kar le meyxaney «cindyan»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1074 Dîtin

be hoy qizłicî û zebîḧî -ke ’ebdułła necatî dabûn- lay ’ebdułła şerîf karêkim dîtewe. meyxaneyekî hebû be nawî «cindyan», areqî lê defroşra û leser xeyabanî se’dûn bû. le se’at ḧewtî êwarewe ta meyxane çoł debê, ḧîsabî areq û xorakî firoşraw binûsim. şewane be řub’e dînarêk û şêwîş herçî bixom: celal keyfe! min nîweřoyan kem nan dexom; to xot têr ke! şewane têy hełdênmewe. se’at dewrî yazde û nîw dwazde deçûme jûrêk ke degeł ḧemey řeşadî le małî «’elî ’ezîz» nawêkî sabłaẍîman be kirê girtibû. řojaneş le dûkan karim dekird.

şewêk daway dû pors cergî sûrewekirawim kird be dû semûnî dû qatewe; ke debuwe çwar semûnî asayî. lepişt mêzêk milim le xwardin na. mişterîyek le nizîkim areqî dexwardewe, pirsî:

- erê ewey hemû dexoy?!

- biłêm çî mame gyan! duktur dełê debê şêwit sûkełe bê!

- kabra - ke pyałey nizîk demî kirdibû - le piřmey da û çiłim û lîkî têkeł bû. leber pêkenîn janî kird!

’elî ’ezîzî xawenî mał, le ser telefonatî êdarey polîs bû. şew direng telefonî dekird.

- kengê دەێیەûە małê?

- nîw se’atî tir, se’atêkî tir, herwa çend deqîqeyekî dîke!

- yanî çî? tê nagem.

- kake areqxorekanî beřêz, eger taze kewtine goranî gutin, se’atêk her demênnewe. eger destyan kird be qingibadan û çeqene lêdan, dyare nîwse’atêkî mawe. eger bêhêz kewtin û destyan le simêł maç kirdinî yektir kird, her bîna řoyştin!

emcar ’elî le telefonî şewaneyda deypirsî: goranîye? yan qingibadan? yan simêł maç kirdin?!