dîdarî jin û mindał paş no sał

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  834 Dîtin

le hawînî sałî 1325 hetawêřa ke bo wituwêj çûme seqiz - ke debuwe hawînî sałî 1946 - min mał û mindałî xom nedîtbû; xeberîşim nedebîstin. me’sûmî xêzanim ke be cêm hêştibû temenî hejdesałan bû. temenî şêrkoy kuřîşim - ke nawî kirabuwe miḧemmed - çwar mang bû. jin çawenořî mêrdyetî û le małî ’ebdułłay biram dejî. çend carêk biray hatûne lay ke were małî ême! neçuwe. xerîkî bexêw kirdinî korpe taqanekey xoy buwe. wa lepaş heşt sał û şitêk, be swarî est û degeł mame ḧemedî ḧacyałła, geywete silêmanî û lewêwe be tirumbîl û qetar geywete beẍda. kuřî çwar mange, no sałeye û bawkî nanasê. paş no sał cudayîy zor tał, pêk şad û şukur bûynewe. her çend her pêdekenîm û şadîm denwand; bełam le xecałetîyan kizem le cergî dehat. heşt sał jinêkî hejdesałane be bêwejnî çawenořim bê û mindałêkî bêbabî le baweşda bê û sebrî kirdibê û tawanî ew hemû çareřeşyeş min bûm... nemdezanî çonî dedwênim û çonî diłxoşî demewe. bełam baş bû, ew hîç giley le zemane û min nebû; zor şukiranebjêr bû ke dûbare geyştûynewe yektir. ca ba feqîrîş bîn, diłman xoşe û gile le dinya nakeyn. nazanim le kwêm xwêndotewe, dełê: «pyawan bo naw derkirdin ḧewl deden, jinan be firmêskî çaw nirxekey debjêrin...». bełê firmêskî xuşk û jinî min, nizxêkî zor gewreyan bijardibû. ew nirx bijêre firmêsk hełweraneş wek serbazî bênaw wan; kes be hîçyan nagrê; bełam le řastîda pałewanî gewrey dastan her ewanin. eger karî dinya le řûy ’edałet bwaye, debwaye le cêgey kotełî pałewananî mêjû, kotełî dayk û xuşk û jinekanyan le meydanî şaranda berz kirdayetewe. bedaxewe, kwa ’edałet? kwa dwakewtinî ḧeqîqet?!