małî xat şewket

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1057 Dîtin

diłî jin -her jinêk- le nermî û bezeyîda deryayekî bêbne û bo hîç melewanêkî bîrewer û şareza pey nedawe û hîç zanayek lam waye wek heye pey pê nebirduwe. ew kesane be biřway min zor sawîlkane û nezanin ke be layanewe kemayetîye bawkî kiçanin û kuřyan awate. le serçawey beze û xoşewîstî ladeden û dem be genawêkewe denên ke hîç kesî têraw nekirduwe. le hezar kuř be degmen hełkewtuwe ke babî pîrî pekkewtey xoy biḧawênîtewe û bilawênêtewe. bełam qet kiçêk yan xuşkêkim nedîwe ke derbarey kesukarî bîçarey xoy bêzarî nîşan bida. xo dayk her basî nakirê. xuday bezeyî eger hebê dayke. ke ne min, herçî nûserî karamey dinyaye natwanin sed yekî xoşewîstîy dayk bo ’ewlad bixene ser kaẍez; yan be dem - wek pêwîste - şî kenewe.

min birakanim (’ebdułła û sadiq) ke herdûkyan hemîşe zoryan xoş wîstûm, wek dełên biray nimûne bûn, paş awareyîm, mangêk û dû mang yadyan kirdûm û dij damawin; bełam pyawane xem xwardin û giryanyan we la nawe û merdane milyan le kar û xwêndin nawetewe û bûne pyaw le řîzî pyawan. xuşkim ne wek pyawan, wek hemû jinî be řuḧim bo biray, satêk le bîrî neçûm û sałeha bom giryawe û min ke nêrînem, hemîşe lew fînge û mînge tûře û ’aciz bûm!

wa dyare milim le felsefebafî nawe ke hîç le dem û kawêjî min naweşêtewe. «çwêleke xot çî û şorbawit çî?!». ba basî zibrîy pyawan û bezeyî û diłnermîy jinan bo pyawî ’aqił becê bêłîn û bêmewe ser basî jyane kiłołekey xom...