le kerkûk bêbeş û le beẍda bêkar

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  1311 Dîtin

degeł hunermendî benawbangî kurd «bedî’ babacan» zor bibûyne hogrî yektir. ewîş sełit bû. nîweřoyan lepaş karî îdarî - ke nexşekêşan bû - bo nîweřoje xwardin dehate lam. mencełêk mast, labaweşêk kewer, nanî germ, hêndeman dexward wek «dałaşî ser kelak» nemandetwanî bibziwîn!

wekîlêkî dadgusterîy kurd be nawî «sałḧ řuşdî», her lew xane le nizîk jûrî minewe, jûrêkî kirde defter. řojêk şêx marf be zor birdimye małe xoy. bedî’ be dûçerxe bo nan û mast û kewer hatbû; be pele le pilekan serkewtibû. ay małî wêranim! heywan piře le polîs. dergakey min daxrawe. gurcê deygirin û deybene jûrî sałḧ. nayl ḧacî ’îsa - celladî meşhûrî komonîstan - degeł çend emnêkî tir danîştibûn. sałḧyan be bełgey tawanewe girtuwe; ber pirsyaran dawe . dełên: sałḧ eweş řefîq û mîwanî toye?

- bełê kak bedî’î dostime!

ca were û řûḧ derneçê! ew kabraye xoy gîrawe; minî bêxeberî bo be diro pêwe kird?

nayl dełê: to bedî’ babacanî?

- bełê.

- bedî’! her kesê toy dîwe xoşî dewêy; biřo xwat degeł.

- lew sawe haw firawînekem taze nehatewe û min deçûme lay ew.

le serbanî xaneke denûstim; dûpşikî zor bû. xawen xanî hewałim çwar qefese mîwey le gełay xurma lêk da û boy kirdime text. le serî nûstim. şew nîweşew wek çetirbaz berew ’erz deçim! text qirmey kird!

řojêk kuřêkî şinasî şyû’î «beyanî aştîxwazanî» bo hênam îmzay kem.

- kake nawêrim û naykem!

- axir ewane îmzay zoryan le min dewê! to herçî denûsî binûse, her êmza bê bese! nûsîm: «’ezîz mûsa» nuxteyek merekeb kewte ser sîneke. beyan gîra û ca were têyan hełde: fiłan fiłan şude! ew ’ezîz mûşê cûleketan le kwê peyda kird?!

zorim aşnay baş le mela, danişcû, bazařî û hî tir peyda kirdibû ke zor xoşim lê deguzer; bełam be gîranî celal řîsekem ałoza. kelupelim firoşt; hatmewe beẍda. westa biraym - bo nefewtanî qerzekey - sercem dûkanekey dabû be newed dînar; ke behasanî çwarsed dînarî dekird. le kerkûk bêbeş mam û le beẍda bêkar. çûme lay kake zyad:

- demewê dûkanêk danêm; be sed dînar pêk dê. desbecê daymê. geřam, dûkanêkî çołim le «e’zemîye» girt. keçe maşênêk û hêndêk wirde’esbabim kiřî. jûrêkîşim le nihomî serewey bazařçeyekewe girt ke serbanî beynî pêş jûrekem û ser bazařeke be şîşî asnî lêk biław dapoşrabû. eger yekêk le bazařekeda sirtey bikirdaye, min gwêm lê debû. le êwarewe ke le kar degeřamewe ta berî beyanî, ḧew ḧeram û îstiraḧet derd û sindan bû. nizîkey bîst řadyo bewpeřî dengî biłind ta se’at yekî şew deyanneřand. le yekî şewewe çeqqe û hera û goşt wirdkirdnî qesaban bû; ta wextî karim nedepsawe. ser le hewwełewe pêm wabû kewtûme naw cehennidem, bełam dełên cehennidemîyekanîş fêr debin; fêr bûm. bew hemû guře û neře û teqe û řeqeşewe, xirp xewm lê dekewt.

«ḧemese’îd kanîmaranî» - ke xawen miłk û dewłemendî gewre û bo xoy lîsansî ḧiqûq bû - řojêk birayekî xoy be nawî «wirya» hêna ke bîstûme cêget heye! ba lay to bê û dersekanî le debîristan bixiwênê. «’umer debabe» - ke le beẍda deřoy - dû textî nûstinî herzanbayî dabûmê; zîloy zibirim leser řaxsitibûn û leser yekyan dexewtim. «eger bewe řazî debê ser çawan». şew gutim: wirya ba biçîn şêw bixoyn.

- mamosta! bo nan û kewerêk, nan û xeyarêk nexoyn?!

- kake! min ne gundî kanîmaranim heye, ne mîlîwnêrim. min deçim goştî birjaw dexom; to kewerî xot bixo!

pêm waye mang û nîwêkî nebird, ke lêkim dayewe, zorim le desmayey dûkan zyan kirduwe; çunke kołanekey cê dûkanim zor çoł bû. řojê mişterîyekim be ḧał des dekewt. ey xudaye xecałetî kake zyadim nekey! pyawetî kirduwe û debê bîdemewe. naçar dûkanim be text û mextewe, cige le maşênî ’ekasî sercem be ḧefta dînar firoşt. le wetaẍî ser bazařekeşim gwêztewe, jûrêkim le utêlêk be dû dînar be kirê girt. utêl nebû, ’îmaretêkî gewre bû, mułkî ḧafîzêkî qur’anxiwênî ser řadyo bû. hemû jûrekanî be pyawî sełit û řeben - ke zoryan şofêr û şagird şofêrî utûbûsî xet bûn - be kirê dirabû. dû texteşahanekem birde ewê; wiryaşim kirdewe hawmenził; ke feqîre ḧeqî xew nedat!