sîlekem lêy hełdamewe

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1059 Dîtin

çendêk le małe şewket maynewe. yeḧya çiřustanîyekey gutim degeł ḧemeřeşîd xan, le beẍda (îmam tabûr), be zawabendî lewê dejya. řojêk çawî be kitêbî «dayk» nûsrawî «maksîm gurkî» kewtibû, lêm kewtibuwe pirtewbołe.

małim gwêztewe. degeł wirya ’elî - ke ew dem jinî hênabû - małêkman le «fezewt ’ereb» girt. sîlekem lêy hełdamewe; le bîmaristanî «twêsey» řojhełatî beẍda kewtim. bîmaristan dû nihom bû. pitir le de sałonî dirêjî bo nexoşan têdabû; ke nawyan be ’arebî «qawiş»e. her qawşey bîst textî têdabû. derman û xwardinî baş bû. tenya ferqî degeł lubnan ewe bû nawyan nedegut; jimarey textyan bang dekird: «jimare no degeł jimare şeş werin». kitêbêkim xwêndewe: «yaddaştî kerwêşk». kerwêşkeş fermûbûy lenaw keştîda ḧeywan nemayn. bûyne jimare û leser piştiman nûsrabû. nexoşekanî hawqawşim têgeyand, pesnidyan kird ke yektirîş be jimare nawberîn. îtir ta lewê bûm «’ezîz» bibuwe jimare no. cige le xwêndinewe, bêsewade ’erebekanim ders deda; dwanyanim fêre xwêndinewe kird. gutyan melayekî kurd le nihomî dû nexoşe.

- mamosta minîş kurdim, eger karêkit pêm hebê.

- bira dame dezanî?

- kem ta kurtêk.

wirdeberd û texte damey le taqey pişt serî hêna.

- to keyfit be şî’rî kurdî dêt?

- bełê nalîm zor xoş dewê.

- oxey min le yekî wek to degeřam!

nalîyekî be xetî lebin senîr derêna. ew pyawe çil sał bû xerîkî saẍkirdinewey şî’rî nalî bibû; ḧaşyey zorî lê nusîbûn. beřastî lenaw nalîzananda wênem nedîwe. hemû řoj deçûyne qujbinêk û be nalîyewe xerîk bûyn. nawî «mela miḧemmedî çiřustanî» û bawkî yeḧyake bû. nalîyekî ewm be xetî xom nûsîyewe; bedaxewe paşan lêm dizra.

zor le biraderan dehatne serdanim. řojêk mela şukur - ke ew dem bibuwe debîr û keyfî saz bû - gutî: ḧîzbî partî gutûyane sê dînar bide! barbûy hejar dekeyn; gutûme ba le xoy pirsim. zanîm deyewê minetbarim ka.

- na mela gyan! nekey byandeyey! diłîm xoş kird.

lew nexoşîyemda mindałekanim naçar bibûn małyan gwêstibowe małe xizmî aşnayekim ke miḧemmedî îmamî bû. jûrêkyan be kirê girtibû le eḧmed nawêk. małeke lew peřî beẍda û nizîk mizgewt û gořî şêx ’umer bû; nizîk batłaẍêk. şewane leber dengî boq gwêt le dengî hîç nedebû. mêş û mêşûleş basî nakirê. quřî kołanîş wirçî lê deçeqê. le bîmaristanewe hatmewe ew małe. le dûkanekemewe zor dûr bû; jûrêkim le nizîktir girt. şeş ya ḧewt małî dîkeş lew ḧesareda bûn. be řoj çeqqe û heray jinan û be şew dengî ḧewt řadyoy biłînd ta se’at dûy şew. xewî çî? îstiraḧet kwa? segîş dejya û minîş dejyam... lewêwe hawîn çûyne şeqławe û îtir her ew demew hawîne dîsan lêm şêwa û sergerdanî milî girtimewe.