - ke hate sûrya dû sałane bû - ta maweyekî zor nawî mame miḧemmed û daykî kerîmî her leser ziman bû. miḧemmedî kuřim - ke le sabłaẍewe hat û le mał dersim pê degut - payîzî sałî aynde birdime medrese. ezmûyan, le kilasî sêhemî seretayî qibûł kira. ke hate sûrya, le kilasî çwar damezra û sałî tir pêncimî tewaw kird ke le cêgey pênc û şeşî ’êraq bû.

małekeman zor řût bû. her ḧesîrî lê řaxrabû. cołayekman dîtewe cile konî bo řîşał řîşał keyn û be teşî boy badeyn, mîtrî be lîreyekî sûrî deytenê. kone patoł û kiras û here core koneyekman barîk dadřî û coła dû beřey mîtir le mîtrunîwda bo tenîn.

sekoyekî dewrandewr le wetaẍekeman bû, leser wêm řaxsitin. gutim: «cêgey mîwane, cê gewrekane» bełam ewey xirap bû ke dawekanman denasîyewe: «ewe dawî patołî xome! ewe hîy kirasî toye! ewe û ewe û ...».

nan genim û pêxor saware. me’sûm qołî lê hełmałî û be tendûr nanî dekird. hergîz lewê birsî nebûyn. genim le małe ḧaco boman dehat û ewan xoyan bebê ewe be min biłên be zekatyan ḧîsab dekird. şewane wek hemû xełkî gund deçûme dîwexanî aẍa. çeqe û heray gundîyan, qisey qoř û labela. herçî nebîstirawe detbîst. de pêşda lam wabû aẍa hemû wek ewaney mukiryanin, bełam xirapî têgeybûm małe ḧaco ře’îsî ’aşîretî hewêrkan bûn ke gewretir ’eşîretî dewrî si’êrit û mîdyadin. beşêkî zor degeł ḧaco aẍa le çing turkan hełatûn û le cizîrey «îbin ’umer» - nêwanî decle û furat - gîrsawnewe. dêmekar û deştî zoryan dawnê; çend gundêkyan awedan kirdotewe û nîştecê bûn. beşî here zoryan le turkyan. hemûyan musułman nîyn; yezîdîy hewêrkîş zorin.