fistîwałî lawan le buxarêst

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  907 Dîtin

pitir le sałêk le kerkûk řambiward. seretay hawînî 1953 bû. basî fistîwałî cewanan le buxarêst dakewt. şêx marf gutî: wa dekem degeł lawanî ḧîzbî şyû’î biçye buxarêst. îtir ber emrîşyan nebî û be azadî bîrubřiway xot be xełkî dinya řabgeyenî.

ax çend xoş bû em seferem bikirdaye! dû ’eksî kałî na’aşkiray lê wergirtim. řojêk pasportêkî bo hênam ke be de dînar bertîl dirust kirabû. gurcê kelupelim heřac kird. ḧîsabî xom le westa wergirt, gutim: deçmewe beẍdaye. sê çemedanî tenekey piř le kitêbim hêna û namem le şêx marf wergirt û çûme ser qetar. le qetarda ke berew beẍda dehatim, leser kursîy dû neferî, polîsêkî řûtekey sîsî poxekem letenîşt bû. çayan degêřa, gutim dû çaman bo bêne. polîs zorî supas kirdim. paş tawêk hesta řoyî. zorî nebird efserêkî polîs be dû polîsewe hatin:

- efendî ewane çemendanî ton?

- bełê.

- małî qaçaẍ, tûtin muwtinyan têda nîye?

- xotan timaşa ken û eweş kilîl.

çemedan cige le kitêb çî têda nebû. kabray efser le ber xoyewe:

- ay teres! ay bênamûs! efendî bimanbexşe. ew polîsey le tenîştit bû, hat gutî ew kabraye le min tirsa; boye çayî bo kiřîm. dyare qaçaẍî pêye! nisḧet bê le minewe:

řuḧim be beraz bike! be polîs meke! hemû ḧeramzaden; minîş yek lewan!

- dûr le to! bêzeḧmet çemedanekanim wek xo lê bikenewe û lew sere dayannênewe!

şyawî base, lew řojanewe ke řojanem sed sed û bîst fils bû, le nanî xom degêřawe û kitêb û gowarî kurdî û ’erebî be diłî xom dekřî û zorim şayî pêyan bû. şêx marf gutî: kitêban lay min danê! eger neşhatyewe bot dedem be kitêbxaney giştî; ba nefewtên. be qisem nekird; le beẍda be małe mam ḧusênim espard. namey şêx marfim geyand. gutyan: sî dînar bide û fiłan řoj ḧazir be! yazde kes û min be swarî utubosî nêrin, be řêgey çołî şamda kewtîne řê.

le sûrya ḧukmî «şîşeklî» bû; şyû’î le cewher qaçaẍtir. geyştîne hewweł postî řêwanî sûrya - ke nawekeym le bîr nemawe - wa bizanim ebûşşamate bû; çemedanyan pişkinîn, piř le ’egałî ’erebî û kiłaş û xencerî kurdî û beyanat. swênd bixo, bipařêwe, ême deçîne seyran le lubnan û le syaset dûrîn. kabray efser deygut: her ewe ke leser beyanekan nûsrawe «wetenî azad û gelî bextewer» - ke le cêy bîsmîllaye - lay şyû’yan şayetî çake! be gîřegîř necatman bû. tozêk le şam maynewe û çûyne bêrût. debwaye wîzey urûpa wergirîn. le sefaretî îtalya paş pirsyar û weramî zor, kabray sefaret - ke ’erebî lubnanî bû - pirsî: bo çî deçîye îtalya?

- bo seyaḧet.

- kê denasî?

- kes!

- nabê, debê yekêk binasî.

- bibexşe we bîrim hatewe, melêk farûq denasim ke le cizîrey kaprîye! destî kirde pêkenîn.

lew beyneda seferêkî şamim kird, ke dû se’ate řêye. çûme soraẍî biraym nadrî kone hewałim; dîtmewe.

- çi dekey lêre?

bom gîřawe. gutî: to hîç fikir nakeyewe, pasportî ce’lî dû sałî ḧebis le sere; min qanûn dezanim. emcar wedûy kiławî babirde kewtûy; nedebû dest le kasbî xot berdey. min xwa şukur ’eqiłim hatote serim û pûł peyda dekem.

- kake biraym! le leyle û mecnûnî weḧşî bafqîda dełê bawkî mecnûn nisḧetî kuřekey dekird: dest le leylê berde û werewe naw xoman! mecnûn le weramya gutî: sed kêwim leser diłe; çon hestim? sed çiqiłim de pê çeqîwe; çon řakem? hêndem lew řêgeyeda ẍar dade ke taze geřanewem heyhate! to ke xwaşukur taze ’aqił bûy; min taze seretay kerbûnme... ta mawim nageřêmewe û êtir řefîqayetîy ’aqłanîş nakem.

kot û şałwarêkî turkya ḧazir û şapoyekî pûşim kiřî û hatmewe bêrût. swarî derece serbanî keştîy samsonî turkya bûyn; berew îtalya. çarde lawî lubnanîş her bo fistîwał dehatin; hewałî naw keştî bûn. degeł efserêkî turk qisey xoşman dekird. deygut: pêẍember efendî her neḧletî le ’ereb û çînî kirduwe!

şewî ḧewtî cûlay bû, beḧir kewte fertene. cige le karkeranî keştî - min nebê - hemû kes gêj bibûn; deřşanewe. le pesta petûman be ser nexoşanda beş dekird. ’êraqîyek be dem nałewe deygut: aferîm keştî! hezar pîrêjne yonanî qûn zilî le sere; çon qum nabê!».

ḧewt řoj û heşt şew le beḧra bûyn. efsereke deygut jyan le jyanî naw keştî xoştir nîye. gutim: keştî wek byabanêke bê awedanî. dengî kełeşêrêk! ḧepey segêk, bořey mangayek, hoqey gamêşêk nabîsî; xoşîyekey çîye? deygut min bîrim lew şitane nekirdotewe.

beyanîyek geyne «napolî». şwênman le qetarî řom girt û çûyne naw şar. birsîm bû çûme ber dûkanî sendiwîçfiroşêk. de core goştî lê bû. yekyan girantir lewî dî. be îşare û ’ekis ḧałî kirdim ke be nirxeke goşt kere û herzaneke goşt bargîne. pyaw ta boy bilwê debê şitî baş bixiwa! dû sandiwîçî goşt kerim we ber gaz da. hewałe ’êraqîyekanim gutyan were bo êmeş lew sandiwîçey xot bikře. paş qût dan û aw le ser xwardinewe, gutim: kuřîne beřastî goştî ker belezzete! bû be hoq hoq û hêłinicdan. gutim: metirsin! ewe goştî kerî qubrusî bû!

le napołî sê kelîme fêr bûm: pîne (nan), akwa (aw), le qetarîş le derkî awdest nûsrabû: (řîtî řata) dey çî tirim dewê? nan û aw û řyan dezanim û danamênim!

ře’îsî ême ’êraqîyekan kurdêk bû be nawî «ẍefûrî mîrza kerîm»; be kurdî qisey nedekird ke şovînî nebê! ’erebîşî her pełxur dekird; detgut kere wigûy şil dexwa!

ḧusên hewramanîyekîş bû; ewîş pêy şerim bû biłê kurdim. ře’îs le bêrût gutî: ew ser û sî dînarey dawtane, xercî řêgamane û kirêş leser ḧîzbe. be birayetî û be şerîkî wek yek dexoyn û řadebwêrîn; lenaw şyû’îda ferq û cyawazî nîye.

řojêk leser keştî ko bibûynewe, yekê le minî pirsî:

- to le fistîwał detewê çibkey?

- eger bitwanim hawarêk bo kurd û kurdistanî lêqewmaw dekem.

ře’îs hełîdaye:

- çî? kurd?! kurdistan?! ḧîzb qet bewe řazî nîye!

- bira le beẍda qerar dira min her le řêge řegełtan kewm. lewê azadane bîrubřiwam derbibřim.

-dey dey! em qise qoře! sałḧ dîlanîş way gut û her ta ser derya biřî kird. demit bicûłê biłêy kurdim, xot dezanî!

- başe ba bizanîn çon debê...