carêkî tir le kerkûk
nemdehêşt garson areq bidzin. be mawey pazde řoj qiřabeyek areq le ḧîsabî mangî pêşû mayewe. aferîmim le aẍa wergirt; bełam zor le kareke weřez bûm; mangewdiwa welam na. lem beyneşda westa daway qerzekey dekird û xat melekî jinî mêşkî birdibûyn. gutim: celal! min deçmewe kerkûk û pûłit bo denêrim û toş lêre pezmende bike ta qerzeke dedeynewe. mela şukur deçuwe kerkûk; gutim: be portoyan biłê eger řamdegrêtewe dêmewe. mela çubû gutbûy hatûm bibme şagirdit! ke ezmûbûy, hîçî lê nazanê, gutbûy fêrim ke!
- bo min medresem danawe?!
- bexwa ’ezîz gutî řambigrê dêmewe!
-xeberî bideye mangê hejde dînarî dedemê.
çûmewe kerkûk. şagirdêkî aşorî be nawî «lazar»m le ber desta û destim be kar kirdewe. bełam emcarim zorî dewam nekird; xeberyan damê ke celalî şerîkit le xopîşandanî komonîstanda gîrawe û dûkan bêxawen mawe. lem seferey dwayîmda jûrêkim le małêkda girt, ke ’umer nawêkî nanewa be kirêy girtibû; xoy be sełtî têyda dejya; ewîş celal tałebanî pêy nasandim; gutî: zor kuřî başe; kadrî ḧîzbimane; agaşî lêt debê û êmeş le ḧałit agadar deka. heftey yek dû şew dyar bû çend kesêk dehatin, ’umer dersî syasî pê degutin. ’umer sîwatî nebû; le qisekirdinîş be gêlokem dedît. bełam kê dełê le syasetda mamosta nîye?!
min řadyom hebû; ew neybû. beyanîyek gutim: kak ’umer to zanîwte emşew sitalîn mird?
’umer qederêk mat bû, gutî:
- kak ’ezîz - be piskî xoy - min dełêm «siḧetî» baş nebuwe boye mirduwe!
- ey aferîm! başî têgeyştûy! pyaw siḧetî baş bê bo demrê?!
- basî ew zîrekîyey kadrî hełbijardem bo celal gêřawe; zorî pê seyr bû!
řojêk çêştengaw hatmewe; wa ka ’umer le małe.
- ha! xêre?
- manim girtuwe! be nanewaxanem gutuwe me’aşim zyad neka kar nakem.
- kake lem bêkarîyeda, êsta bêkarêkî milestûr karî to deka û be kemtir le toş řazîye!
- min dełêm manî kirêkaranim kirduwe; wek le feranse (feřanse) dekirê!
paş nîweřo hatewe gutî: to «dezanî» yekêkyan le cêgem danawe, biçim be layewe milim deşkênê! naçarim biçmewe «silêmanî»!
êwareyekî heynî ’umer gutî: emřo çûbûyne deşt, tirumbîlêkî «îstî’mar» be lamanda řabird. zor hutafman kêşa: bimrê, biřûxê îstî’mar!
tomez tirumbîlî e’mar (awedanî) buwe!
şewêk bebołeboł û cinêwdan hatewe. her le ber xoyewe deygut:
- qeḧbey sozmanî kê firîw deda?
- ha kake ’umer! xeber çîye?
- mamosta! «ummu kulsûm»y qeḧbe dîsan xoy nawete pyanqo (bextazmayî). ewe sałêkî tir way kird, bo ḧembałêk derçû şûy pê nekird; emcareş eyewê bimanxełetênê!
debwaye be setił aw le qawexaneyek bênîn. herçî derwêş û seyîdî nûştenûs û pyawe be řwałet sałḧekan bûn, zorbeyan dehatne ewê. deřabekanî hergîz hełnededranewe; tarîk û tinûk bû. lêman bibuwe metełêkî dijwar. şagird çaxanekeman bang kird, penca filsiman daye ew metełeman bo hełênê: ew hemû seyîd û pyawçake řîşdarane bo le qawexaney ewan komeł debin? bo hemîşe tarîke?
- hemûyan beng dekêşin! nabê polîs pê bizanê. westakem bengifroşe.
le xanêkî sewzefroşî, degeł kone sineyîyekî taze turkimanî kurdînezan bibûme aşna. kabra her le xowe řoḧ û gyanî le ser min degeřa. xoy îcaredarî xaneke û çaxanedarîş bû. debû hemû řoj biçme çaxanekey û çayîyek bixomewe. ke zanî le xanûy ’umer deřom, wek qîl pêmewe nûsa: debê her bêye xaneke; ke çend jûrêkî le nihomî dû hebû.
- berqî nîye.
- her emřo bot dekêşim.
îcarey çende?
- hîç!
- nexêr nayem!
- mangê dînarêk.
tewaw nemgutbû başe, ḧenbałî hêna kelupelekeyan birdim. ta mał hat berqî le çaxanewe bo birdibû. kuřêkî xizmetkarî xanekey be naw cebbar - ke lawêkî pazde sałe bû - nard bom xawên katewe; ta minîş lewêm hemû karim bo bika.