dîsan basî şêx qanî’

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1532 Dîtin

qanî’ małî hatbuwe kerkûk; hatuçoy dekirdîn. biřyarman da ke fêrî bilwêr lêdan bîn. hewweł ders debê wa pikey (le bilwêrjenîda) nefes bixoyewe û neybiřî. qamîşman le îstîkanî piř aw dena û fûman bew serîda dekird. nefes xwardinewe karêkî giran bû. eger eḧyane carêk fûman bo dexurayewe, ewende pêdekenîn ta le bîrman deçowe. sernekewtîn.

- qanî’! małit çon des kewt?

- be xwa bawik! pyawê xêrewmen witî to seyîdî û kuř şêx dołaşî; çaweyek xanûy dawe pêm.

- qanî’ gyan! kabra her ke bizanê to wek babit mimbarek nî derit deka.

- na bawe pyawê xase.

řemezan bû, řojêk qanî’ be qaqa hate jûr.

- bawik deryankirdim! kawra dîtmî nan dexom, witî: hey fasq małekem çoł ke! tê nagem, min we parey xom nan bixom xirapîm degeł kê kirduwe?,

ḧewlî dabû karêkî des kewê, nebû. gutman ’erabe destî bigêře, wirdewałe bifroşe. sindûqe sabûnêkman bo kiřî. mela şukur gutî: çwar bołbirîngîşî dewê.

- bawe! bołbirîng çes?

- karit nîye, bot peyda dekeyn.

îtir wek talîley derwêşan le ser yek deygut: «bołbirîng!». le seqetfiroşî dewrî xaneqa dwanman kiřî. çûyne berî qorye bo sanewe, le çayîyxaneyek danîştîn. dûkandarêkî ermenî - ke amrazî tirombîlî defroşt - le piştewe qanî’î nasîbû; hat.

- mela qanî’ mandû nebî!

- bawik bołbirîngit hes?!

- erê wełła hesim û natdemê! to hîç nebê cwabî selam û mandûnebîm bidewe!

bołbirîngî da, ’erabe saz bû. mecîd kakeş - ke ’umdefroş bû - kelupelî be qerz daye ke paş twanewe bîdatewe. dû deste pizdan (tîzang)y bo hêna ke bîfroşê. bo tecrebe yekêkî fû kird, dirêj û estûr wek heramey kerê! qanî’ gutî: ay bawik! eme nafroşim; eme bo dayk kutek xase! (dayk kutek xêzanî bû).

to řenge qanî’it nedîbê! şitî hênde naḧez û naqoła nebuwe: dirêj, lawaz, çawiçkołe û pirûş, lûtşoř, lařûmet be kend û kiło, cil be pîne û kełaş çek û bednimûd; le gałte û gepda bitkułandaye oxjinî nedehat. ’aqîdey şêx semî’im bo basî çiřuçawî qanî’ û geřîdeyî û bênanî wergêřabuwe ser gep û gałte. řojê de car bom bixiwêndayetewe le pêkenîn řeş û şin hełdegeřa. dwaye gutî: bawik bîdřêne! be xwa emeşem ebête bezmêkî minałan! bedaxewe diřandim û le bîrim nema. dane daneyêkim le nizîkey pêncised beyt dêtewe bîr. basî beheştî şêx semî’im kirdibû basî çiřuçawî qanî’:

basî řuxsarî nayete guftar
hemûy qułkeye û şîwe û çiqłicar
dû kwêrekanî nawnirawin çaw
daym detkênin zerdawî genaw
mûy kunelûtî û dû kunay wek ẍar
cennatûn tecrî teḧtehel enhar

le basî nesebîda be dimelaskey şêx semî’ nusîbûm:

em şêx qanî’ey hênde cwan û qoz
ser û simêł boz, necîm û pîroz
le kolos şerîf be weled buwe
bo lay kerkûkî hîcret fermuwe
bawkî şêxêk bû le tekyey dełaş
ḧefta sał jya, bê kewa û kełaş
daykî şêxzade, nazanim kiç kê!
daym dujdamaw le piştî derkê
’aba û ejdadî lem ser ta ew ser
gedazade bûn swałker fel swałker

qanî’ turkîy kerkûkî nedezanî; bełam be lamewe seyr bû; be turkî hecwêkî şêx cemîlî kirdibû; seretakey eme bû:

şêx cemîln tekyesî her ’eynî awdes xanedir
her kerê hîç ’eqłî yoxdir, yarî ew şeytanedir