çend nimûne le xo û akarî bira şyû’îyekan

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1253 Dîtin

de’wetnamey řesmî ḧîzbî şyû’îm pê bû ke beşdar bim le kongire; qaçaẍ bû debû le řê bîşarmewe. zebîḧî le beřê kirdinmida gutî: min le arsîn lupînewe zor şit fêr bûm; wird pêçayewe û de nêwan twêy pantołda, le pişt qûnmewe taqetî kird. keçî be naşkurî nebê, le «eskenderîye» ke deçûme ser keştî, efserêk pişkinîmî; zor zûdîtyewe. zor tirsam. pêkenî û destêkî le şanî dam: biřo be selamet!...

le eskenderîye bo dû se’at çûyne şar. ber lewe çwar dînarim le paş cil kiřîn û bêrût mabû; ewîşim dabû be cenabî ře’îs. degeł kuřêk dabezîn namey de poste xist. swarî tiram bûyn ke be şara bigeřêyn; lepiř dîtim kuř nemawe; nazanim le kwê dabezîbû. pênc te’rîfem - ke debête qiranêk - pê nebû. bilîtbiř hat be lamewe, xudniwîsim le gîrfan kirdewe, gutim pûłim nîye.

- ta kwê deçî?

- ta bender.

- be xořayî swar be!

desteyekyan degeł ře’îs kałek û şûtî zoryan kiřîbû, xoyan le hêndêk biray ḧîzbî gêl kirdibû! her le êstawe bołewpirte peyda bibû; ke minîş yek le beşxurawan bûm. be hezarî narî ’elî dû dînarim le ře’îs sandewe; ke newek dîsan bo bilît damênim.

le êzgey řom debwaye çawenořîman bikirdaye ta serokî lawanî řom dê le ser ḧîsabî lawan demandemezrênê. çemedan û hêndêk parçey beře û şitî waman le dewrî xoman dana û leser ’erz text danîştîn. zor wek xêłî qereç deçûyn! herçî deypirsî: çin? demgut: «cîsî» (qereç).

- karî awman heye, le kê pirsîn?

- ay le mintan nekewê! en min çîm?

le ḧenbałêkî êzgem pirsî: řîtî řata! serêkî řaweşand.řîtî řata (be şilêkewe gutim). nexêr tê naga. destim be zigmewe na û xom kûř kirdewe û neqandim. pêkenî; gutî: ha! řîtî řaza! be qamk têygeyandim jimare yazde awdeste. le dergawe řwanîm awêne bendêke wek małî şa! çend kesêk leber şêre řîş detaşin. bibê û nebê delakxaneye! ke çûme jûr zanîm çend awdestêkîşî lêye. mizgênîm da û be komeł řayankird. hey lewey zû bigatê û le xo neřê!

paş nîweřoyekî direng hatin birdyanîn le çaktirîn utêlî benaw «pilaza» damezrayn. ceme nan leser lawanî îtalî. şewaneş yekêk debû be sergele û deçûyne çaxane û çayîyekman dexwardewe; gwêman le musîqa degirt. be řoj be kołan û xyabanda wêł bûyn. şarî řomam zor pê cwan bû. detgut hemû małekanî xeyabanyan be mişar xişt biřîwe; hemû cêga wek yek deçûn. kotełî zor hewnermendane le hemû aqaran bibûne xişłî şar. řojêk çûme řistûranêk; lîstyan bo hênam. her teqem le seryewe dehat. tûşî wişey «firayd fîş» bûm; destim leser dana. bełê masî sûrewekirawîş xirap nîye. xwaye ew masîye min demnasî corêkî tir bû; ewe parçey çikołe û lêk haław, hêndêkyan le řane çwêleke deçin. xwardim; xoş bû. le hatnederimda kuřêkî lubnanî gutî pêkewe deřoyn. le řê gutî: minîş her wek to boqim xward!

’ebdulkerîm şêx dawid nawêk - ke ḧiqûqî bû - le cyatî sî dînar, penca dînarî dabû. daway sabûnî dekird kirasî pê bişwa. qanûn neygirt! naçar min sabûnim bo kiřî û ewîş hezar cinêwî be dizî bew qanûne da.

be gel çûyn bo «watîkan». serim le karî kilîsay «san pitrus» gêj bibû. çaw be moleq westa û demřiwanye mîçekey ke deskarî mîşêl enjêloye û maşełła û behbehim degut. heta be xom zanî le gel becê mabûm û fetalîyekîşim pê nebû. gêj û ḧol dexulamewe, tûşî hewałan nebûm. taze qewmawe; ba têr seyr bikem. wîstim biçme mûzey watîkan, parey dewîst; nemkira. le dergayek dû pasewan be cilî řomîyanî qedîm, řimb be destewe wêstabûn. tirumbîlêk hat. şajnêkî řeşî wek qîrî têdabû; kiřnoşî bo kira û derbaz bû. minîş wîstim biçim, řimb le dû lawe têk peřîn û řêgem nedra. dyar bû jine řeş deçuwe dîdenî pap. hatmewe ser xeyaban. swarî utûbûs bûm. bilîtbiř hat! fêr bibûm; xudniwîsim řadaştê. ke zanî çîm pê nîye bilîtêkî damê. bîrim lewe dekirdewe: kabray mîsrî le dewłetî dizî û pyawetî degeł min kird, îtalîyeke le gîrfanî xoy zererî bo kêşam.

pasportekem be xetî ’erebî nûsrabû ke xawenî ta sûrya û lubnan biçê; eger be îngilîsî basî urûpayşî lê nenûsraba nedebû. îbrahîm ’ebduřřeḧman xał - ke ewîş hewał bû - degełma hat bo sefaretî ’êraq. gutî: xot be dewłemend nîşan de! cilekanîşt başe. çûyne xizmet sefîr; minî zig zilî cil başî be milîwnêr dewłemend hate ber çaw. minîş ta twanîm fiřufîşałim kird ke: heta utrîş deçim çend řojêk řaydebwêrim!. «bełê bełê» kerî nêr neydekêşa! pesaportî be îngilîsî nûsî û utrîşîşî xiste ser. le xwaḧafîzîda fermûy:

- bêreda werewe ba dîsan be xizmetit bigem.

- ca çon ta dyarîyek bo aẍazadekan nehênim deçmewe?!

çûyne sefaretî utrîş. kiçêk gutî: bew nîşanane serî se’at pênc werne fiłan apartiman wîze wergirin! pênc dû deqîqe kem çûyn; daxrabû. řawestayn û deřwanîne se’at; dû sanye mabû, kiç peyda bû. biraym gutî: wemanzanî nayey, gutî: wextim zay’ nekird.

wîzay taybetîşman le sefaretî řomanî wergirt; ke le pasporta nenûsra; ta le ’êraq nemangirin. paş çwar řoj yan sê řoj be qetarî «tîrî zêřîn» weřê kewtîn. çend se’atêk le êzgey «wînîz» maynewe; bełam qanûn neygirt biçîn ew şare cwane bibînîn. nûşabeş be qanûnî sefer nedekewt! yarîdey lubnanîyekem da çemedanim legeł gwêztewe, ḧenbałîyekey nûşabeyekî bo kiřîm. şew direngêk geyne «wiyen». çûyne şwênêk, le lawan cimey dehat. nardyanîne yaneyek ke lewê bixewîn. çeqqe û hera û bilyard kirdin bû; derzît heławîştaye nedekewte ’erzî.

- yałła hestin! çemedan hełgirin detanbene cê xewêkî baş.

çemedan be destewe, şew tarîk û serma, le mandûyî areqman kirduwe; goranîy îsmehanim hatbuwe bîr ke dełê: «şewanî xoş řabwardin le wiyen!». çûyne mîwanxaneyekî qişpîle lenaw baẍêkda. nanyan daynê û nûstîn. beyanî nan û çaman xward û gutyan biřoyn. bû be hera:

- ta cewanan pûłî êweman nedenê nařon.

telefon le ser telefon. cwab nebû. xawenmał gutî: yekêk be girêw degêřmewe ta pûłim dedrêtê. gucê çûme ew lawe gutim: min be girêw demênmewe. be xeyał gutim: dû sê řojêk dexom û dexewm; ba bimnêrne ḧebis! bełam paş dû se’at azad kiram û birdyanmewe lay hewałan.

ême û lubnanî û cûleke û mîsrî û urdunî û nazanim kêy dîş be qetarêk weřê kewtîn. le sinûrî mecaristanewe xełk dehatne pêşwazman. le şwênêk kuřêkî lubnanî gutî nutiq dekem. dest biłind deka, deneřênê, be ’erebî dełê: aw awe! hewa hewaye! herçî baweř naka awî sard bixiwatewe! bû be hera û çepłeřêzanî gwêgre xoşewîstekan û pêkenînî ême!

şa’îrêkî cûleke be nawî «ḧenna ebulḧenna» ke ’erebî qisey dekird, le nizîkmewe bû. zor qisexoş bû. carêk gutî: ew hemuwe dewłete ’erebane le hemû şitda dijî yektirin; bełam le cinêw be îsra’îldanda yek qisen!