şarî buxarêst û jyanî ew demey

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 12 Xulek  1042 Dîtin

le bûdapêst se’atêk le êzge maynewe. ser û paketêkî sendiwîç û mîweyan daynê. geyştîne şarî buxarêst. ’êraqî û mîsrîyekan le medreseyek menziłman girt. le qetarda werzişkarêkî ser bêtûkî mîsrî deyewîst serderênê, neyzanî şûşey le pêşe, şeqonêkî de şûşey qetar hełda, şûşe xirmey kird û sere keçełekey çî lê nehat. yek le mîsrîyekan «teḧye karîwa» semakerî meşhûr bû. desteyekî muzîkî degeł bû detgut be daniste hełtibjardûn; zorbeyan řeşî awławî û yekyan yek çawîş bû!

le qetarî řomanîda dû jineladêyî hatne naw wagonekeman; mirîşk û hêlkeyan debirde şar. be îşare le mirîşk û kełebabewe ta gořistan û ew şitaney le řê demandît, pirsyarim le jinêkyan dekird û demnûsyewe. twanîm çend wişeyekî zor lazim fêr bim. lew pirs û cwabaneda polîsêk peyda bû; jinekan zor tirsan; derpeřîn û dersim naqsî ma!

beyanîyan hemûman deçûyne jûrêkî nan xwardin. herçî zû negeybaye beşî debřa. min le sînemada teḧyem zor be cwanî dedît; bełam beyanîyan - ke neydepřija le tawî nanekey sûrawsipyaw bika - şiłezerdêk bû bêzit lê hełdesta.

nîweřo û şew bilîtî nehar û şamman hebû; deçûyne řistûran. debwaye bîst û dû řoj lewê bimênîn. debwaye hemû řoj ko bînewe hey’etî dewłetêk bibînîn; ke deyangut heşta û dû mîlletî lêye. zor zû min wazim hêna û le dîtnî giştîda beşdar nedebûm. řojane be şarda degeřam. tûşî her kes bam çend kelîmeyekî řomanî lê fêr debûm. le çaw hewałanim zimanzan bûm; zor karî xom pêk dêna. şewane deçûme sînema yan tî’atir. bo ew şwênane her kesey heqî bilîtêkî hebû. min ke bimwîstaye yekêkî tir degeł xom berim, bilîtekem deda bew; kiławêkî sûr û şînî silêmanîyanem le ser dekird, her zû řêgeyan dedam û daway bilîtyan nedekird.

lew nwêneraney hatbûne buxarêst, jinî aysilandî û pyawî biljîkî le hemuwan cwantir bûn. lewan berejêrtir fînlandî bûn. bo îtalyayye cwanekanîş, wek wênegran fikirim dekirdewe: xuda le dirust kirdinî nejadî sipî be çawî şîn û qijî zerdewe botewe, řeşî efrîqa û genmiřengî asyaşî dirust kirdûn. tozêk le herdû řengî lêk dawe, îtalî be çawî kał û qijî xurmayî û řeşî lê saz dawe.

’êraqîyekan beyanêkyan çap kird le dijî dewłetî ’êraq û îstî’mar; debû biław kirêtewe. ta êware pitir le dûsed daneyan biław nekirdibû. gutim çenditan heye bimdenê. cilî kurdîm deber kird û le ser pyadeřewî xeyaban wêstam. dinya le cilekem ko buwe. pitir le hezar danem le dû se’atda lê wergîra.

řojêk le xeyabanî vîktorya řadebirdim; hestim kird destêk leser şanme. cewanêk bû pirsî: turkî dezanî?

- kemêk.

- minîş tozêk turkîm dezanî le bîrim çotewe; ḧez dekem lêt fêr bibmewe. nawim mîrceye; fêrkarim; endamî ḧîzbî komonîstim.

bew şerte ke ewîş fêre řomanîm ka, pêk hatîn. hemû řoj mîrce lebin darêk çawenoř bû. se’at no demdîtewe; ta êware pêkewe degeřayn. mîrce carêk birdimye małe xoy. xuşkêkî cwan û sewdaxoş û daykêkî pîrî hebû; be maşên xeyatîy dekird. turkî dezanî; zorî cinêw be dewłet deda. deygut: ew hemû xełkeyan bo teblîẍatî xoyan de boxarêst xizanduwe, her le ladê û le şarewe herçî pêy biłên řisq xercî ewane dekirê û êmeş hîçman dest nakewê.

lepiř pirsî: to komonîstî?

- bełê me’lûme!

- kuřim diro meke! metirse! be xwa lem geřeke hîç kes komonîstî xoş nawê; mîrcey kuřîşim diro deka.

emey řast bû; çunke mîrce be minî gutbû ke her çend le ḧîzbidaye, pensilînî qaçaẍ defroşê.

zor germa bû; areqim kirdibû. kirasekem zor çiłkin bû; herçî gutyan koteket dakene! gutim le wiłatî ême kot dakendin zor ’eybe!

cil şuştinîş bezmêk bû. cile çiłkinekanman dadekend, deyanbird, deyan şit û hemûyan be xawênî leser mêzêk kełek dekird; ke her kes î xoman binasînewe. biraderan herçî zû bigeyştaye, kam kiras baş bû deydizî! ca were gwê le qiře û hera bigre! yekêk î’lanî be dîwarewe dabû, nûsrabû: zor şerme; kiras medzin! îmza: yekêk le kiras dizrawan!

kiras dizîn teşenî kird: tîẍ, pûł, tenanet şemçeş le çemedanî yekêkda ba û danexraba, dedzira!

ew dem ke le bêrût deçûyne seyrî melekeran le dem beḧir, biraderêk - ke xełkî şarî çikołey «kût» bû - le komonîstîda zor wişk, le dîmenî jinî řûtî mayo leber zor tûře bû. deygut: ewe karî îstî’mare; debê le dinya nemênê! le buxarêst deryaçeyekî zor gewre û xoş denaw şardaye; pêy dełên «tişmecû» yanî çişme û coge. le dewrî seyrman dekird. kiçanî melewan zor lewanî bêrût řûttir bûn. bangim kird: selman! xoy lê de xew kirdim. hełmisand:

- bo ewane çi defermûy? lêm řûne ewaneş îstî’mar řayspardun texrîb biken!

dewłetî řomanî her yeke penca «lî» pûłyan - gîrfan pûłî - dabûynê; degeł eḧmed ’usman têkełman kirdibû. řojêk gutî: biço le fiłan cê sabûn bikře! parûy be pênc lî deden. dû sabûnim kiřî û xistime gîrfanî patoł û le xoşîyan be ẍar hatmewe. ke destim bird gîrfan diřawe û sabûn kewtûn! ta geřamewe sabûn le dûkan nemabû.

le kerkûkewe ke dehatim; kewşim lay ermenîyekî aşna be řadan da. gutî: kewşêkit bo dedûrim kes de pêyda nebê. kewş le nûkewe yekser kundar û debû hemû be qeytan daxey. řoj nebû cûtêk qeytan nepsênê! bełam qeytan le ’êraq cûtî be şeş fils û zor herzan bû; hemîşe de cûtim de baxełda bû. le řomanya lêm xelas bû; kewşim lêm bû be wirge masî hełdiřaw. pêm de pê nedena. «ay neḧlet le babit bo kewşê bot dirûm!». we dway qeytan kewtim. her çî lêy depirsim, dełê miẍaze.

- miẍaze kwa?

- nazanim!

be kute ben, be têl deybestimewe, qirit depsa. řojêk wîstim biçme binkey êranîyekan, kołanêkim dî. gutim řêge kurt kemewe; bewêda řoyştim. oxey! şukur tûşî miẍazey qeytan bûm.

- cûtî be çend?

- be ḧefta ... (nazanim pûłe wirdekeyan çi bû).

- eger çî zor girane, ḧew cûtim deye.

ḧesamewe. bełam serî qeytan be çirêş tund kirabû; tenekey têda nebû!

be lay dû boyaẍçîy kewşanda řabirdim. yekyan gutî:

- aẍa farsî mîdanî?

- biřo ḧîz! to sineyît, bo be kurdî qise nakey?!

- ay qurwan! çon zanît sineyîm? min bîst û pênc sałe ham lêre; waksîy kar ekem. fermû were biçîne mizgefit!

carêk tûşî yekêkî piştênd kejûy kiławilbadî sipî hatim. bom hat:

- musłiman?

- musłiman!

îşarey be xoy kird: musułman! «bîsmî alilّەەی alirّeḧmin alirّeḧîymErebî! اەعûûزû byalley mîne alşeytanî alirّecîmErebî

her be milmewe nûsa û milî le maç kirdinim na. têgeyştim ełbanyayîye û nawî ’ebduřřeḧmane.

îwareyek tûşî pyawê penca sałe hatim kiçêkî degeł bû; ne pikey ne pixoy, timaşay say gerdinî key. lêy pirsîm: hayk? yanî ermenît? zor carî tirîş xełkî buxarêst be ermenîyan dezanîm.

- nexêr kurdim.

- kurd?! nekey qise degeł kiçekem bikey; nabê bibête aşnat. bawkî min cîlo bû, simaylaẍay simko kuştî.

- zor bedaxewe, baweř ke min řazî nebûm bapîrî cwanî wa bikujê!

şewêk çûme kafeyek ke xełk le ḧesar danîştibûn. tenya leser mêzîk bûm. kiçêk - yan jinêk - hate lam û gutî: îcaze heye?

- fermû!

daway butłe şerabêkî kird. be bizeyekî ḧîzanewe dwandimî; gutî: nawim karmêne, ḧez dekem bibîne aşna û zortir yektirman çaw pê bikewê.

- ba bizanîn... çunke min eger karî xom hebê becêy nayełim; bełam lewaneye bêmewe soraẍit.

wîstî biçîn pêkewe seyrî semay be komełî meydan bikeyn; pêm naxoş nebû.

- dey min deçim pûłî garsoneke dedem. toş keyfit lêye were pûłî xot bide, yan bimdeye min deydemê; ba zû derçîn.

bendeş ker ker! penca lî řomanîm şik debird, dame destî ke baqîyekem bo bênêtewe. teşrîfî řoyşit û êstaş nehatewe. garson hat: bêne pare!

- pêm nîye.

xawen kafe pêy zanî. serêkî řaweşand, gutî: dad le dest kiçe řomanî! ’efûy kirdim û hełtek hełtek be gîrfanî betałewe hatmewe. bîrim le «upêray karmîn» dekirdewe ke emey minîş be xêr bezmî upêray karmênêk bû!

řomanîy çawřeşî genmiřeng bûn; xwênşîrîn û řûxoş. ew şiteş ke ême nawman nawe namûsparêzî, nek her le kin ewan, bigre le urûpa û řûsyaşda kemtir terefdarî heye! şewane muzîk le meydanan lê dedra û sema û hełpeřkêy bekomeł dekira; êmeş deçûyne seyrî. şewêk jinêk pîlî kêşam: were biřoyn! xom le destî řapsikawit! girtimyewe. zor kesman lê ko buwe, jinetîwe berim nada. baweř ke le şerman bûme tinokêk aw. qetim ewe be ser nehatbû. kabrayek hat zorî tika lê kirdim:

- legełî biço!

- naçim destim lê berden!

gutyan: bo naçî, ewe mêrdekeyetî tikat lê deka!

axrî ermenîyek le dest jinetîwî řizgar kirdim. beřastî zor zeḧmete řojhełatî, ewîş nexwaza kurd, lew bêşermîye xoşî bêt.

řojêk eḧmed ’usman û min tûşî pîrêjnêkî zor şiřuşřoł bûyn; swałî lê kirdîn; şitêkman daye. řojêkîş le utûbûsda swałkerêkî modêřn be kaẍezî keşeyekewe degeřa; bewîşman şitêk da. be mîrcem gut: dû swałkerim dîwe. gutî: heyhû! hezaran heye. leweta êwe hatûn, dakirawin neyanbînin. webał bestoy mîrce.

êware direngêkî tarîkan, pêremêrdêkî řîş sipîm dît şitêkî le ber dem bû; wemzanî topî gullehawêje.

- mame ewe çîye?

- min feylesûfim; eweş teliskope. lîyek bide û timaşay ’asman bike.

le kakeşan û estêrekanim řwanî; zorim be lawe seyr bû. îtir le ’umirimda taze teliskopim timaşa nekirdotewe.

řomanya ḧewt sał bû bibuwe dewłet; neytiwanîbû le hemû şwênan kiłxoz danê. gutyan dwazde kełxoz heye. birdyanîne seyrî yekyan. xanûy çak û řadyo, sînema, kitêbxaney zor cêy aferîn bû. kwêxay kełxoz qisey bo kirdin û paşan gutî: kê pirsyarî heye cwabî bidemewe?

min destim hełêna. dukturêkî ’ereb gutî: çi depirsî?

- pełe tûtnêkim dîwe, wek le dêm bê waye; pêm seyre. çunke le kurdistan hîç nebê tûtin řojê sê awî dewê.

- bełê kurdistan kurdistane; îre wiłatî komonîstane. her be ḧewt řoj baranî lê debarê! edî bo dełên komonîst başe!

bew cwabe cwaneşewe her pirsîm. kwêxa gutî: em şîwełe nizar û nimdare; tûtin pêdegeyenê û dêmekare. le cêgey tirî řomanya bê aw nabê.

***

- ba bo êdare xoman întîxabat bikeyn. bîrubřiway xotan be azadî derbiřn; řûbînî meken!

çend xoşe ba le komełêkî kemîşda bê, hełbijardin azad bê. ba dûsbey em kare bikeyn. qurban bû be sirit û xurit û partîbazî.

- min hełnebjêrî xot dezanî!

- fiłan kes hełmebjêre! dayk û babî casûsî nûrî se’îdin!

- herkes hełminebjêrê daykî wa lê dekem dełêm xayne!

ḧew! xo emeş deskî derhat! azadîy quřbeser lêreş cêgey nîye...

«selîm şahîn» nawêkî ’erebî beẍdayî le pêşda dû car çûbuwe fistîwałan; tamî xwardinî xoş û řabwardinî xoşî ciḧêłaney her lebin didanda mabû. em careş ke hatbû, xoy zor be bextewer dezanî. ke le ser keştîş gutyan nabê biłêy kurdim, ew le hemuwan şêlgîrtir bû. le řêgeş bibuwe kêşeman û lêk tûře bûyn. le hełbijardinda gutyan tuhmasbî nawêkî êranî gutûye selîm casûse. hełnebjêra û bezmî segî pê kira. be hełkewt tuhmasbîm dît; bom gêřawe. gutî: be ḧeyatim selîm nanasim û hergîz basim nekirduwe. hatmewe bekomeł bom gêřanewe. selîm gutî: egerçî lêşim qełsî, be şerefim her to de nawmanda beşerefî!...