dîsaneke nokerî û şagirdî

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  880 Dîtin

řojêk hewr bû, ḧeme neçuwe kar. gutman ba yarełmasî bukłênîn. min çûme bazař yarełmasîm kiřî hatmewe, ḧeme le mał derçûbû. zorim çawenořî kird, nehatewe. nanî xom xward û çûme der; çûme sînema. de geřanewemda le kołanêkî teng, řefîq çalak řûbeřûm dehat. ca were bigeřêwe û hełê. be diłekute hatmewe mał. małî çî? kursî şikawe, lêfe hełdiřawe, detgut şeřegay têda kirawe. der û cîran hatin, gutyan: ḧemeyan be kełebçekirawî hêna, małyan pişkinî û birdyan. ay be xêrî naselametî, xo ḧeme ḧałî le min xiraptire! her hêndem bo kira lêfe û senîrêk hełgirim û derke daxem û bew tengî nwêjî şêwane xom be małe mam ḧusênda kemewe. dway bîst řoj ḧeme geřayewe. pyawêkyan le silêmanî leser dizî ḧebis kirduwe; denaw pirsyaranda gutûye kesêk ke sałêk lemeber bombay de małî ḧakim se’îd hawîştuwe, nokerî şêx letîfe û nawî ḧemeye. ḧemeyan berew silêmanî birduwe û zoryan têhełdawe û paş çend řoj nîşanî dizeyan dawe, gutûye hew nîye; beryan dawe.

maşênî ’ekasîm birdewe bo kabray xawenî û gutim bew kare beřê naçim û der nabem.

- ey çone řojane dûkanekem bo xawên keyewe û karubarî bazař çûn û şit bo mał kiřîn westo girî? mangî çwar dînarit dedemê.

kewtime ser pîşey pêşû. dûkan gesk de! kaşîy bimałe! şûşe xawên kewe! kewer û kelem û goşt û moşt berewe małî westa; car car agaşt le mindałan bê û tozêkyan bigêře û têr gwêt le pirtewbołe û çeqe û şeřecnêwî westa û westajin bê!

kune segêkim le geřekî «fewzet ’ereb» girt ke xanûyêkî konî yek tebeqe û çwar małî tirî têdabû. beyanî nan û çam dexward. deçûme ser kar. dûkanim pak dekirdewe ta westa dehat. le paş karî bêgarîy mał, dehatmewe beranber be westa leser kursîyek dadenîştim; xew deybirdimewe. se’at heştî şew, carî wa bû se’at de berew mał debûmewe. nîweřoyan semûnêkim be tozêk penîrewe dekřî û demxiward; şewîş her şitêkî wa. mangê dînarêkim kirêxanû deda. debwaye řojê be sed fils ke dekate dû timen bijîm. xudtiraş û tîẍim hebû; nemdetwanî awêneyekî tiřn bikiřim. leber awî qapî bin řeşî dermanî ’eksida řîşim detaşî; çunke memnû’ bû biçme ber awêney xo leber cwan kirdinî mişterîyekan!

nazanim tawengaz bibûm yan çî, zor xirap nexoş kewtim. westa bezey pêmda hat; birdimye jûrêkî çoł le małekey xoyda; kone midbeqêk bû tarîk. dirgakey ke dekirawe cîřey mêşkî pyawî dezrîngandewe. textî jûrekeş xołepotîne û mişk cilît bazîyan têda dekird. wa kesas bûm temdetwanî ser hełênim. tînûm bû; kes nehat serim bida û bêłim tozêk aw. le beyanî ta êware be nobetî û tînwayetî mamewe û kes çiraşî hełnekird. westa ke şew hatewe, her le řêwe degeł jinekeyda têk berbûn xoy hat, çiray hełkird û awî damê û çû dukturêkî hêna. dway ḧew řoj řast bûmewe.