damezranî kongire

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  1255 Dîtin

’êraqî tir le urûpawe zor hatbûne fistîwał; êmey dwazde bibûyne ḧefta û yek nefer û her le zyadbûnîşda bû. kongire damezra. beşî ’êraqîyan be ałay ’êraqewe le dû řîzda bû. řanke û çoẍe, mêzerêkî zil, piştênd, kełaşî tazey hewramanî, çûm le řîzda danîştim. tewaw wirçî mumyay kiraw! wek kundebû ke dełên çwêleke dewrî deden; ḧez le çawî deken, herçî wênegir û xebenîgar bûn dewryan girtim û bû be fiçefçî dûrbînan. kêy? xełkî kwêy?... le řûpeřêk nîwe nexşeyekî êran û ’êraqim kêşabû, kurdistanî naserbexom nîşane kirdibû. zor nusxem nûsîbowe. her kese denkêkim dedanê. hîndîyek be qełem wêney kêşam; bełam eşedembîlla hîç wek xom nedeçû. dway celse hatînewe; kořyan bo girtim.

- le dîsîplîn lat dawe!

- biram min pajî hey’etî ’êraqî nîym, qanûntan be ser minda nařwa!

- ew qisane bo xot başe! kurd û murd ḧeqî nîye xoy derxa!

sibeş çûmewe celse; «heman tas û heman ḧemam». ew řoje tozêk direng hatmewe menził. gwêm lê bû çeqqe û heraye. her çûme jûr qiřuqip, wisteyan le xo biřî. gutim:

- beřastî zor merdin, ḧefta û ewende kes le min detirsî! çîtan derbarey min degut?

- demangut eger be cilî kurdîyewe bêy û daway qisey xot bikey, îcra’atit derḧeq dekeyn!

- êwe nazanin îcra’at çîye? ba min pêtan biłêm. xotan natwanin derimken, naçarin biçne îdarey dijî casûsî û biłên casûsêkman keşif kirduwe ke degełman hatuwe. ew dem eger baweřyan pê kirdin, kelepçem deken; deçme wiyen; deçme sefaret dełêm dijî dewłetim. be ḧebsî be teyyare demnêrnewe beẍda. lêm deden řastî biłê! ew dem kame segbab azaye bêtewe beẍdaye, lewê yektir debînîn!

tozêk tirsan:

- kake! kê dełê pyawî xirapî? bełam dełêyn to degeł ême hatûy debê be qisey ře’îs bikey!

êware çûme defterî kongire; kabrayekî êranî, tûdeyî be nawî nemazî hemekarey karî řojhełatîyan bû.

- xwahîş dekem şitêkim nûsîwe; bom be feřansî yan îngilîsî terceme biken.

- ay be çawan! to bîhêne û desbecê dekirê.

hawar û bangî xom be kurdî nûsîbû. şî’rî neşmîlîşim ḧazir kirdibû; şew danîştim kirdimne farsî. sibey birdim bo nemazî. gutî: sibey werewe, ḧazre. sibey çûmewe, gutî: êware. boyan gêramewe ke ’êraqîyekan gutûyane boy meke û meḧtelî ke! êware çûmewe;

gutî: sibey werewe! gutim: wemzanî tûdey, le êranîyetî şorawyewe; bełam êranî û diro bê yektiryan nakirê! deykey yan naykey?!

- heřeşem lê dekey? naykem û naşyełim bot biken!

çawim ’erzî nededî; kirawatekem girt û ber mist û şeqim da. sê kes lewê bûn hatin destim bigirin, le qełsîyekem tirsan; bangyan kird: aẍay kazmî! kuře ciḧêłeyek beẍar hat. destî girtim.

- ha çi xebere?

gutim: emřo bom terceme nekirê waweyla be ḧałî! min kurdim û gwê nademe dwařoj çi debê.

kazmî gutî: nemazî zor bê’exlaqî! eger hîç pyaw bay dirot degeł ew pyawe nedekird. destî xoş bê; birya pitrî têhełdabay!

nemazî her şan û pîlî řast dekirdewe û bekzêkewe gutî: xetay ’êraqîyekan bû!

kazmî gutî: kwa çit pêye bêne! qet se’atêkî nebird tercemey feřansî û îngilîsî taypikirawî bo hênam. gutî her karêkî tirîşt heye ḧazirim.

- de tuxwa sibey se’at de, were kongire bimbîne! bibe be tercumanî qisanim.

sibey be cilî kurdîyewe çûmewe le sefî ’êraqîyan danîştim. kazmî hat. řast bûmewe, gutim: were! serkewtîn, çûyne lay serokî kongire - ke êsta nawekem lebîr çotewe - feřansî bû. gutim: min kurdêkim ser be hîç dewłetêk nîym. hawarêkim heye le teref tenya xomewe. aya humêdim hebê ke lem mînberewe řêgem bidrê hawarekem bikem?

min dełêm û kazmî be feřansî bew dełê. lew demeda «duktur sefa ḧafiz» - ke ḧiqûqî bû - weser kewt. hêndê qisey degeł ře’îs kird; tênegeyştim. ře’îs le cwabma gutî: êre mînberêkî azade; eger yekêk byewê cwênîşman pê bida řêgey heye. başe nawit denûsim, hawarî xot bike!

supasman kird, hatîne xwar.kazmî gutî: sefa ḧafiz pêy gut: ewe degeł destey ’êraqe; ’êraqîş qisey xoy kirduwe. be qanûn ḧeqî nîye. ře’îs pêy gut: ew pyawe dełê min be tenya qise bo xom dekem û ser be hîç desteyek nîym. qanûnî êwe lêre kar naka!

řojêk le cengey celseda, xeber dira ke çînî hêrşyan kirduwe û emrîkayî û hewałanyan qetił û biř kirdûn û koryay şîmalî serkewtuwe. bû be çepłeřêzanêkî bê pisanewe û hûrakêşan. lawêk deyangut nîwzîlandîye çuwe ser kursî, gutî: zor sałe aştîxwazîn; lêreş her boye ko bûynewe ke dijî şeř û xwênřêjî xebat bikeyn. pêm seyre bo hêrş û xwênřijandinî xełk le layen çînî dostimanewe le çepłe deden. şeř her şeře; nabê bo hîç pyawkujîyek le çepłe deyn.

le celse çoł bûnda ke dîsan weber ḧemley wênegran kewtibûm, ře’îs destî le şanim da, gutî: dûsbey se’at de, norete. hatmewe menził. her kese leber xoyewe destî deguşîm:

- tebrîkit pê dełêm! ře’îs fermûy dadey bizanîn çi dexwênyewe?!

- ka ẍefûr! xwa eyzanê ne êsta ne paş xwêndinewe, çawtan be nûsrawim nakewê; xatircem bixewe!