gîranî westa biraym
řojêk gutyan westa biraym gîrawe. min û celalî şerîkim biřyarman da her şewe yekêkman biçîne małî, çîyan wîst pêkî bênîn û le pûł pekyan nexeyn. şewî hewweł celal çû, nehatewe. ewîşyan le kołanekeda girtibû. êstaş nazanim be çon tirs û lerzêkewe, her şew be fêłêk xom be małda dekird. le bîrme carêk be kabrayek ke be polîsim dezanî û le kołaneke bû gut: bira min şagirdî ew westaye bûm dû sał pêş. em segbabe, dekem nakem ḧeqekem nadatê. gutî: bo xoy şyû’î bû gîrawe. biço bełkû jinekey pûłêkit bidatê! le cengey ew tirs û lerzeda, kabrayek hate ber dûkan be farsî pirsî: êre situdyo sebaḧ? be ’erebî gutim têt nagem. her çawim degêřa le kwêwe hełêm. axrî danîşt:
- xwaye çar çîye? min ’erebî le kwê bênim?
gutim: to çî?
- aẍa min êranîm. «ẍenî» řayspardûm to bimbeye lay ḧîzbî partî!
dek sindanit le serî da ẍenî bo dyarî bot nardûm! şew! sereřay małî westa, ewîşim le ḧesarî kazmînewe birde małî nûrî şaweys.
řojêk dû polîs le dûkanewe birdyanme postî îmam teha, lay efserêk. kabrayek zoř zoř degrya. efser ’eksêkî nîşan dam:
- deynasî?
- bełê.
- nawî çîye?
- fiłan!
- małî le kwêye?
- nazanim
- bo deynasî û nazanî małî le kwêye?
- min ’ekasim; nawî mişterî denûsim; nałêm małit le kwêye. ew ’erebêk û min kurdêk, karim be małî çîye?
kabra girya û gutî: diro deka başî denasê, deng naka!
efser gutî: ewe kurde, wek êwe ḧîz nîye řastî be demda neye. biřo xwaḧafîzit.
le derkey jûrekey hatme der û kirdyanme tewîleyekewe pitir le ḧefta kesî têdabû. hey daykitan çak, babtan çak, nexêr behrey neda. xwawřastan efser serî be tewîlekeda kird û berełay kirdim. dîtim kurdêkî xaneqînîye.