kar û guzeran le kerkûk

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 7 Xulek  1230 Dîtin

we naw bazař kewtim. gozeyek, ketrîyek, xełûz û miqełî û gesk, dû ḧesîr, dû istîkan, mencełêkî elmunyom û dû qap û kewçkêk û xwê û şekir û ça û birînc û hêndê řonim kiřî. kemê wirdebabetî dîş ke lebîrim nemawe, lêfeşim le beẍdawe hênabû. mał hey mał! kabrayekîş - ke wek min le utêl bû - řojane deçuwe kar, textêkî darînî damê be qed dû nîmket pan. gutî min cêgem nîye lêy danêm; ba lay to bê. lêfe leser text řaxe û text xot dirêj ke!

cige le yekşemme - ke wiçan bû - nîweřo le çêştixane û şew û beyanî be nan û pêxorêkî wek penîr û mastim deguzerand. le çêştixaneş - wek zorbey kirêkaranî feqîr - daway fogem dekird; ke hêndê xorişt be ser birinicda ken; nek xorişt û birinc her yek be cya ke girantir dekewt. řojî yekşemman ketem lêdena û lecyatî xorişt, tirê řeşke yan kişmîşim tê dekird. kewşîşim bo xom řeş dekirdewe; patşa bûm û tacim nebû! tenya le zistan û sermada zor ḧałim şiř bû. ne kunî jûr degîra, ne agirî sopeş xeberî hebû.

ke dehatim bixewm, awim dekułand, dû şûşem lê piř dekird, demxiste naw twêy lêfewe. lêfekeşim be petêk be textekewe debestitewe ke leserim laneçê û deçûme nawyewe. areqim dekird. lepiř be lerze lerz xeberim debowe; şûşe aw sard bibûnewe. dîsan û dîsan aw germ ke û de şûşey ke! şewane sê çwar car em karem dekird.

nîweřoyanî germa - ke demewîst îstiraḧet bikem - waweyla bû. heřacebazařêk û çend mîwefroşêk le dem xase û beranber be jûrekem hawaryan dekird: tenzîlat, şerbet be dû fils; tirozî biławe; xeyarî îmam qasim...» çeqqeyek bû mêşkî serim dezrînga.

«mela şukur mistefa» le feqêyetîyewegeybuwe beẍda; zor zîrek bû. le danişkedey şerî’e qibûł kirabû; danişcû bû. daykêkî feqîrî bû le gundêkî dewrî kerkûk, mêrdî kirdibowe. hîçî nebû yarîdey kuřekey pê bida. danişcûy şerî’eş cige le xwardin û cilî melayane, řojê penca filsî bo gîrfan pûłî dedraye; bełam le çwar mangî wiçanî hawîneda derga dadexra. ne xwardin, ne pûłî gîrfan. ta danişkedeş dekirayewe debwaye xoyan beřê berin. mela şukur deçû debû be şagird qaweçî, şagird neqqaş û hawînî deguzerand. pêkeweş aşna bûyn. řojêk le kerkûk hate lam.

- kake çim lê dekey! her çî geřawim kes karî nedawmê.

- ewey bo çîye? were pêkewe dejîn ta deçîyewe danişkede. ḧiqûqekem lay to bê. ta le kar dêmewe çêşt û nan saz ke û lêfeyek bo xot peyda ke û cêgey herdûkman debêt.

mela çûbû pirîmusêkî le daykî emanet wergirtibû; karman zor be miqełî nema. mela aşpezêk bû qet nemdî birînc û şilekey bonî dûkełî lê neye!

şêx marfî berzincî - ke be’sîy î’damyan kird - hatuçoy dekirdim. carcar bo nehar deybirdimewe małê. zanîbûy ke min çend tînûy xwêndinewem û naştiwanim hemû kitêbêk bikiřim; řojêk kitêbêkî taze le çap dirawî hêna, gutî: nêwan hełbiřînî peře kitêbim zor le la zeḧmete, em karem le batîyan bike û bîşîxwênewe; ca bimdewe! îtir her kitêbê derbiçûbaye - mîsrî yan lubnanî û ’êraqî bwaye - deykiřî û min de pêşda demxiwêndewe.

carêk ḧenna bo pazde řoj merexesî wergirt ke seyranêk le ’êraq bika. hatewe gutî: bira her xwa damyewe! le besrawe de belemêkda degeł şazde kes deçûyne dîtnî abadan. letenîşt qesabêkî besrayî danîştibûm. lêy pirsîm: kwênderî? witim: xełkî şamim.

yexey girtim, řaypeřandim, řaytekandim, çeqoy derêna zigim bidřê. wa ḧepesam hawarîşim bo nekira. xełkeke destayn girt.

- çîte be seryewe? çî kirduwe?

- çon çî kirduwe? şamîye û îmam ḧusênî kuştuwe!

ta dernekewt ke min mesîḧîm destî lê bernedam!

degeł westakem (portoyan) carcar basim le hêndêk xirafatî mezhebî dekird. keşey hermenî - ke pyawêkî sî sałey řîş dûflîqane bû - herga dehat deydiwandim. portoyan řojê gutî: ebûna (bawkiman)! degeł ’ezîz medwê ba kafirit neka!

- şitî wa bo dełêy? zor kuřêkî başe. ewe bo wat pê dełê?

- ebûna to şukur cwan û behêz û twanî; eger çil mirîşkit lew deşte bo berhełda kem û biłêm byangire bo xot, çendet bo degîrên?

- xom bipsênim dem bo nagîrê.

- edî eger biłên pyawêk be tenya sêsed řêwî le deşt girt, kilkî her dwanî pêkewe girê da, şapłîtey lê qaym kirdin û genmî dujminanî pê sûtandin; defermûy çî?!

- dełêm ewe diroyekî aprîle.

- desa ewa le kitêbî muqeddesda derbarey samsun nûsrawe!

- zorim kîtabî muqeddes xwêndotewe; bełam hergîz fikirim lew diro zile nekirdotewe!

portoyan gutî: nemgut kafirit deka?!

- pya! eger îman baweř kirdin be diroy wa şaxdar bê, ba her nebê!

degeł pîre’ermenîyekda bibûme aşna;kurdîy zor baş dezanî. řojêk lêm pirsî:

- ew kurdîye çon fêr bûy?

- kuře min bîst sał mîrza xanî kełhuř bûm!

gutî: řojêk xan her bizey simêłî dehat. çwarmîrdekî qaçî xistibû ser qaç,

teple be latîlagî seryewe, fîtûy lê deda. řûy tê kirdim:

- mîrza! ax xuda sałêk minî bikirdayete şay êran!

- lew sałe şayetîyeda çit dekird?

- wełłahî wa deřyame em memleketewe, hezar sał byanlisitayetewe pak nekirabawe!

le utêle borda ḧacîyekî mekkeyî mîwan bû; hatbû xełk be tepkewe ka, le ḧec bîkene şarezay xoyan. awî utêl debřa, bê’awîman zor dekêşa. gutim:

- ḧacî degeł awî desniwêj çonî?

- başim. esḧabey pêẍember le têkułe gwêzêkda ẍusłyan dekird!

mela şukur birdimye dîdenî «mela se’dułła» naw ke: «pyawêkî zor bedîne». le mizgewtî şorcey kerkûk be xizmetî geyştîn. mela şukur pirsî: feqêyekit le la bû, kwa?

- ew kerem derkird! emin demgut hîtler nwêjî be cema’etî le medîney pîroz dekird! baweřî nebû; keçî deygut pêẍember du’ay lo sitalîn kirdye! kerî wa bo min nedebû!

hawînî germ, yan biłêm cehennidem bû. kabray xawen utêl pankeyekî şequşřî be têl pêçrawî daynê baweşênî xomanî pê bikeyn. mela şukur gutî: małe dewłemendî beẍdaye wiştirxore be ber pencerewe degirin û teřî deken, heway panke sarditir debê. qefeseyek wiştirxoreman delay pencere axnî, teneke awêkman pêda kird; derkeman daxist, pankeman pê kird. be nisîbî dujminit bê! hełmêk de jûrê geřa nefesman teng bû, wextabû bixinkêyn; lay derkeman nededyewe bîkeynewe. be hełmewe yekêk dekey kirdewe ke bizanê çi base, řamankird. tawêkî baş koxîn û awî çawman siřî. wiştirxorekeman tûř hełda. lasay dewłemendî beẍdaman pêwe nehat.

řojêk mela gutî: xwêndûmetewe ke mîwe her têkułekey zor bekare; pêstî pyaw saf û řûnaktir deka. carê ke le kar dehatmewe lepiř gutim:

- emřo şitêkî serîm dît: zelamêk beranber be çiřuçawî gamêşêk řîşî detaşî!

- ca çon?

- gamêş hêndey têkułe şûtî xwardibû, nêwçawanî bibuwe awêne!

mela tûře bû; gutî: qet ’aqił nabî!