çîrokêkî zebîḧî û qizłicî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1131 Dîtin

taze mał û mindałekanim hatbûn, celal bêtûşî kone şerîkim le ḧebis azad kira û le kar degeřa. gutim: her wek şerîk bûyn, êstaş şerîkîn. hîçim lêt nawê û be şerîkî kar dekeyn. ca ke çûyne şeqławe, ewîş degełman hat û bedem hawînehewarewe ’ekasîşman dekird.

zebîḧî û qizłicî le «meḧellatî ’ebdułła şerîf» gîran û xirane girtûxane. zû îqraryan kirdibû ke êranîn; îtir ’ebdułła şerîf neytiwanî beryan da. nizîk sałêk manewe û aẍakeyan zor merdane yarîdey dedan. dayannewe dest êran; ke em çîrokeş naxoş nîye:

serdemêk ke min şagirdî westa biraym bûm, qizłicîş hatuçoy ’ekasîyekey dekird û fêrî řitûş û wirdekarîy tir bibû. řojêk seyîdêkî ciḧêłî kewa şoř, le dûkanî westa řûy de ême kird: bira min nawim seyîd îbrahîmî ... nazanim çîye (le bîrim çotewe). eger dinya bû řêgetan kewte qesrî şîrîn, serim lê biden. le her kes bipirsin demnasê. ’êraqî le xanqînewe dawyanin be polîsî êranî û řesîdyan wergirtuwe. lew sałe ḧebis û zor lê pirsîneda, naw têkeław bûn. zebîḧî ke nawî řwałetî «qadir sûr» û lepaş gîran gutûye ’ebduřřeḧmanî ḧemedemînim, naweke bote «ḧemedemînî qale sûrî»! «se’îd řeḧîm»ekey qizłicîş - ke dwaye botewe «ḧesen ’elî» - bote «’elî řeḧîmî se’îdî»! em nawaneş wek dû gunaḧbarî syasî le defterî sinûrwananî êranîda nîye. ewanîş wek ew hemû boyaẍçîyane ḧîsab kirawin ke le pesta ’êraqî deyandenewe be êran. eweşman le bîr neçê lew çend sałeda zebîḧî û min zor baş fêre ’arebî bibûyn; bełam qizłicî - herçend mela bû, ’erebîy naw kitêbî zor baş dezanî - êsta û êstaş wek lazme fêrî ’erebîy beẍdayî nebû ke nebû! eger qisey dekird detgut pîremelay ’eceme û le ser minîber řewzexwanî deka! zor car cwabî ’erebanî be kurdî dedawe!

zebîḧî kutî ew řoje ke dayanînewe be êran, serhengêkî zor bêşermî qisequt bazcuyî lê dekirdîn. be minî gut: êwe çikarêktan kirduwe ke dewłetî hawsamantan tûře kirduwe?

- cenab ême desfiroşî naw bazař bûyn; bêxetayn.

- başe aẍay se’îdî to qise bike.

- ne’em?!

serheng her ne’emî bîst, řastewe bû, çeqeney lê deda û qingî badeda:

- ven ne’em! aẍay êranî, em ne’emet le kwê hênawe?!

- kake qizłicî gyan! to be kurdî cwabî ’areb dedeyewe; çon bû lêre ’erebît hestawe ke gałteman pê bikan?!

deyanbene qesrî şîrîn û deyanxene girtûxanewe. nawî seyîdekeyan bîr dekewêtewe. le pasewanêk depirsin: seyîd fiłan denasî? pasewan kiřnoşêk deba û deçê bangî efserêk deka. efser dełê: bo çîtane?

- xizmimane!

- ême xak ber pêy aẍayn, fermûn bitanbem.

seyîd ke tomez şêxî ehlî ḧeqe û zorbey xełkî şar mirîdyetî, dełê: bełê xizmî minin. şêwyan dedatê û efser řadespêrê ke zorî aga lê bin û dênewe girtûxane. beyanîy ew řoje deyanhênne kirmaşan.

-kwêtan dewê bitanbeyn? azadin!

- le kirmaşan demênînewe; xwaḧafîz!

be cûte dêne taran. deçne małî ’ewłiłaẍay êlxanîzade ke pûrzay qizłicîye û zor nizîke le dîwan. ’ewłiłaẍa dełê ’îlactan naye. biřon xo bişarnewe. qizłicî berew kirmaşan bo lay se’îdî ḧafîdî amozay ke «mude’îl’am» bû deřwa. zebîḧîş deçête gundî şêx mu’tesemî şêx ḧîsameddîn, le nizîk sine; degeł sofîyekî şêxda dêtewe sinûrî ’êraq; dêtewe şarî silêmanî. zebîḧî gutî: leser cadey kin hełebce destim bo cîpêk hełêna, swarî kirdim. polîsî řêge lêm we şik kewt; pirsî ewe kêye? şofêr gutî birame.

- diro dekey!

- her sêk tełaqem kewtibê birame û deybeme silêmanî.

necatman bû. kabray şofêr gutî: eger pirsîbay nawî çîye, çim bigutaye? xo hêşta nawit nazanim! le silêmanî le hewweł kołan xom be małêkda kird:

- xuşkim mîwan řadegirin?

- ser çawan fermû.

pyaweke şew hatewe. têgeyşit qaçaẍim. destê řankuçoẍe û piştênd û pêçî damê. beyanî wanêtêk hate ber derke, řayspard em kuřem bo degeyenye ew cê ke xoy dełê, nabê bişgîrê. ta deştî kerkûkî hênam û beřêm kirdewe.

- ser û kelley zebîḧî le beẍda peyda bû:

- kake! hemû polîsî beẍda nasîwyanim tegbîr çîye?

- biço sûrye lay aşnay min!

namem bo małe ḧaco nûsî. le ser bîrî zebîḧî derecey dûy qetar gîra ke deygut be hîy dewłemendanî dezanin û bêşkitre. zebîḧî geyye mûsił û xoy geyande sûrye û le małe ḧaco damezra. pênasî mirdûyêkî be naw ’îsa ’erefat peyda kird û xoy geyande şam.