mizgênîm deye! mar û mindarit lo hatîne

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  911 Dîtin

mangî agustî sałî 1954, řojê le dûkan řûtûşî ’eksim dekird. pîrêjnêkî řewandizî - ke demnasî - her le derga hate jûr, wek jine ’ereban le hilululwî da, gutî:

- mizgênîm deye! mar û mindarit lo hatîne; ewe le marê xat şewketêne!

waqêkim birdewe; tasam. lew demeda şeş direm (yanî şeş timen) nebê, parem le ’erz û ’asman şik nedebird. jin û mindał be çî bexêw kem?... pîrêjin ke dîtî mat bûm û řengêkim hêna û bird, bê hest û çirpe le dûkan derkewt; wazî le mizgênî sandin na! dûkanim daxist û be barêk bîr û xeyałatewe berew małî xat şewket deçûm, le kołan tûşî biraderêk bûm be nawî ḧemey ’eze kwêrî konesabłaẍî ke lepaş řoyştinî yermya bo felestîn le cêgey ew dełałîy bazařî dekird.

- ha! xêre, peşokawî?

- ḧeme xirap qewmawe...

ḧeme degełim geřawe. çûyne bazař, zîlo, petû, qap û qaçaẍ, herçî małe feqîrêkî pê awedan debê bayî sî û şeş dînarî kiřî. ḧenbał hełgire!

- kake xot mexe tengane, her wext bût em qerzem bidewe.

małî xat şewket xanûyêk bû le îcarey «miḧemmedî xat zîba» nawêkî sabłaẍî, amozay «’ebduřřeḧmanî keyanî». xat şewketî jinî be qise xoy kone begzadey bacewend buwe. carêk çunke mêrd hîç kare nebû, mał be nawî xat şewket bû. jûrêkman lê be kirê girt û sîpałman be ’erizda da. naw małekey zemanî sełtîşim be qale bexşî.