hawarêk bo kurd û kurdistan be şî’ir û pexşan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1931 Dîtin

dûsbey hat. çûme ser seko; be kurdî witar û şî’irim xwêndewe. wamdeneřand detgut le eşkewtidam. lew kongire çwar ziman řesmî bû. debwaye witar terceme kiraba bew çwarane ke birîtî bûn le; řûsî, feřansî, îngilîsî, espanî. wegêř le pişt perdewe kelîme be kelîme deyangut. le mêzî pêş gwêgranda çend kunêk hebû nawî zimanekanyan lê nûsrabû. gwêpoşt le gwê dekird û serekey dît dew kune zimaneřa dekird ke detzanî. cêgey eweş hebû ke řastewxo dengî kabray wêjer be zimanî xoy bibîsî. deca bo wirçe qułe le çepłe den! çepłe zorî kêşa, kîjêk be deske gułêkewe hat; destî kuşîm. gutî: min turkim. dezanim dewłetî min çendî naheqî le kurd kirduwe; bełam to min bibexşe! zor xecałetim... ke hatmewe menził gutim: hîç nebê lew kiçe turke şerim bitangirê, çî tirtan pê nałêm...

řojêk, kak ẍefûrî ře’îs - ke yekî dirêjî şan û pîl xwarî tozêk piştikûřî mûzerdî çawmeřî û xełkî silêmanî bû - be ’arebîyekey ke hîçî lê nedezanî, bangî kirdim:

- pêm xoşe degełim bî; deçme dîdenî êranîyekan.

- başe, bełam lêre pêt gunaḧe be kurdî bidwêy, min ’erebît bo terceme nakem.

- bo xom farsî dezanim; tom pênawê. her pêkewe bîn başe.

êranîyekan dewrî çil kesêk debûn. zoryan kiç degeł bû ke yekyan laqî le xopîşandanda peřîbû ( wa bizanim nawî perwane bû). ře’îsekeyan şelêk bû nawekem le bîr nemawe. ka ẍefûrî çenberî milî le şitêk na be xeyałî xoy farsîye. bû be pirmepirmî kiçe êranîyan û pirme bû be tirîq û hoř! kabra şele ke xoy wext bû biteqê, gutî: bêşermîne! biçne der! cenabim ke gutbûm ewe ře’îsî ’êraqîyekane, le şerman areqim kird. gutî: aẍa çî fermû tercemey ke!

- ẍefûr! dew farsîye cwane nagen; abřûşman çû. be kurdî bifermû ta pêyan biłêm; ke debwaye min be endazey ’eqłî xom byangořim!

min ke řojane be cilkî kurdîyewe degeřam, zor kîj û law defterî bîrewerîyan dedamê boyan îmza kem. be îngilîsî lenaw nexşeyekî zor mindałaneda, le naweřastekeyda demnûsî: «kurdistanî naserbexo». le dewrîşî turkye û êran û ’êraqim denûsî. lew defteraneda demdî be xetî farsî îmza kirawe: «kerîm ḧîsamî neẍede!» ew řoje le menziłî êranîyekanim dît. gutim: bira to hîç nebê tenya binûse kurdistanî, kes napirsê neẍede le kwêye!

ře’îse şele lêy pirsî: ḧîsamî qiset kird?

- bełê!

- be çî?

- be farsî

- axir merdî ḧîsabî! wa debînî çendîn duktur û xwêndewarî le zebirman hênawe û cil û tepley kerbelayîye ladêyyekanman deber kirdûn. kes nebû qisey farsîm le řadyo bo bika to nebî?!

min gutim: biço be kurdî qise bike ta bizanin qedrî kurdiman lebere. heste biçorewe be kurdî biłê.

telefonîşî kird řadyoy têgeyand.

ew deme le wiłatî derewe kes cige le îsra’îl û lubnanî nedezanî. menzûrim řeşayî komełe ne syasî. tenanet mîsir û ’êraq û sûryeşyan nebîstibû. le wermyanda ke demgut: «kurdistan»

- ha turkîstan! ’îrak!

seryan řadeweşand: beẍda, ha ha! kelfe beẍdad! hařûn řeşîd! ewîş le ahengêkewe be nawî xelîfe beẍdadewe kewtibuwe ber gwêçkeyan.

řojî cejnî xopîşandanî giştî dyarî kira. hemû kes, afrîqayî, asyayî û gelanî tir be lîbasî mîllî xoyanewe hatin. dukturî afrîqayît dedî kewłe piłîngêkî de şan û pîlewe pêçawe, basqenneyekî dirêjî le pişt milyewe qît kirdotewe; bełam ’êraqîye komonîstekanî xoman ke le beẍdawe çendîn dest bergî kurdî û kiłaş û kiławî sûr û şînyan bo ew mebeste hênabû, kurdekan be layanewe dijî îmanyane deberî ken. ewanîş wek ’erebekan ’egał û keway şořyan kirde ber. tenya kurdêk ke le lenden hatbû degeł min cilî kurdî poşî. çûyne xopêşandan. teḧye karêwkay makerîş lay wa bû deçête ser sekoy sema, lam waye pûtêk debû; zêřî le xo dabû; wek êstirî pêşeng her ziřey dehat! le pêş mîsrîyanewe deřoyşit û ałay mîsrî hełkirdibû, pêşyan degut: «sîttî tuḧeyye!».

xeyał piławêkim kird: heyaran! min ke le sabłaẍ û tewrêz hênde hênde xoşewîstî şorewîyekan bûm, bo neçme řûsya û lew şeřeşeqe řizgar bim?

kurdekey lenden - ke wa bizanim nawî newzad bû degełim hat - çûyne sefaretî řûs.

- çîtan dewê?

- sefîr.

- zeḧmete bîbînin.

- karî girîngiman heye.

- řawestin!

birdyanîne xizmet sefîr.

- kake bom terceme ke! min şaxim wa û bałim wa; fiłan û fiłan demnasin; şî’irim wa, nûsrawim wa; bom bipirse eger bimbene řûsye yan azerbaycan û bako zor memnûnim.

sefîr lêm bû be qanûnî:

- hewał! êre řomanyaye; serbexoye; řûsya heqî nîye basî şitî wa bika!

çî be ser çîyeweye?! dełên be melay mezmûreyan gutuwe gurîsman deye, gutûye herzinî le ser řaxrawe.

- yanî çî?

yanî naydem û bibřêtewe!

dîsan «eble be xeyał nebû be mał»...

min qorîyekî elmonyom û çay ’êraqîm pê bû. le sayey ewewe zorim dostî ’êraqî bo peyda bibû. yek lewane duktur nezîhe dilêmî bû. yekêkî řeş û birş ke le zemanî qasmida wezaretî dest kewt; bełam leber dizêwî mêrdî her dest nekewt! kurdîşî dezanî.

çûme numayşgay sin’at le buxarêst. jinêkî hîndî zor cwan degeł dû kes lewê bûn.

mat mam: xwaye wek ew jinem dîbê waye; le kwêm dîwe? le yekêk le pyawekanim pirsî: wek ew jinem dîbê, nazanim le kwê?

- çon nazanî? le sînema; hunerpîşey sînemaye!

hatuçoy menziłî êranîyekanim dekird. gutyan degełman werewe le řêgey řûsyawe detbeynewe; nemwêra. kabrayekî êranî ke legeł hey’etekeda nemdîbû, hat pirsî:

- to hejarî?

- bełê.

- were karman pête.

birdimye kafeyek, sî kesî tirîşî hewałî ew lê bû.

- ême tûdeyî û hewałî duktur ce’ferî řeḧmanîn. basî toy bo kirdûyn. tûde emřo zor behêze û polîs û ertiş hemûy be dest xomane; dadga le tikaman dernaçê. řoj řojî toye. zorman kar be toye ke şa’îrêkî kurdî. werewe êran, xot aşkira ke! detgirin; bełam xatircem be le ḧewt řoj zyatir le ḧebsa nabî, berit dedeyn.

yekyan serî xiste bin gwêmewe: museddîqîş fiřê dedeyn û her bîna ḧukmiman girte dest! ay bira, keyfe!

- axir her debê biçmewe beẍda. ca eger pêm bikirê lewêřa bêm.

- zor hasane: sibey deřon! çwar řoj derya; dû řoj le bêrûtewe ta beẍda; řojî ḧewtem deçye kazmên; kartî min be (lîwan tur) nîşan dedey. bê tirsî pirsî polîsî sinûr degeye taran. ême çawenořtîn!

ey xenî le xom! kartim wergirt. îmzakey «ḧemedřeza» yan «řeza ’elî» şitêkî wa bû. name tenkey baxełmewe. her deřoym û destim bo debird newek winim kirdibê. nexêr dyare bext řûy tê kirdûm!